Balefirên Tirkiyê hinek deverên Amêdî bombebaran kirin

01-05-2022
RÛDAW
Balefirên Tirkiyê gundên Girgaş û Sigêrê li Amêdî bombebaran kirin
Balefirên Tirkiyê gundên Girgaş û Sigêrê li Amêdî bombebaran kirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Tirkiyê bi balefirên F-16 û helîkopteran herdû gundên Sigêrê û Girgaşê yên ser bi qezaya Amêdiyê li biniya çiyayê Metîna bombebaran kirin.

Nişteciyekî wê navçeyê bi navê Heval Birkanî dîmen ji Rûdawê re şandine û ragihand: Balefirên Tirkiyê li asmanê navçeyê firiyane û derdora herdu gundên Sigêrê û Girgaşê li qezaya Amêdiyê bombebaran kirin.

Heman çavkaniyê got jî, ti ziyaneke canî nebûye, lê tirs ketiye nav xelkê navçeyê de.

Roja 18 meha borî, Tirkiyê dest bi operasyoneke asmanî û bejahî li sînorê herdû nahiyeyê Dêrelûk û Şêladizê kir, ji du aliyan ve hêzên wê pêşve çûne û li du cihên cuda li nêzîkî navenda Şêladizê bi helîkopteran daketinên asmanî encam dan.

Baskê serbazî yê PKKê, HPGê jî ragihand: Êvara roja Înê, 12 leşkerên artêşa Tirkiyê li Zapê hatine kuştin. Li gorî HPGê, hêzên wan bi bombeyên destî û çekên sivik êrîşî çepereke artêşa Tirkiyê kirin û 5 leşkerên wê kuştin, piştre hêzeke din êrîşî gerîlayên wan kirin û ji wê hêzên jî 7 leşkerên din hatin kuştin.

Herwiha Wezareta Berevaniya Tirkiyê jî ragihand ku ji 18ê Nîsanê ve heta niha di operasyonên nav axa Başûrê Kurdistanê de 57 gerîlayên PKKê canê xwe ji dest dane.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst