Li Cindirêsê çekdarekî Ceyş el-Şerqiyê bi çekê êrîşî malbateke Kurd kir

01-06-2023
RÛDAW
Li Cindirêsê çekdarekî Ceyş el-Şerqiyê bi çekê êrîşî malbateke Kurd kir
Li Cindirêsê çekdarekî Ceyş el-Şerqiyê bi çekê êrîşî malbateke Kurd kir
Nîşan Cindirês Malbatên Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Cindirsê yê herêma Efrîn a Rojavayê Kurdistanê, çekdarekî Ceyş el-Şerqiyê bi çekê êrîşî malbateke Kurd kir û gefa kuştinê li endamên malbatê dixwe.

Çalakvan Mistefa Şêxo yê ku xelkê Efrînê ye, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku çekdarekî Ceyş el-Şerqiye bi navê Mihemed Bûqras ku bi Ebû Casim tê naskirin, bi çekê êrîşî mala welatiyê Kurd Şêro Hemûd kiriye.

Şêxo her wiha got ku çekdarê navborî gefa kuştinê li Şêro Hemûd û malbata wî dixwe û da zanîn ku ev bûyer li heman taxê bûye ku 4 kes ji malbata Pêşmerg lê hatibûn kuştin.

Wê malbatê niha xwe li malbata Pêşmerg girtiye ku di şeva Newrozê de 4 endamên malbata wan şehîd ketin, grûpên çekdar jî gefan li wan dixwin û guleyan bi ser wan de direşînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst