Werza dirûna birincê Qerejdaxê dest pê kir

02-10-2021
RÛDAW
Nîşan Birincê Qerejdaxê Amed
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li zeviyên birinc ên li herêma Qerejdaxê ser bi parêzgeha Amedê ve werza dirûnê dest pê kir.

Birincê Qerecdaxê yê tescîlkirî yê li bintara Qerecdaxa Amedê li zeviyên bikevir bi ava çiyê hêşin dibe niha bi destan tê dirûn.

Ji bo birincê Qerecdaxê yê bi tahm û rengê xwe ve hatiye tescîlkirin dest bi dirûnê kirin.

Li zeviyên bikevir zilam bi dasê birincê didirûn û jin jî bi destan birincê kom dikin.

Birincê Qerecdaxê li zeviyên rast li ber tavê tê raxistin û tê ziwakirin. Piştî ziwakirinê ji bo ji qalik were safîkirin welatî birinc dibin kargehan û piştî karûbarên li vê derê ji bo xwarinê amade dibe.

Qaymeqama navçeya Çinarê Guher Sînem Buyuknalçaci diyar kir ku taybetiya herî cuda ya birincê Qerecdaxê ew e ku şekirê wê gelekî kêm e proteîna wê jî zêde ye.

Buyuknalçaci destnîşan kir ku di şertên organîk de wî birincî diajon û wiha axivî: "Zeviyên me bi piranî bi kevir e. Piraniya karên amadekirina birinc bi destê karkeran tê kirin. Beşeke hindik bi makîneyan tê çinîn. Birincê Qerecdaxê di şertê organîk de digihêje û bi destan tê dirûn. Ji ber vê jî bihayê wê 10 qat zêde dibe."

Rêvebirê Çandinî û Daristanan ê Çinarê Abdulazîz Ozçelîk jî diyar kir ku tovê birincê Qerecdaxê tescîlkirî ye û tovê herêmê ye, ji hektar erd 500 kîlo birinc tê komkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst