PAK: Em gefên li dijî Serokê Baroya Amedê şermezar dikin

02-02-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) gefên li dijî Serokê Baroya Amedê Parêzer Nahît Eren û malbata wî şermezar kir û bang li aliyên peywendîdar kir ku li hemberî vê yekê erka xwe cîbicî bikin.

Ev demek e gefa kuştinê li Serokê Baroya Amedê û malbata wî tê xwarin. Serokê Baroyê bixwe dibêje, beriya niha jî her gef li wî dihatin xwarin, lê di van demên dawiyê de gef zêde bûne û gefa kuştinê li zarokên wî jî dikin.

Her di vê çarçoveyê de PAKê jî bi daxuyaniyekê piştevaniya xwe bo Nahît Eren û malbata wî nîşan da.

PAK di daxuyaniya xwe de dibêje: “Hinek alîiyên nîjadperest û faşîst, di van rojên dawî de, li ser hesabên xwe yên sosyal medyayê, Serokê Baroya Amedê Nahît Eren tehdît dikin, wêneyên hevjîn, zarok û xizmên wî li ser sosyal medyayê belav dikin û bi vî rengî wan wek hedef nîşan didin. Em wan tehdit û êrîş û gotinên nemirovane yên li dijî Nahît Eren û hevjîn, zarok û xizmên wî têne kirin, şermezar dikin. Em li gel Nahît Eren û malbata wî nin.”

PAKê herwiha bang li dezgehên peywendîdar ên Tirkiyê kir û got: “Di derbarê van kesên tehdîtkar de gavên yasayî destpê bikin. Berpirsayarê yekem ê her hewleke ku jiyana Nahît Eren û ya malbata wî bixwe xeteriyê dê dewleta Tirk bi xwe be.”

Duh jî baroyên 81 parêzgehên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê piştevaniya xwe bo Nahît Eren nîşan dabûn û îro jî li Amedê hejmareke rêxistinên civaka sivîl, Platforma Parastin û Piştevaniya Amedê û Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê jî piştevaniya xwe jê re nîşan dan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst