Abdurrahman Kurt: Bi qasî Azerbaycanê Kurdistana Iraqê jî ji bo Tirkiyê girîng e

03-02-2022
RÛDAW
Abdurrahman Kurt serdana Nêçîrvan Barzanî ya bo Enqerê nirxand
Abdurrahman Kurt serdana Nêçîrvan Barzanî ya bo Enqerê nirxand
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê berê û Endamê Lijneya Rêveber a Biryara Navendî ya AK Partiyê Abdurrahman Kurt serdana Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya bo Enqerê nirxand û got, "Bi min Azerbaycan ji bo Tirkiyê çi be, Kurdistana Iraqê jî ji bo Tirkiyeyê ewqasî girîng e."

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan duh Çarşemê 2yê Sibata 2022yan li Koşka Serokomariyê ya li Enqerê, pêşwazî li Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir.

Endamê AK Partiyê Abdurrahman Kurt beşdarî bultena Rûdawê bû û pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Tirkiyê, êrişên hewayî yên Tirkiyê li ser Şingal û Mexmûrê û peywendiyên aborî yên di navbera Tirkiyê û Herêma Kurdistanê de nirxand.

Abdurrahman Kurt têkildarî mijara sivîlên di encama êrişên asmanî de bûne qurbanî, îdia kir ku Tirkiye di operasyonan de ji bo sivîlên ji ber êrîşên asmanî jiyana xwe ji dest nedin, hesasiyeteke taybet nîşan dide.

“Herêma Kurdistanê ji bo Tirkiyê girîng e”

Kurt amaje bi wê yekê kir ku divê Herêma Kurdistanê li gor berjewendiyên xwe tevbigere û got: “Kurdistana Iraqê ji bo Tirkiyê herêmeke pir girîng e. Ji ber ku kurdên Tirkiyê ku nifûsa ji sedî 30 e, dixwazin têkiliyên me bi wan re baş bin. Ez wisa difikirim ku Azerbaycan ji bo Tirkiyê çi be, Kurdistana Iraqê jî ji bo Tirkiyeyê ewqasî girîng e. Mijara rewşa xirab a aborî ya Tirkiyê, tê mezinkirin. Rast e ku rêjeyên enflasyonê bilind in. Rast e hin kiryar dibin sedema enflasyonên, lê dema ku em bi baldarî li aboriya rasteqîn a Tirkiyê temaşe dikin, aboriya Tirkiyê ewqas xirab nîne. Rewş ku ji ber pandemiya li cîhanê derketiye, bandorê li me jî dike. Dema em lê dinêrin, li Amerîkayê enflasyonek 30 sal û 40 sal nebû niha heye. Herwiha Almanya û Ewropa ji ber bihayên enerjiyê zirareke mezin dibînin. Ji ber vê yekê, daneyên aborî yên Tirkiyeyê bi rastî baş in, ji ber ku ne rewşeke taybet a Tirkiyê ye.”

“Ne rast e ku tenê ji aliyê aborî ve li Herêma Kurdistanê were temaşekirin.”

Derbarê peywendiyên Herêma Kurdistan û Tirkiyê de Kurt got: “Bi min ne rast e ku Tirkiye tenê ji aliyê aborî ve li Herêma Kurdistanê binêre. Ji ber ku mirovên li wir birayên me ne. Ji sedî 30 nifûsa Tirkiyê ji aliyê etnîkî ve bi herêmê re xwişk û bira ne. Herwiha hiqûqeke biratiyê ya dûr û dirêj di navbera Tirkiyê û herêmê de heye. Ji ber vê yekê em wisa difikirin ku divê ji bo Herêma Kurdistana Iraqê siyaset bi rêbazeke win-win were meşandin û em bi vî rengî nêz dibin. Hikûmeta AK Partiyê ji destpêkê ve xwedî vê ferasetê bû. Her çiqas dem bi dem hin navber hebin jî, polîtîkaya me ya sereke ev û wiha berdewam dike. Ji ber vê yekê Kurdistana Iraqê ji bo me herêmeke bira ye.”

"Serdanên bi vî rengî girîng in”

Têkildarî Serdana Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya ji Enqerê jî Kurt got: “Em serdanên bi vî rengî ji bo nehiştina têgihiştinên şaş ku dem bi dem diqewimin gelek bi qîmet dibînin. Dema em ji aliyê ewlehiyê ve jî dinêrin, birêz Mesûd Barzanî ji destpêkê ve gotiye ku divê herêm nebe cihê êrîşên terorîstî yên ku li ser Tirkiyê gef in. Ev tiştek girîng e. Divê em teror, tundî û şer ji vê axê dûr bixin. Eger pirsgirêkek hebe, platformek ku bikaribe wê bi awayekî demokratîk îfade bike, hem ji bo Kurdistana Iraqê hem jî ji bo Tirkiyê ferz e. Jixwe tê hêvîkirin ku Tirkiyê li hemberî Iraqê rêzdariya xwe nîşan bide, lê ez jî wisa difikirim ku ji bo ewlehiyê û rê  li ber êrişên terorîstî were girtin pêwîstî bi hevkariyê heye.”

“Tirkiye li hember sivîlan bi hesasiyet tevdigere”

Kurt derbarê sivîlên ji encama êrişên asmanî bûne qurbanî de jî got: “Em dizanin ku hêzên ewlekariya Tirkiyê li hemberî sivîlan xwedî hesasiyeteke gelekî cidî ye, lê eger tiştekî ewa ku hûn behs dikin hebe, divê ew were behskirin. Bi rastî ez di vê mijarê de tiştekî nizanim, lê em dizanin ku Tirkiye li her herêmeke ku lê be, bi hesasiyeteke mezin li hemberî sivîlan nêz dibe. Lê eger cudahiyek an xeletiyek hebe em de behsa wê bikin.

Êriş li boriyê sotemeniyê tên kirin

Kurt bal kişand li ser pêwîstiya enerjiyê ya Tirkiyê û got: “Armanca Tirkiyeyê ew e ku xwe bigihêje derfetên enerjiyê yên herî guncaw. Ji ber ku hilberîna pîşesaziyê pir zêde ye. Tirkiye îro bi qasî 230 milyar dolar hinardeyê dike. Ji sedî 90ê vê hilberên pîşesaziyê ne. Bi vê pîvanê, bê guman enerjî ji bo me hewcedariyek mezin e. Ji bo vê jî Tirkiye li gelek herêmên Deryaya Spî û Deryaya Reş xebatên lêgerîna neft û gaza xwezayî dike. Lê eger hiqûqa navneteweyî derfeteke wiha bide Kurdistana Iraqê, helbet dibe ku ev bijardeya Tirkiyê be. Birêz Nêçîrvan Barzanî li vir e. Dibe ku ev mijar di rojevê de bin. Bi min behsa wan tê kirin. Herwiha em dibînin ku carnan komên terorîst êrîşî boriyên curbecur dikin. Di van demên dawî de êrîşeke wiha hat kirin. Ev bi tenê êrîşeke li ser pêşketina Kurdistana Iraqê li herêmê ye. Helbet em wan qebûl nakin. Ez wisa difikirim ku ger ji Tirkiyê were xwestin hevkariya ewlekarî dikare were pêşxistin. Berî niha jî birêz Mesûd Barzanî gotibû, bi taybetî girîng e ku hemû alî siyasetek dûrî tundiyê dîzayn bikin.”

Divê hevsengiya Şîe-Sunnî pêk were

Derbarê xebatên ji bo avakirina hikûmetê li Iraqê de jî Endamê AK Partiyê Abdurrahman Kurt got: “Helbet hevsengî di warê aramiya Iraqê de tiştekî girîng e. Eşkere ye ku Tirkiye ne welatek e ku di cîhan Îslamê de şerê Şîe-Sunnî bixwaze. Em ji destpêkê ve dizanin ku Serokê me tehemûlê van nakokiyên mezhebî nake, lê eger pêwîst be hevsengiyek di navbera Şîe û Sunne de çêbibe, Tirkiye dê rola xwe ya dîrokî bilîze ku vê hevsengiyê bi dadperweriyê pêk bîne. Tişta sereke ji bo me ew e ku li Iraq aramî çêbibe û her kesê ku li wir dijî bikaribe bi rihetî xwe îfade bike. Mezheb ne ol in, lê di wateyekê de beşek ji nasnameyan in. Divê ev bên qebûlkirin. Pêwîs te çareseriyek aştiyane bê dîtin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst