Deriyê Sînorî yê Îbrahîm Xelîl li pêş geştyaran jî vekiriye

02-08-2020
Yûsif Mûsa
Deriyê Navdewletî yê Îbrahîm Xelîl, ji 27 meha derbasbûyî ve li pêş geştyar, xwendevan, bazirgan û nexweşan hatiye vekirin
Deriyê Navdewletî yê Îbrahîm Xelîl, ji 27 meha derbasbûyî ve li pêş geştyar, xwendevan, bazirgan û nexweşan hatiye vekirin
Nîşan Deriyê Sînorî Îbrahîm Xelîl Geştyar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Deriyê Sînorî yê Îbrahîm Xelîl ji 27 meha derbasbûyî ve li pêş geştyar, xwendevan, bazirgan û nexweşan hatiye vekirin û di vê heyamê de zêdetir ji 2 hezar kesan hatinûçûn kiriye.

Ji bo her kesekî derbasî Herêma Kurdistanê bibe, 100 dînar bo her kesekî tê wergirtin. Beşek ji wan kesên ku vedigerin giliyan dikin ku nirxê wê gelek giran e.

Malbateke Kurdên xelkê Çemçemalê ku ji 2012an ve li Brîtanya dijî, cara çaran e ku serdana Herêma Kurdistanê dike.

Li Deriyê Sînorî yê Îbrahîm Xelîl ji bo her pişkinînekê 100 dînar tên wergirtin û ew malbata 6 kesî jî ji bo ku derbas bibe pêwîst bû 600 dînaran bide.

Sabir Çemçemalî dibêje, “Xaniyê me heye, em dê li xaniyê xwe bimînin bo 3 hefteyan û paşê vegerin, 100 hezar dînaran werdigirin, bo çi werdigirin. Em ji hemû welatên Ewropayê derbas bûn, ti kesî daxwaza wergirtina pere ji me nekir.”

Umran Bozan 37 salî ye û 3 zarok hene, xelkê Mêrdîna Bakurê Kurdistanê ye û benzînxaneyek li Zaxo heye. Bozan piştî 4 mehan kariye xwe bigihîne Herêma Kurdistanê, lêbelê soznameyek jê hatiye wergirtin ku bo dema 14 rojan bê kerentînkirin.

Umran Bozan dibêje, “Ev testa koronayê ye, 100 hezar dînar ji me wergirtin û 14 rojan jî em dê di kerentînê de bimînin ku em neçin cihekî din li benzînxaneyê bimînin.”

Deriyê Navdewletî yê Îbrahîm Xelîl, ji 27 meha derbasbûyî ve li pêş geştyar, xwendevan, bazirgan û nexweşan hatiye vekirin.

Li gor amarên deriyê sînorî di vê heyamê de zêdetirî 2000 kesan hatinûçûn kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst