Faura Pirtûkan - 'Me bi hezaran pirtûk anîne Amedê, werin bixwînin!'

01-12-2024
Abdulselam Akinci
Beşdarên fuarê /Wêne: Rûdaw
Beşdarên fuarê /Wêne: Rûdaw
Nîşan Fuara Pirtûkan Amed
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Fuara 8emîn a Pirtûkan a Amedê deriyê xwe ji xwîneran re vekir.

Fuar bi hevkariya Kompanyaya Rêkxistina Furarên Pirtûkan TUYAPê, Yekîtiya Weşangerên Tirkiyeyê, Jûra Bazirganiya Amedê û Yekîtiya Weşanxaneyên Kurdî ve tê lidarxistin.

Serokê Yekîtiya Weşangerên Kurd Azad Zal got:

"Wekî Yekîtiya Weşangeren Kurd me karê weşanxaneyên xwe hinekî hêsan kir.

Me nivîskar û weşangerên ku ji derveyî Amedê beşdar dibin li otêlan bi cîh kirin û lêçûnên wan da ser fuarê.

Lêçûn ne aîdî wan weşanxaneyan e. Yek ji şertê me jî ew bû."

Di fuara îsal de 216 weşanxaneyên Tirkî û Kurdî beşdar in ku 32 ji wan weşanxaneyên Kurdî ne.

Her wiha ji bo fuarê hemû weşanxaneyên beşdar ji bo danûstendin zêde bibe bi rêjeyên cûda cûda daşikandin jî dikin.

"Ji bilî xwendinê ti derman nîne"

Xwediyê Weşanxaneya Peywendê Xalid Sadinî wiha anî ziman:

"Kurdîno Bedîuzzeman Seîdê Kurdî sed sal berê gotiye Sê derdên me hene: xizanî, bêtifaqî û nezanî û yek derman heye: xwendin, xwendin, xwendin.

Ji bilî xwendinê ti derman nîne ku em ji xizanî, bêtifaqî û nezaniyê ji nav xwe rakin. Divê em bixwînin.

Em hatine Diyarbekirê me ji bo we bi hezaran kitêb anine.

Kitêbên Kurdî me anine, me pirtûkên alim û ûlemayên zana û şarezayên Kurdan anîne, werin bixwînin."

"Eger Kurd nebin neteweperwer dê winda bibin"

Serokê Weqfa Îsmaîl Beşîkçî Îbrahîm Gurbuz wiha axivî:

Eger Kurd nebin neteweperwer dê winda bibin. Li kurdîstana bakûr asîmîlasyoneke gelekî dijwar heye.

Hem asîmîlasyona resmî hem jî asîmîlasyona ji aliyê Kurdan ve tê kirin heye.

Asîmîlasyoneke naxwe heye ku ev jî gelek dijwar e ku gerek em pêş vana bigirin.

Ew jî em dê bi xebatên pirtûkan ve pêşî li veya bigirin."

Di fuara ku dê 9 rojan dewam bike de 400 nivîskarên Kurd û Tirk dê pirtûkên xwe îmze bikin.

Her wiha dê di fuarê de zêdetirî 100 çalakiyên wekî gotûbêj û îmze, konferans û panel bên lidarxistin.

Lêkoler û Nivîskar Nezîrê Cibo got, "Tiştê ji bo nivîskarekî herî baş zêdebûna xwendevanan e.

Ev jî div an mîhrîcan û fuarên awiha de pêkan dibe. Loma nivîskar memnûn dibe."

"Civaka Amedê di warê xwendinê de baş e"

Xwediyê Weşanxaneya Sîtavê Qahir Bateyî wiha anî ziman:

"Di vê pêşangehê de hêviya me heye. Bi rastî hemû pêşangehên Amedê li gorî cîhên din baş derbas dibe.

Civaka Amedê di vî warî de hinekî bi pêş ketiye. Di warê xwendinê de baş e. Em jî hêvî dikin ku îsal jî baş derbas bibe."

Fuara ku di 30ê Çiriya Paşîn de vebû dê heta 8ê Kanûna Pêşîn vekirî be.

Pêşbînî ew e ku di 9 rojan de zêdetirî 250 hezar kes seredana fuarê bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst