Li Tirkiyeyê ji sedî 98ê welatiyan di bin sînorê birçîbûn û hejariyê de dijîn

01-12-2023
Abdulselam Akinci
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Amed Sînorê Hejariyê Sînorê Birçîbûnê
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 50 milyon kes di bin sînorê birçîbûnê de dijîn.

Konfederasyona Sendîkayên Karkeran (Turk-Îş) di Çiriya Paşînê de lêkolînek kiriye.

Li gorî wê lêkolînê sînorê birçîbûnê 14 hezar û 25 lîre ye û sînorê hêjariyê jî ku pêwistiyên mecbûr li xwe digre 45 hezar 686 lîre û 81 quriş e.

Tevî ku rewş ev e jî bi milyonan welatî di bin sînorê birçîbûne jîyana xwe didomînin.

Ji ber ku nikarin bi mûçeyek tene debara xwe bikin gelek ji wan jî karekî duyemîn dikin.

Ji bo baştikirina şertên xwe pêkhateyên sendikaya KESKê 2yê Kanûna Pêşîn li Stenbol û Amedê du mîtingên hevdem li dar dixin.

“Xebatkar di 2 karan de dexebitin”

Serokê Sendîkaya DÎSKê ya Şaxa Amedê Kamûran Taş got, “Niha xebatkarên ku em dibin şahid em dibînin kare duyemîn dikin.

Ew karê duyemîn jî em bêjin saet di 8an de dest pê dike êvarê saet 5an diqede. Di şeşan de diçe di karekî duyemîn de bi destheqê rojane dixebite.

Ji bo ku wî xebata xwe pêk bîne jî mecbûr e ku ji jin û zarokên xwe dûr bikeve.

Ev jî li ser jiyana wî ya civakî gelek astengî çêdike. Psîkolojiya wî ya mirovî jî gelek xirab dibe.”

“Ji sedî 98ê welatiyan di bin sînorê birçîbûn û hêjariyê de dijîn”

Nifûsa Tirkiyeyê 86 milyon e. Li gorî rapora tora çareseriya peşveçûnek berdewam a Netewên Yekbûyî ya 2023yan li Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê zêdetirî 51 milyon welatî di bin sînorê birçîbûnê de ne.

Herwiha zêdetirî 32 milyon welatî jî di sînorê hêjarîyê de dijîn.

Wate ji sedî 98ê welatiyan di bin sînorê birçîbûn û hêjariyê de ne jîyana xwe didomînin.

“Bihabûn çêbûye, feqîr mirine”

Welatî Sakîne Zamanê anî ziman, “Mala bavê danûstendina ku min kir. Lawo pere tine, bihabûn çêbûye feqîr mirine ha.”

Welatî Argeş Yalçin diyar kir, “Welleh em birçîne ha. Em nikarin. Nan têra me nake, xwarin têra me nake di malekî de em 11 kes in.

Bavê min mehê 10-15 roj kare înşaetê dike ew jî zivistane kar tine ye.”

Welatî Xelîl Ozcan wiha axivî, “Heft nifûsên min hene, xaniyekî min heye mûçeyê min 10 hezar lîre ye em bi zor îdara xwe dikin.”

“Ez di sînorê tî û birçîbûnê de me”

Welatî Ezîz Aydin got, “Keko ez di sînorê tî û birçîbûnê de me.Tişkî tine, ez bi xwe birçîme.

Îca çar heb jî zarok hene, ew jî mecbûr em xwedî bikin lê xwedê alîkar be.”

Dê li Amed û Stenbolê mîtîng bên lidarxistin

Li hemberî rewşa heyî Konfederasyona Sendîkayên Kedkaran (KESK) dê 2yê Kanûna Pêşîn li Stenbol û Amedê du mîtîngên hevdem li dar bixin û ji bo baştirkirina mûçeyek ku di berjewendiya karkeran de be dê daxwazên xwe bigihînin desthilatê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst