Ji bo vekirina deriyê sînorî yê Rûbarok-Mêrgesorê şandên Herêma Kurdistanê û Tirkiyê civiyan

02-12-2022
RÛDAW
Nîşan Rûbarok-Mêrgesor Deriyê Sînorî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Têkildarî vekirina deriyê sînorî yê di navbera navçeya Rûbarok a Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê û Mêrgesor a Başurê Kurdistanê de şandeke Herêma Kurdistanê û Tirkiyê li ser sînor hevdîtinek pêk anîn.

Duh şandek ku ji Berpirsên nahiyeya Mêrgesor a Başurê Kurdistanê di bin serokatiya Berpirsê karûbarên huquqî yê wezareta karên navxwe ya Hikumeta Herêma Kurdistanê Dr. Samî Celal Huseyin bi armanca gotûbêjkirina mijara deriyê sînorî seredana navceya Rubarok a Bakurê Kurdistanê kirin.

Li gorî agahiyan şanda Herêma Kurdistanê li navceya Rubarokê ji aliyê qaymeqamê navceya Rubarokê Dogukan Mizrak, Serokê Şaredariya Rubarokê Ekrem Çetînkaya û Berpirsên serbazî û îdarî yên navceya Rubarokê ve hatine pêşvazîkirin. Şandên herdu aliyan li gundê Girane xebatên vekirina dervazeya nû yê sînorî lekolîn kirin.

Şaredarê Rûbarokê Ekrem Çetînkaya li ser hesabê xwe yê medya civakî derbarê hevdîtinê de daxuyaniyek belav kir û tê de got “Ji bo vekirina Deriyê Sînor ê Umurluyê me bi Şanda Sînor a Mergesorê ya Herêma Kurdistana Iraqê re hevdîtin kir.

Civîna ku di bin serokatiya qeymeqamê navçeya me Dogukan Mizrak û Berpirsê karûbarên huquqî yê wezareta karên navxwe ya Hikumeta Herêma Kurdistanê Dr. Samî Celal Huseyin pêk hat de, nûnerên Wezareta Bazirganiyê, rêveberên herêmî û rayedarên leşkerî yên her du aliyan beşdar bûn.”

Prosejeya vekirina dervazeyekî di navbera Bakur û Başurê Kurdistanê de li navceya Rubarokê nêzîkî 11 sal in ku weke proje ji aliyê Hikumeta Tirkiyê ve hatiye pesendkirin lê tevî gellek hewlên xelkê navçeyê û jorên bazirganî dervaze heta niha jî ber fermî nehatiye vekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst