Li Şingalê dronekê otomobîleke YBŞê kir armanc

01-03-2023
RÛDAW
Nîşan Şingal YBŞ Asayîşa Êzîdxanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Firokeyeke bê firokevan li Şingalê otomobîlek kir armanc û li gor agahiyan berpirsekî YBŞê ku rêveberekî Asayîşa Êzîdxanê ye, hatiye kuştin.

Li gor agahiyan, îro Çarşemê di demjimêr 12:00 de li navenda qezaya Şingalê êrîşeke bi dron pêk hatiye û otomobîlek hatiye armanckirin.

Medyaya nêzîkî PKKê ragihandiye, êrîş ji aliyê droneke Tirkiyê ve hatiye kirin û di êrîşê de “otomobîlek Asayîşa Êzîdxanê” hatiye hedefgirtin.

Dije Terora Kurdistanê jî ragihandiye, droneke Tirkiyê otomobîla berpirsekî emnî yê Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) kiriye armanc.

Li gor daxuyaniya Dije Terora Kurdistanê, berpirsekî YBŞê û pasevanê wî di êrîşê de hatine kuştin.

Asayişa Êzîdxanê daxuyanî da

Li aliyekî din, têkildarî êrîşa îro Asayîşa Êzîdxanê daxuyaniyek belav kiriye û tê de ragihandiye, êrîş di 11:30 de li navenda Şingalê û li dijî wesayîteke Asayîşa Êzîdxanê bûye.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin, êrîş ji aliyê Tirkiyê ve hatiye kirin û berpirsekî wan ê Rêveberiya Asayîşa Êzidxanê Şêrzad Şemo Qasim hatiye kuştin.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst