Li Erzerom û Qersê dîsa berf bariya

02-03-2022
RÛDAW
Nîşan Bakurê Kurdistanê Barîna Berfê Qers Erzerom
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Erzerom û Qersê yên Bakurê Kurdistanê di destpêka meha Adarê de dîsan berf bariya.

Li piraniya parêzgehên Bakurê Kurdistanê bi destpêkirina demsala zivistanê berfeke zêde bariya û bandoreke nerênî li jiyana welatiyan kir. Lê di çend rojên dawî de piştî zêdebûna pileyên germê li navend û navçeyan berf diweriya û rewş ber bi asayîbûnê ve diçû.

Lê li parêzgehên Erzerom û Qersê şeva borî dîsan berfê destpê kir û ser dar, mal û otomobîlan sipî kir. Li cihên bilind ên parêzgeha Erzeromê ji ber berfa zêde rêya 36 gund û gundikan hat girtin û bi armanca vekirina rê kar û xebatên şaredariyê berdewam in.

Li navçeya Qamuşan ser bi parêzgeha Qersê jî nêzîka 20 santimetre berf bariya ye û tîmên şaredariyê û îdareya taybet rê paqij kirin û xwê kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst