MAKÛ - Îran hewl dide navê gundê Sorikê bike Tirkî

01-09-2023
RÛDAW
Nîşan Gundê Sorikê Guhetina Navên Kurdî Makû
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsên bajarê Makûyê ya Rojhilata kurdistanê, hewl didin gundê Sorikê vala bikin û gundekî din çêbikin û navê wî yê Kurdî jî biguherin.

Li gorî zaniyariyên ku ji Makuyê gihîştine Tora Medyayî ya Rûdawê piştî rabûna lehiyê û herifîna 35 xaniyên gundê Sorikê yê navçeya Borelanê dê cihê gund were guherandin.

Berpirsên Fermangeha Niştecîkirina Makûyê ji gundiyan re ragihand, ji ber lehiyan di demên pêş de, dê cihê gund biguherin.

Herwiha ji xelkê re got ku navê gundê nû jî dikin dê bikin “Yenî Kizilca” ku navekî Tirkî ye.

Gundî naxwazin navê gund were guhertin

Li gorî zaniyariyên Rûdawê, pirsgirêka xelkê gundê Sorikê bi guhertina cihê gund re nîne lê ew naxwazin navê gundê wan bê guhertin.

Gundiyan ji berpirsên hikûmetê re jî got ku divê navê gund yan Sorik yan jî Sorika Nû be.

Şeva sêşemê li navçeya Borelanê lehî rabû û gundê Sorikê di bin avê da ma.

Li gorî rapora Qaymeqamiya Makûyê, 35 xaniyên gund, tevî cihên xwedîkirina ajelan bi temamî herifîne.

Navçeya Borelanê ya bajarê Makûyê li bakurê parêzgeha Urmiyeyê ye û hevsînorê Bakurê Kurdistanê ye.

Navçeya Borelanê 16 gundan li xwe digire.

Di salên borî de ji ber nebûna xizmetguzariyan û bêkariyê hejmareke zêde ya xelkê koçî bajêr kir.

Li wan 16 gundan 500 malbat dijîn û hejmara xelkê navçeyê nêzîkî 2 hezar û 200 kesî ye.

Tevahiya xelkê navçeya Borelanê û piraniya niştecihên Makûyê Kurd in û niştecihên din ên bajêr jî Azerî ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst