Li Reqayê ji bo parastina zarokan projeyek hat destpêkirin

02-12-2021
Loloxan
Li Reqayê gelek zarok bi perçeyên plastîk û qutiyan debara jiyana xwe dikin
Li Reqayê gelek zarok bi perçeyên plastîk û qutiyan debara jiyana xwe dikin
Nîşan Reqa Zarok Plastîk
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Zarokên Reqayê yên temenê wan di navbera 4 heta 10 salan de, di dema ku divê li dibistanê bin, niha li park, cade û cihên giştî perçeyên plastîk û qutiyên vala kom dikin û difiroşin daku debara jiyana xwe bikin. Di vê derbarê de rêxistinên peywendîdar bi parastina jiyan û siberoja zarokan li vê bajarî kampanyeke bi navê `Safe Crosswalks` wate rêrewên ewle destpê kirine.

Emîre Hesen, Rêvebera Ofîsa Parastina Zarokan a li Reqayê, dibêje, “Li vir zarokên biçûk di bin 5 salan re, herwiha 7-8 salan re, tûrên sipî hilgirtine, û perçeyên plastic û qutiyên vala kom dikin bo debara jiyanê. Bi rastî ev dîmenekî diltezîn e, min dixwest ez vê yekê li bajarê xwe Reqayê nebînim, lê ev rewşa wiha ye. Ev 4 sal in Reqa rizgar bûye, bi sedan rêxistin lê peyda bûn û jinûavakirin destpê kirin, lê yek rêxistin jî bo parastina zarokan bi karê xwe ranebû, em dixwazin rêxistin berî avahîsaiyê zarok û mirovan ava bikin.”

Di şerê navxwe yê Sûriyê bi giştî û di encama şerê dijî DAIŞê de li Reqayê bi taybetî, bi hezaran zarok bav û dayikên xwe ji dest dane, lewra bê xwedî û malxwê ne, wata ji mafên xwe yên sereke bêpar mane.

Mihemed Rafet, Rêxistina Firat, dibêje, “Me li bajarê Reqayê bi alîkariya çend rêxistinên xwecihyî bi destpêxeriyekê rabûn. Me dest bi hişyariya zarokan kir,  me beşdarbûneke giştî ji hemû pêkhateyên civakê dît, ne netenê zarok û  mezin, sipas ji Xwedê re karekî erênî bû. Me rêrewên ewle berî mehekê çêkiribûn, û ev hefteyek dibe jî  me rêrew li ser cadeyan, li pêş dibistanan û li ba traffic Lightan çêkirine. Zarokan jî beşdarî kir, me ew fêrî rengên traffic Lightan kirin. Ev zarok di şer de rabûne, tiştekî li ser yasayên traffic Lightê nizan in, lewra pêwîst bû, ku em vê destpêxeriyê cîbicî bikin.”

Li gor amarên Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Encûmena Sivîl a Reqayê, li parêzgeha Reqayê di sala xwendinê ya 2021ê de di nav nêzîkî 400 dibistanan de 100 hezar xwendekar niha dixwînin, ku di sala xwendinê ya 2020ê ded 117 hezar xwendekar bûn, wata 17 hezar xwendekaran dest ji xwendinê berdane.

Hevdem UNICEFê ragihand ku nîvê zarokên Sûriyê yên di navbera 5 û 17 salan de ji mafê xwe yê xwendinê bêpar in, wata 2 milyon û 200 hezar zarok li Sûriyê naxwînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst