BAKUR - Rojnameger di rewşeke xirab de kar dikin

02-06-2016
Rawîn Stêrk
Rawîn Stêrk
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Rojnamegerî Bakur Xeter Sûr Cizir
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Rojnamegerên ku di pêvajoya şerê li Bakurê Kurdistanê de bi awayekî dorveger çûbûn herêmê û nobeta nûçeyan girtibûn, çavdêriyên xwe bi raya giştî re parvekirin.

 

Di panela bi sernavê „Rojnamegerî li Ser Xeta Agir“ de ku têkildarî mijarê bi rêve çû, şert û zehmetiyên li ber rojnamegerên kurd hatin nirxandin û hate diyarkirin xelkê Tirkiye ji rastiyên ku li wan navçeyan diqewimin bêhaydar in.

 

68 rojnamegerên ku li Tirkiye kar dikin di pêvajoya şerê li Bakurê Kurdistanê de ji bo piştgiriya hevkabendên li wir û çavdêriya rewşa heyî, bi awayekî dorveger çûbûn wan navçeyan.

 

Rojnamegerên ku di çarçoveya Nobeta Nûçeyan de li Sûr û Cizîrê şer şopandibûn agahiyên tirsnak parvekirin û dan zanîn ku rojnamegerî li Bakur li gel mirinê pêkan e.

 

Rojnameger Tugba Tekerek ji Rûdawê re wiha got:

 

“Ez weke rojnamegereke ji rojavayê Tirkiye du rojan li wir xebitîm. Tiştên ku me di nava du rojan de dîtin, fragmaneke piçûk bû ji rewşa heyî. Hevkarên me yên li wir, di şertên mirinê de dixebitin.

 

Leşkeran ji me re digot ewên li vir endamên rêxistinê ne û tu jî hatî piştevaniya wan, nexwe tu jî sempatîzana rêxistinê yî.

 

Di panelê de ku bi beşdariya hejmarek rojnameger û welatiyan birêve çû, hat diyarkirin ku medyaya Tirkiye li Bakûrê Kurdistanê di seyareyên polîsan de nûçeyên xwe dinivîse, agahiyên ku radigihîne ji arteşê dabîn dike û rastiyan jî reş dike.

 

Qedexe, astengî, girtin û kuştina rojnamegerên kurd ên ku şer dişopînin jî bi firehî hate guftugokirin.

 

Peyamnêra DİHAyê Berîtan Îrlan jî wiha got: “Li wê derê êdî tu şervan î, ne rojnameger. Çawa ku şervanek xwe ji nîşangiran diparêze, tu jî neçarî ku xwe bi wî awayî biparêzî.

 

Gelek ciwan hebûn ku li ber çavên me dimirin. Xwezî wan jî weke ciwanên Stenbolê karibiya bi destgirtiyên xwe re bigeriyana, lê nemirana. Carina wijdana min aciz dibe. Ji ber ku ewên ku mirin tev nasên me bûn.

 

Li gorî agahiyan ku di panelê de eşkere bûn, hejmara kuştiyên li Sûr, Cizîr û Nisêbînê gelekî zêdetir e ji yên ku hatine ragihandin. Herwekî din, di jêrxan û avahiyên rûxiyayî de hîn jî cenaze hene. Li aliyê din hafriyat û bermahiya wan avahiyan jî tevî cenaze û hestiyan ji xelkê tê revandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst