Li Amedê kûçikekî zarokê ku diçû kursa Quranê birîndar kir

15-12-2023
RÛDAW
Nîşan Amed Kûçikên Bêxwedî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê, kuçikekî bêxwedî êrişî zarokekî 13 salî kir û ew bi giranî birîndar kir.

Li gundê Tilhamê yê Amedê, zarokê bi navê Veysel Ç. yê 13 salî dema ji mal derker û diçû kursa Quranê di rê de rastî êrişa kuçikekî bêxwedî hat.

Veysel Ç. bi alîkariya gundiyan hat rizgarkirin û gundiyan ew bir Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazi Yaşargilê ya Amedê.

Dermankirina Veysel Ç. li nexweşxaneyê berdewam e û bijîşkan derziya harbûnê lê daye.

Ramazan Ç.yê apê Veysel, bangî berpirsan kir ku ji bo kûçikên beredayî tedbîrên pêwîst wergirin.

Di demên dawî de li parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê êrişên kûçikên bêxwedî zêde bûne.

Berî çend rojan li Mûşê jî jineke 79 salî di êrişa kûçikên bêxwedî de birîndar bûbû.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan roja 9ê Kanûna Pêşîna 2023yan ragihand ku agahiya wan ji giliyên zêde hene û dê pirsgirêka ajelên kolanan çareser bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst