Çiyagerekî ji Rojavayê Kurdistanê geştiyaran li ser çiyayên Herêma Kurdistanê digerîne

02-11-2023
RÛDAW
Çiyager Lawîn Mihemed bû mêvanê bultena Rûdawê
Çiyager Lawîn Mihemed bû mêvanê bultena Rûdawê
Nîşan Lawîn Mihemed Çiyager
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Ciwanekî ji Girkê Legê yê Rojavayê Kurdistanê li Herêma Kurdistanê dest bi projeyeke cuda kiriye.

Ew geştiyaran li ser çiyayên Kurdistanê digerîne û bi rojan di rê de û li ser çiyan dimînin.

Çiyager Lawîn Mihemed bû mêvanê bultena Rûdawê û bersiva pirsên Dilbixwîn Dara da.

Çiyager Lawîn Mihemed anî ziman:

“Rêyên ku em tê re derbas dibin ên kevn in ku şivan û Pêşmergeyan di dema xwe de çêkirine.

Me ji 2016an dest bi peydakirina van rêyan kir ku bi hev ve girê bidin û bikin rêyeke çiyageriyê ku geştiyar karibin li ser çiyayên Kurdistanê xweşiya wê bibin.”

Wî sala 2022yan dest bi geştên xwe kiriye, geştiyar bi wî re ji Akrê heta Çiyayê Helgurdê dimeşin.

Zêdetirî 13 rojan di rê de dimînin, 215 kmyan dimeşin û di dehan gundan re jî derbas dibin.

Lawîn Mihemed ji gundê Mistefawiyeyê yê Girkê Legê ye, wî sala 2016an dest bi projeya geşta li ser çiyayan kiriye.

Tîma Lawîn Mihemed ji 4 kesan pêk tê, ji 2016an ve li ser çiyayan digere ji bo ku rêyeke baş ji bo geştiyariyê bibîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst