Li Tirkiyeyê sînorê birçîbûnê gihişt 16 hezar û 483 lîreyan

25-12-2023
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Sînorê Birçîbûnê Sînorê Hejariyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistan sînorê birçîbûnê yê malbatake 4 kesî gihişt 16 hezar û 483 lîreyên Tirkî ku dike derdora 562 dolar.

Sînorê hejariyê jî 46 hezar û 800 lîreyên Tirkî derbas kir ku ew jî dike nêzîkî hezar û 600 dolarên Amerîkî.

Konfederasyona Sendîkaya Karmendên Dewletê ya Hevgirtî (Bîrleşîk Kamu-Îş) îro sînorên hejarî û birçîbûnê yê meha Kanûna Pêşînê eşkere kir.

Li gorî saziya navborî malbateke çar kesî ji bo ku birçî nemîne di meha Kanûna Pêşînê de tenê ji bo xorakê pêdiviya wê bi 16 hezar û 483 lîreyên Tirkî heye.

Herwiha heman malbat ji bo ku wekî hejar neyê hejmartin jî di Kanûna Pêşînê de divê dahata wê ji 46 hezar û 837 lîre ne kêmtir be ku ew jî dike nêzîkî hezar û 600 dolarên Amerîkî û ev yek jî wek sînorê hejariyê tê binavkirin.

Li gorî Konfederasyona Sendîkaya Karmendên Dewletê ya Hevgirtî li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê tevahiya sala 2023yan sînorê birçîbûnê 7 hezar û 424 lîre zêde bûye.

Sînorê hejariyê jî di salekê de 20 hezar û 713 lîre zêde bûye.

Sînorê birçîbûnê tenê di Kanûna îsal de li gorî mehek berî wê 835 lîre û  sînorê hejariyê jî di heman serdemê de hezar û 791 lîre zêde bûye.

Li aliyê din li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê mûçeyê kêmane 11 hezar û 400 lîre ye ku dike 389 dolar û  dahata derdora ji 50ê hemû karker û karmendên li Tirkiyey bi wî mûçeyî ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst