Parêzerê wî eşkere kir: Selahattîn Demîrtaş çima nexwest biçe şîna bavê xwe?

01-01-2024
Abdulselam Akinci
Nîşan Mahsunî Karaman Selahattîn Demîrtaş Tahir Demîrtaş
A+ A-

Amed (Rûdaw) – Parêzerê Selahattîn Demîrtaş, Mahsunî Karaman li ser sedema nexwestina Demîrtaş a beşdariya şîna bavê xwe û got, “Sedema beşdarnebûnê sîstema siyasî ye ku zêdetirî 7 salan e ew û endamên partiya wî dîl girtine.”

Bavê Hevserokê Berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş, Tahir Demîrtaş li mala xwe ya li taxa Şehîtlikê ya navçeya Yenîşehîra Amedê di 78 saliya xwe de bi krîza dil koça dawî kir.

Selahattîn Demîrtaş bi rêya parêzerên xwe ragihand ku ew dê beşdarî şîna bavê xwe nebe û peyamek parve kir.

"Di esasê xwe de protesto û bertekek e"

Parêzerê Demîrtaş, Mahsunî Karaman li Mala Şînê ya Licê ku şîna Tahîr Demîrtaş lê hatiye danîn ji Rûdawê re axivî û got:

“Heger hûn bala xwe bidin, hema bêje ti siyasetmedarên ku di Doza Kobaniyê de tên darizandin û dîl hatin girtin nemane ku dayik, bav, xwişk û bira û xizmên xwe winda nekiribin.

Di vê pêvajoyê de me hemûyan dît ku ev hemû bûne sedema çi karesatekê. Sedema ku birêz Demîrtaş ji bo sersaxî û şîna bavê xwe naxwaze were Amedê, di esasê xwe de protesto û bertekek e.

Helbet ev reaksîyon ne ji bo şîna wî, sersaxiya wî û gelê wî ye, ji bo vê sîstema siyasî ye ku zêdetirî 7 salan e ew û endamên partiya wî dîl girtine ku mineta wan nake.”

Karaman da zanîn ku Demîrtaş ji wî re gotiye ku ew dê daxwazeke wiha neke û diyar kir ku heger Demîrtaş bixwaze dê bi îhtîmaleke mezin destûr were dayîn ku beşdarî şîna bavê xwe bibe û got:

“Ev mafekî qanûnî ye, bi gelek kesan hatiye dayîn.”

Mahsunî Karaman anî ziman ku parêzerên li Edîrneyê amade ne dema pêwîst bike biçin û bi Demîrtaş re hevdîtinê bikin.

Tahir Demîrtaş piştî merasîma li Goristana Yenîkoyê, li Goristana Dêriyê Mêrdînê hat veşartin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst