Li Erziromê agir: 7 mal û 8 axur şewitîn

01-09-2023
RÛDAW
Nîşan Erzirom Agir
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Nûrgahê ya parêzgeha Erziromê ya Bakurê Kurdistanê, li gundekî ji ber sedemeke nehat zanîn agir derket û 7 mal û 8 axur şewitîn.

Li gundê Koskorê yê navçeya Nûrgahê şeva borî ji ber sedemeke nehat zanîn agir bi banê xaniyekî ket û ji ber bayê zêde belav bû.

Li ser agahdarkirinê ji parêzgehên Bayburt, Erzirom û navçeyên Nûrgah û Îspirê tîmên agir vemirandinê şandin cihê bûyerê.

Agir piştî xebatên 5 demjimêran hat vemirandin.

Di encama agir de li gund 7 mal û 8 axur şewitîn.

“Kesekî canê xwe ji dest nedaye”

Parêzgarê Erziromê Mustafa Çiftçi çû serdana gund û got:

“Agir demjimêr 6:30ê êvarî dest pê kiriye.

Li gor zanyariyên destpêkê 7 mal û 8 axur şewitîne. Dê tîmên me zerara gundiyan tespît bikin.

Spas ji Xwedê re kesekî canê xwe ji dest nedaye û ti ajel mirar nebûne.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst