Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Xezîne û Darayiyê yê Tirkiyeyê Mehmet Şîmşek li ser îdiayên ku îstifa kiriye got, “Min îstîfa nekiriye û senaryoyên hatine belavkirin ne rast in.”
Nivîskar Erol Mutercîmler li ser kanala xwe ya YouTubeyê ragihandibû ku “Mehmet Şîmşek 2 hefte berê îstifa kiriye.
Lê belê Alîkarê Serokkomar Cevdet Yilmaz ketiye navbeynê û wî bi zorê razî kiriye.”
Herwiha Cîgirê Serokê Partiya Demokrat Cemal Enginyurt jî gotibû ku Şîmşek îstifa kiriye.
Cemal Enginyurt li ser medya cîvakî peyamek belav kiribû û gotibû:
“Îro borseya Stenbolê bê sedem daneket. Diyar e şerê çeteyên 5î heye. Mehmet Şîmşek îstifa kir. Roja Duşemê dê welat bişewite.”
“Min îstifa nekiriye”
Wezîrê Xezîne û Darayiyê yê Tirkiyeyê Mehmet Şîmşek derbarê îdiayên ku îstifa kiriye li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek belav kir.
Mehmet Şîmşek got, “Tê famkirin ku daxuyaniyên fermî têr nekirine, ez li vê derê jî binivîsim.
Min îstifa nekiriye û senaryoyên hatine belavkirin ne rast in.”
Anlaşılan yapılan resmi açıklamalar yetmemiş, bir de buradan yazayım!
— Mehmet Simsek (@memetsimsek) August 23, 2024
İstifa etmedim. Dolaşıma koyulan senaryolar doğru değildir.
- Ekonomi yönetimi bir ekip ruhuyla çalışıyor. Aldığımız büyük ve zor sorumluluğun farkındayız. Bu sorumluluğun bilinciyle her gün daha iyiye…
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse