Li Licê malek rastî êrişên çekdarî hat

01-04-2021
RÛDAW
Di encama wan êrişan de ziyaneke maddî çê bû
Di encama wan êrişan de ziyaneke maddî çê bû
Nîşan Lice Amed Bakurê Kurdistanê Mehmet Şah Bozkuş Leyla Bozkuş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Licê kesên nenas du caran mala hemwelatiyekî gulebaran kirin. Di encama êrişê de tenê ziyana maddî çê bûye.

Li gundê Mişrif ê ser bi navçeya Licê ve li Ameda Bakurê Kurdistanê duh malek rastî êrişên çekdarî hat.

Li gor zanyariyan bûyer şeva derbasbûyî demjimêr 22.50 rû da û li gor agahiyên berdest, piştî ku elektrîk li ser gund qût bû, mala hemwelatiyê bi navê Mehmet Şah Bozkuş du caran rastî êrişa çekdarî hat.

Di encama wan êrişan de ziyaneke maddî çê bû lê ti ziyaneke canî nebûye.

Herwiha Dozgeriya Komarî ya Licê derbarê bûyerê de lêpirsîn da destpêkirin.

Leyla Bozkuş ku yek ji endamên wê mala ye, li ser çawaniya bûyerê, got, “Di dema êrişê de em 6 kes li malê bûn. Dema ez li ber deriyê mitbexê bûm, elektrîkên gund qût bûn û di wê kêliyê de mala me hat gulebarankirin.”

Ew jin dibêje dema ku êrişê berdewam dikir wê daxwaza alîkariyê ji hêzên cendirme kir û ragihand, êrişa li ser mala wan 20 xulekan berdewam kir.

Her di dewama gotinên xwe de Leyla Bozkuş, behsa êrişa duyem jî kir û rexne li hêzên emnî girtin, “Gundî û kesûkarên me hatin û em jî derketin.  Di wê kêliyê de êrişa duyem çê bû. Her kes bi aliyekî ve reviya. Tevî ku em gelek caran li hêzên cendirme geriyan, ti kes nehat.”

Herwiha wê jinê tekez kir ku bi sedan gule bi xanî û otomobîla wan ketine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst