Li Licê operasyona leşkerî destpê kir

02-10-2021
RÛDAW
Nîşan Amed Licê Artêşa Tirkiyê Operasyon
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Tirkiyê li navçeya Licê ser bi parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê bi hinceta hebûna gerilayên PKKê operasyoneke nû da destpêkirin.

Li gor agahiyan îro 2ê Cotmeha 2021ê artêşa Tirkiyê li gundên Heşdere, Pêçar û Zengesor ên girêdayî navçeya Licê, di demjimêrên sibehê de dest bi operasyoneke leşkerî kirine. Di çarçoveya operasyonê de hejmarek leşker bi helîkopteran bo çiyayên bilind ên wan gundan hatine veguhastin.

Li gor zanyariyên xwecihî di wê operasyonê de firokeyên bê pîlot ên şer jî beşdar bûne û dibe ku operasyon berfirehtir bibe.

Artêşa Tirkiyê zêdeyî 4 mehan e li Bakurê Kurdistanê bi hinceta hebûna gerilayên PKKê li parêzgehên Amed, Mêrdîn, Dêrsim, Şirnex, Colemêrg, Agirî, Bedlîs, Îdîr, Qers û  Erdexanê operasyonek bi navê “Eren” daye destpêkirin û heta niha jî berdewam e. Di operasyonan de agir bi beşeke zêde ya daristanên wan deveran dikeve.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst