Li Çewligê otobûs wergeriya: 12 kes birîndar bûn

02-02-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Çewligê ya Bakurê Kurdistanê, ji ber berfê otobûsek wergeriya û di encam de 12 kes birîndar bûn.

Li ser rêya Çewlig-Kanîreşê, îro 2ê Sibata 2023ê otobûseke rêwiyan ji ber berf û pûkê ji rê derket û wergeriya. Di bûyerê de 12 kes birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustiyê bo cihê bûyerê hatin şandin. Her 12 birîndar ji aliyê tîmên tendirustiyê ve bo Nexweşxaneya Dewletê ya Çewligê hatin veguhestin. Hat ragihandin ku rewşa birîndaran baş e û metirsiya wan a canî nîne.

Herwiha Parêzgariya Çewligê ragihand ku ji ber berf û sermaya zêde 2 û 3ê Sibatê destûr bo karmendên astengdar û ducanî hatiye dayîn ku neçin ser kar.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst