Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Ezbiderê ya parêzgeha Sêwazê ya Bakurê Kurdistanê di dema nimêja terawîhê de ji ber gaza ku ji sobeyê derketiyê 48 kes bi jehrê ketin.
Li mizfegta taxa Yeşîlyaziyê ya navçeya Ezbiderê di dema nimêja terawîhê de kesên ku ji ber gaza karbonmonoksîdê ya ku ji sobeyê derketiye bandor li wan kir derketin derveyî mizgeftê.
Li ser agahdarkirinê polîs, tîmên tenduristiyê û tîmên parastina sivîlan çûn cihê bûyerê.
Tîmên tenduristiyê 48 kesên ku gaza karbonmonoksîdê bandor li wan kiriye birin Nexweşxaneya Dewletê ya Bilekanê.
Ji kesên ku li nexweşxaneyê hatin dermankirin, 5 kes ji bo tedbîrê sewqî Sêwazê hatin kirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse