AMED - Li Girê Çilşehîdan dîmenên şermê

01-11-2023
RÛDAW
Nîşan Çiyayê Çilşehîdan Amed
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Qirêjiya li ser Çiyayê Çilşehîdan (Kirklar) ku yek ji rawestgeha geştyaran a Amedê ye, bû cihê nerazîbûnê.

Wênegirê navdar ê Kurd Masum Suer ji bo qirêjiya li jîngeha Çiyayê Çilşehîdan got, “Ev wêneyê şermê ye.”

Çiyayê Çilşehîdan ê ku li kêleka çemê Dîcleyê û pira Dehderî ye, yek ji rawestgeha geştyaran e.

Çiyayê ku ji bo gelê Amedê ango ji bo Misilman û Xiristiyanan jî pîroz tê dîtin êdî bûye rawestgeha alkolvexwaran.

Derdora Çiyayê Çilşehîdan bi çop û şûşeyên alkolê tije bûye.

Wênekêşê navdar ê Amedê Masum Suer bi wêneyên ku li Çiyayê Çilşehîdan kişandiye bal kişand ser vê rewşa şermê.

Masum Suer ji nûçegihanê Rûdawê Abdulselam Akıncı re axivî û got:

“Mirov nikare navekî ji vê yekê re bibîne. Ev dîmen mirov dide şermê. Ev çiya hem ji bo Xiristiyanan, hem jî ji bo Misilmanan pîroz tê dîtin. Navê xwe ji çil şehîdan girtiye.

Li gorî rîwayetan her şev 40 pisîkên ku ji Amedê dihatin li vir dibûn mirov. Di wê demê de pirsgirêkên li bajêr dihatin nîqaşkiririn.

Îro jî em dibin şahidê vê qirêjiyê. Mirov ji van dîmenan tê şermê.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst