Tirkiyê û çekdarên ser bi wê ve gundekî Eyn Îsa topbaran kirin

02-05-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûriyê gundê Seyda yê Eyn Îsa topbaran kirin û ziyan gihişte malên xelkê sivîl.

Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûriyê îro 2yê Gulana 2023yan gundê Seyda yê Eyn Îsa li Rojavayê Kurdistanê topbaran kirin.

Li gorî zanyariyên xwecihî îro piştî nîvro artêşa Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûriyê ji gundewarên Girê Spî, gundê Seyda yê Eyn Îsa bi top û hawinan topbaran kirin.

Di encama topbaranê de ziyanên madî gihiştine malên wî gundî, hîn tu agahî li ser ziyanên canî nehatine bidest xistin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst