Hewlêr (Rûdaw) - Komên çekdar ên mixelefta Sûriyeyê li gundê Kurzêlê yê Efrînê dest danî ser 4 hezar darên zeytûnan ên Kurdan.
Li gorî zanyariyên Rûdawê li gundê Kurzêlê nêzîkî 4 hezar darên zeytûnên ên 17 malbatên Kurd, ji çend rojan ve, ji aliyê koma Emşatê ve hatine dorpêçkirin û çûna nava wan zeviyan li xwediyên wan hatiye qedexekirin.
Çavkaniyeke taybet ji Rûdawê re da zanîn ku çekdarên Emşatê xaleke kontrolê li herêmê daniye û tevahiya berhema darên zeytûnên cotkaran hatine talankirin.
Li gorî heman çavkaniyê, fermandarên koma Emşatê yên bi navê Ebû Îmad, Ebû Qasim û Ebû el-Welîd talana zeviyan dikin.
Derbarê dizî û talankirina berhemên cotkarên Efrînê de, Ebdulrehman Koraco ku binpêkirinên li Efrînê dişopîne, ji Rûdawê re got dizî û talankirin li tevahiya herêmê tê kirin.
Ebdulrehman Koraco behsa talana li gundê Kurzêlê û gundên din ên Kurdan kir û wiha got:
“Nahêlin xelkê gundê Kurzêle herin ser zeviyên xwe û nava milkên xwe û zeytûnên xwe berhev bikin.
Erebên hawirde diçin nav zeytûnên xelkê û zeytûnên xelkê talan dikin.
Ti kes nîne lêpirsînê bi wan re bike. Xelkê me yê Efrînê zehmetiyan dibîne û ew Ereb dest datînin ser mal û milkên wan û zeytûnên wan.
Ev dizî û talan ne tenê li gundê Kurzêlê di heman demê de li nava Efrînê bi xwe jî dibe.”
Divê were gotin ku li gundê Keferdela Jêrîn jî Erebên hawirde roj bi nîvro û li pêş çavên xwediyê zeviyan, zeytûnan didizin û talan dikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse