Li Raniye û Derbendîxanê nerazîbûna li hember biryara qedexeyê

02-06-2020
RÛDAW
Li herdu qezayên Raniye û Derbendîxanê li dijî biryara qedexeya hatinûçûnê xwepêşandan hat kirin.
Li herdu qezayên Raniye û Derbendîxanê li dijî biryara qedexeya hatinûçûnê xwepêşandan hat kirin.
Nîşan Herêma Kurdistanê Silêmanî Raniye Derbendîxan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Piştî ku êvara roja bihorî qedexeya hatinûçûnê li Herêma Kurdistanê dest pê kir, beşek ji welatiyan li Derbendîxan û Raniyê, li dijî rêkdarên qedexeyê dest bi xwepêşandanê kirin.

Wan xwepêşanderan di dirûşmên xwe de digotin, ku ew pabendî biryara qedexeya hatin û çûnê nabin, ku ji aliyê Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û li ser daxwaz û pêşniyara Wezareta Tendirustiyê ve ji bo parastina tendirustiya giştî hatiye ragihandin.

Çavkaniyeke emnî ji qezaya Derbendîxanê ji Rûdawê re ragihand, piraniya kesên beşdar di xwepêşandanê de xort in û diyar kir, wan ti kes desteser nekiriye û ew li gor biryarên Qaymeqam û Parêzgarê Silêmaniyê tevdigerin.

Heman çavkaniyê ewlehiyê diyar kir, ew biryarên Wezareta Navxwe yên têkildarî rêkarên qedexeyê cîbicî dikin.

Hejmarek ji welatiyên beşdar di xwepêşandanê de ku xwe weke kasibkar didin naskirin, diaxivin û dibêjin, jiyana wan li ser “karkirina rojane” ye û “ji ber debara xwe û malbata xwe” ew nikarin pabendî rêkarên qedexeya hatin û çûnê bin.

Berdevkê Polîsê Raperînê, Şoriş Îsmaîl jî ji Rûdawê re ragihand, ew dê rêkarên yasayî li hember her kesekî cîbicî bikin ku li dijî biryarên Wezareta Navxwe radiwestin.

Berdevkê Polîsê Raperînê herwiha hişyarî da kesên ku dixwazin aloziyan derxin û got, ew hewlên niha tên dan demkî ne û rewş dê asayî bibe.

Serpireştê Îdareya Raperîn, Hîwa Qerenî jî ji Rûdawê re ragihand, hejmarek kasibkar li hember qedexeya hatinûçûnê û rêkarên din ên taybet bi rêgirtina li belavbûna koronayê derketine kolanan û nerazîbûna xwe nîşan didin.

Hîwa Qerenî da xuyakirin, beşdarên di xwepêşandanê de ji daxistina dukan û bazaran û nemana kar û tevgera bazirganî nerazî ne û got: “Ew rêkarên hatine pêkanîn ji bo silametî û tendirustiya hemwelatiyan e. Eger hemwelatî bi xwe nexwaze pabend be û metirsiyê bixe ser jiyana xwe, em nizanin bi çi awayî rêkaran cîbicç bikin. Em li gor rewşa tendirustiyê, serederiyê li gel rewşa navçeya xwe dikin.”

Serpireştê Îdareya Raperîn destnîşan kir, wan hewl daye bi rêya gotûbêjê xelkê ji vê rastiyê têbigihînin ku armanc ji wan rêkarên niha ji bo parastina tendirustiya hemwelatiyan e.

Piştî zêdebûna hejmara tûşbûyên koronayê li Herêma Kurdistanê, Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji 31ê Gulanê ve qedexeya hatinûçûnê bo dema 6 rojan ragihand.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst