Encumena Şaredariya Rezanê mûçeyê cîgirê şaredar kir 160 lîre

01-07-2019
RÛDAW
Encumena Şaredariya Rezan derbarê mûçeya cîgirê serokê şaredariyê biryar da
Encumena Şaredariya Rezan derbarê mûçeya cîgirê serokê şaredariyê biryar da
Nîşan Amed Rezan AK Partî HDP Muhammed Dara Akar Mûçe
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Encûmena Şaredariya Rezan a Ameda Bakurê Kurdistanê bi tevahiya dengan biryar standiye ku mûçeyê cîgirê serokê şaredariyê bibe 160 lîreyên Tirkiyê.

 

Di çend rojên derbasbûyî de Encûmena Şaredariya Rezan a Ameda Bakurê Kurdistanê biryareke balkêş îmze kir. Encûmena Şaredariyê di civîna xwe ya asayî de bi piraniya dengan biryar da meşaê cîgirê serokê şaredariyê ku ser bi AK Partî ye 160 lîre be ku dike kêmî 30 dolarên Amerîkî.

 

Cîgirê Serokê Şaredariya Rezan Muhammed Dara Akar ji Rûdawê re ragihand ku ew di çarçoveya yasayan de wek cîgirê serokê şaredariya hatiye destnîşankirin û neheqî li wî hatiye kirin, lê ew dîsa jî amadeye bo gelê Amedê bixebite.

 

Akar got ew amade ye bi vê mûçeyê razî be lê divê hemû şaredarên HDPê jî mûçeya xwe ji hejaran re bibexşînin. 

 

Di hilbijartinên şaredariyê yên 31ê Adara îsal de, Berbijêrê HDPê bo postê serokê Şaredariya Rezan ji sedî 70.34ê dengan bidest xistin, lê bi hinceta ku berê bi Biryarên di Hikmê Qanûnê de ji pîşeyê mamostatiyê hatiye dûrxistin, li cihê wî berbijêrê AK Partî wek serokê şaredariyê hat danîn ku tenê ji sedî 25.46ê dengan bidest xistibûn.

 

HDP herçiqas red dike ku biryara wan tolstandina ji AK Partî be, lê acizbûna xwe jî venaşêrin û birêvebirina Şaredariya Rezan ji aliyê AK Partiyê ve wek neheqî dibînin.

 

Endama Encûmena Şaredariya Rezan Zubeyde Zumrut jî da xuyandin ku mûçeyê Cîgirê Serokê Şaredariya Rezan bi piraniya dengên endamên encûmena şaredariya hatiye diyarkirin.

 

Encûmena Şaredariya Rezan 30 endamên wê HDP û 7 jî AK Partî ne. Li gor yasa, serokê şaredariyê k user bi AK Partî ye dikare 3 kesan wek cîgir dabimezrîne, lê ji ber piraniya encûmenê di destê HDPê de ye, di derxistina biryaran de AK Partî rûbirûyê pirsgirêkan dibe.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst