Hewlêr (Rûdaw) - Li pêşiya nexweşxaneya Erdîşê malbatan şerê hevdû kir yek jê karmendê tenduristiyê 2 kes mir in.
Li gorî zanyariyan di navbera malbatên Tokay û Dîlmaç doh êvarê ji ber pirsgirêkên darayî pevçûn derket.
Hêzên ewlehiyê ji malbata Dîlmaç kesek desteserkirin û îro danê sibehê dema ew birin nexweşxaneyê endamên malbata Tokay bi çekê êrişî wî kesî kirin.
Li gorî zanyariyan kesek jê karmendê tenduristiyê û kesekî din ê di nava şerê her dû malbatan de mabû mirin
Li gorî SerhatNewsê ji ber pevçûnê gelek kes birîndar bûne û gelek kes jî hatine desteserkirin.
Hat ragihandin ku derdora nexweşxaneyê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye dorpêçkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse