HEZKURDê ji bo mamosteyên Kurdî yên xwedan pêdiviyên taybet dest bi kampanyayekê kir

01-05-2023
RÛDAW
Nîşan HEZKURD Mamosteyên Kurdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hereketa Zimanê Kurdî (HEZKURD) ji bo ku di nav tayînkirinên zêde yên mamosteyên xwedan pêdiviyên taybet de yên Kurdî jî cih bigirin, li ser medyaya civakî dest bi kampanyayekê kir.

Wezareta Perwerdehiyê ya Tirkiyê di çarçoveya Ezmûna Hilbijartina Karmendên Giştî yên xwedan pêdiviyên taybet (EKPSS) de hefteya borî 3 hezar û 500 mamosteyên xwedan pêdiviyên taybet erkdar kirin.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan di merasima tayînkirina mamosteyên xwedan pêdiviyên taybet de daxuyanî da û got ku dê her 4 hezar û 300 mamosteyên xwedan pêdiviyên taybet yên ku serlêdan kirine bên tayînkirin.

Di nav mamosteyên ku nû hatine tayînkirin de ji bo kursên zimanê Kurdî re kota nehat dayîn.

Bi vê armancê Hereketa Zimanê Kurdî (HEZKURD) li ser medyaya civakî bi hashtaga “#KürtçeEkpssAtama” kampanyayek da destpêkirin.

Koordînatorê HEZKURDê Fevzî Bulgan li ser Twitterê parve kir û got, “Mamosteyên xwedan pêdiviyên taybet hemû hatin tayînkirin! Ji bilî mamosteyên Kurdî yên xwedan pêdiviyên taybet, zêdekirina 5 di nav 3500î de divê ne zehmet be!”

Bulgan anî ziman ku mamosteyên Kurdî ji ber ku kota tunebû nedikarîn hilbijartinê bikin û got, “Ji ber ku berê ji bo Kurdî kota nedihat dayîn namzetan nedikarîn hilbijartinê bikin û ji ber ku nikarin hilbijartinê bikin, nehatine tayînkirin. Em daxwaz dikin wek çawa mizgînî hate ragihandin ji bo her kesî wek hev be.”

Kampanyaya HEZKURDê li ser medyaya civakî rastî eleqeyeke mezin hat.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst