Çekdarên Artêşa Niştimanî ya opozisyona Sûrî ya ser bi Tirkiyê ve li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê.
Hewlêr (Rûdaw) - Li Efrînê çekdarekî grûpa Emşat kurekî hevjîna xwe îşkence kir û kuşt.
Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûriyê ragihandiye ku çekdarê bi navê Sair Elhelebî ji grûpa bi navê Emşat a ser bi hêza bi navê Artêşa Niştimanî ya ser bi Tirkiyê ve, li bajarê Efrînê kurê hevjîna xwe kuştiye.
Zarokê 13 salî, ku ji aliyê zirbavê xwe ve hatiye kuştin, li Nexweşxaneya Efrînê nîşanên îşkencekirin, daxdan û girêdana bi zincîran, herwiha nîşanên lêdana tund li ser laş û rûyê wî diyar bûn.
Li gorî belge û zanyariyên belavbûyî, çekdarê ku ew zarok kuştiye, endamê grûpa Emşat e.
Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûriyê diyar kiriye, piştî îşkenceyeke tund ew zarok bo nexweşxaneya Efrînê hatiye veguhestin, lê bi sedema giraniya birînan, canê xwe ji dest daye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse