Ji bo aştiyê dê ji Wanê heta Îzmirê baz bide

01-09-2018
Rûdaw
Nîşan 1ê îlona Roja Aştiyê ya Cîhanê Riza Martaş Wan Îzmir
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Esnaf Riza Martaş ê xelkê Îzmirê li ser xatirê 1ê îlona Roja Aştiyê ya Cîhanê ji bo ku xweşikî û delaliyên nîşanî her kesî bide dê ji Wanê heta Îzmirê baz bide. 

 

Riza Martaş ê 41 salî ji bo destpêka bazdinê çû qada Kelha Wanê. Martaş daxuyanî da rojnamevanan û got ku hedefa wî ew e ku hezar û 830 kîlometreyî ji 13 bajaran derbas be û vê di mehekê de biqedîne. 




Martaş got ku ev demeke dirêj e beşdarî çalakiyên bazdanê dibe û wiha pê de çû: "Ev 3-4 sal e li bajarên cuda ez dibezim. Ez ji bazdanê gelekî hez dikim. Li ser rê ez kê bibînim ji wan re dibêjim her dem 'qenciyê' bikin. Ez dixwazim di navbera Wan û Îzmirê da "pireke qenciyê" ava bikim. Di van rojên ku zor û zehmet da daxwaz min tenê ev e. Ez dixwazim xweşikî û delaliyên dîrokî yên welatê nîşanî hemû kesî bidim."




Herwiha Martaş diyar kir ku xelkê Wanê miletekî gelekî baş e û wiha axivî: "Wan jî bajarekî gelekî xweş e. Li Kelha Wanê ez gelekî kêfxweş û bihizûr im. Ev bazdan li Tirkiyeyê cara ewil e wê bê kirin. Armanca min ew e ku vê bazdinê ez bê qeza û bela xilas bikim."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst