Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ligel Balyozê Rûsyayê yê li Iraqê civiya û têkeliyên navbera Hewlêr û Bexdayê û çareserkirina pirsgirêkan gotûbêj kirin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Îro çarşemê li Hewlêrê, pêşwazî li Balyozê Rûsyayê li Iraqê Elbrus Kutrashev û şandeya pê re kir.
Serokatiya Herêma Kurdistanê di derbarê hevdîtinê de daxuyaniyek belab kir û tê de ragihand ku di hevdîtinê de rewşa siyasî û aborî ya Iraqê, pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê û danûstandinên çareserkirina pirsgirêkên wan gotûbêj kirine.
Li gorî daxuyaniyê Di hevdîtinê da, her du aliya li ser peywendiyên Rûsya digel Iraq û Herêma Kurdistanê û serdana dawî ya Wezîrê Derve yê Rûsyayayê bo Bexdayê bîr û rayên xwe bi hev guhertin.
Herwiha hat ragihandin ku pêşhatên şerê Ukraynayê û bandora wî şerî li ser deverê bi giştî çend mijarên din yên civînê bûne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse