Niyaz Salih: Nêçîrvan Barzanî daxwaz kir Encûmena Ewlekariyê roleke zêdetir bide UNAMI

28-05-2022
RÛDAW
Berpirsê Karûbarên Derve û Dîplomatîk li Serokatiya Herêma Kurdistanê Niyaz Salih
Berpirsê Karûbarên Derve û Dîplomatîk li Serokatiya Herêma Kurdistanê Niyaz Salih
Nîşan UNAMI Nêçîrvan Barzanî
A+ A-

Berpirsê Karûbarên Derve û Dîplomatîk li Serokatiya Herêma Kurdistanê radigihîne, Nêçîrvan Barzanî di nameya xwe de daxwaz kiriye ku Encûmena Ewlekariyê roleke zêdetir bide UNAMI li Iraqê û dibêje jî, bi saya wê nameya Serokê Herêma Kurdistanê ku ji Encûmena Ewlekariyê re şand, "niha pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê bûne navdewletî."

Berpirsê Karûbarên Derve û Dîplomatîk li Serokatiya Herêma Kurdistanê Niyaz Salih di dema beşdarbûna di bultena demjimêr 08:00 a Tora Medyayî ya Rûdawê de, ku Hewraz Gulpî pêşkêş kir, qala naveroka wan her du nameyan kir ku Nêçîrvan Barzanî ji Encûmena Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) re şand û got, Serokê Herêma Kurdistanê du name ji Encûmena Ewlekariyê re şand û nameyên wî du mijarên sereke li xwe digirin: Ya yekem daxwaz kir ku Encûmena Ewlekariyê roleke mezintir bide UNAMI li Iraqê ji bo ku di çareserkirina pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê de li gor Destûra Iraqê bêhtir hevkar be. Her wisa daxwaz jî kir ku di aliyê pêşkêşkirina hevkariyên teknîkî de ji bo hilbijartinan alîkariya Herêma Kurdistanê bike.

Berpirsê Karûbarên Derve û Dîplomatîk li Serokatiya Herêma Kurdistanê di beşeke din a axaftinên xwe de behsa wê yekê kir ku, yek ji sedemên ku Serokê Herêma Kurdistanê beşdarî Foruma Aborî ya Davosê nebû, ew bû ku "cenabê wî tê derxistibû ku divê yekrêziya navmala kurd bi ciddî û di zûtirîn wext de kar li ser bê kirin."

Naveroka pirs û bersivên Berpirsê Karûbarên Derve û Dîplomatîk li Serokatiya Herêma Kurdistanê û pêşkêşkarê Rûdawê

Rûdaw: Kekê Niyaz tu bi xêr hatî

Niyaz Salih: Gelek spas

Rûdaw: Encûmena Ewlekariya Navdewletî daxwazê ji Hewlêr û Bexdayê dike ku danûstandineke ciddî û berdewam bikin. Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî berê li Silêmaniyê ragihand ku bi nameyekê daxwaz ji NY kiriye, wiha bike danûstandineke bi vî rengî çêbibe û ew serperiştiya wê bike. Naveroka vê nameyê çi ye û kengî hatiye şandin û têkiliyên Serokê Herêma Kurdistanê di vî warî de bi welatan re çawa bûn?

Niyaz Salih: Gelek spas kekê Hewraz ji bo vê derfetê..me ev nivîsar di destpêka meha 5an de, xasma di 11.05 ê vê mehê de, me ev nivîsar ji aliyê cenabê Serokê Herêma Kurdistanê ji Serokatiya Encûmena Ewlekariyê re şand. Naveroka nivîsarê jî bêhtir du mijarên sereke li xwe digire ku ya yekemîn ew bû ku cenabê Serokê Herêma Kurdistanê daxwaz ji Encûmena Ewlekariyê kir ku roleke mezintir bide UNAMI li Iraqê ji bo ku di çareserkirina pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê de, li gor Destûra Iraqê bêhtir hevkar be. Daxwazkariya duyem a cenabê Serokê Herêma Kurdistanê di nivîsarê de ew bû ku di hilbijartinên bê yên Herêma Kurdistanê de, ango ne şert e ku tenê di wê hilbijartina ku biryar e di 1ê cotmehê de were kirin, di hilbijartinên bê yên Herêma Kurdistanê de hevkariya Herêma Kurdistanê were kirin, di aliyê pêşkêşkirina hevkariya teknîkî di hilbijartinan de.

Rûdaw: Gelo Serokatiya Herêma Kurdistanê amadekarî ji bo vê danûstandinê kiriye?

Niyaz Salih: Ev danûstandin…biryar duhî derket. Civîna Encûmena Ewlekariyê tenê duhî qediya. Lewra hêj gengeşe li ser nehatiye kirin. Lê heke derfet hebe bi min xweş e ku ez mîna zelalkirinekê hinekî dabaşa wê yekê bikim ku me çawa karî bendekê du bendan li biryara Encûmena Ewlekariyê zêde bikin di nûkirina erkê UNAMI de. Çunke bi rastî kesên ku ji sîstema Encûmena Ewlekariyê şehreza ne, û ji proseya derxistina biryarên Encûmena Ewlekariyê şehreza ne dizanin ku ev proseyeke dîplomatîk a pir û pir zehmet û dijwar e û ew karê ku bi rêya cenabê Serokê Herêma Kurdistanê hatiye kirin, karek e ku pêwîstî bi wê yekê heye şandiyekî te yê daîmî li New Yorkê hebe ku meh bi meh û sal bi sal lobî ji bo wê yekê bike ku daxwaziyên te li Encûmena Ewlekariyê li ber çav bigirin, çunke deng bi her 5 endaman hatibû dayin, lewma şêwaza encamdana wê ji bo me ne gengaz bû. Çunke nûneratiya me li wir nîne. Lê bi saya pêwendiyên dîplomatîk ên cenabê Serokê Herêma kurdistanê me karî pêngaveke pir baş bavêjin, nemaze di rojên dawî de, berî dengdanê cenabê Serokê Herêma kurdistanê bixwe bi Bexdayê re, bi Washington û bi New Yorkê re li ser hêlê bû. Ji bo ku hem zelalkirinê bide hemû aliyan li ser daxwazên ku cenabê wî kiriye, her wiha zelalkirinê bide wan li ser wê yekê ku daxwaziyên cenabê wî ji bo hemû axa Iraqê, ji bo hemû gelê Iraqê daxwaziyên rewa ne û ji bo hemû Iraqê bimifa ne. Çunke heke em herin ser daxwaziyan û li daxwazkariya ewil binêrin, heke pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê çareser bibin, bi piştrastî û bê guman ev dê bibe sedema aramî û xweşjiyanê li seranserî Iraqê. Ji her takekesekê vî welatî re û heke UNAMI di proseya hilbijartinê de hevkar be û hevkariya teknîkî pêşkêş bike, ev dê bibe sedema pêşveçûna proseya demokratîk li Herêma Kurdistanê.

Rûdaw: Gelo dê pêngava bê ya Serokê Herêma Kurdistanê û serokatiyê ji bo serkeftina vê pêngavê çi be, ku bi saya nameya Serokê Herêma Kurdistanê danûstaninên Hewlêr û Bexdayê bûne dozeke navdewletî?

Niyaz Salih: Kekê Hewraz..pêngavên bê, pirseke dijwar e, çunke divê em li rewşa xwe ya vêga binêrin. Mixabin heta baweriyeke tevahî li bal her takekes û her partiyekê li Herêma Kurdistanê peyda nebe ku kar ji bo yekrêziyê û rabêjeke siyasî ya hemaheng neyê kirin, ne li ser asta derve ne li ser asta hundir ne mûmkin e destkeftên me hebin. Heke ew parçebûna niha li Herêma Kurdistanê berdewam e û cenabê Serokê Herêma Kurdistanê di gotarên xwe de, li Zaxo û Qelaçiwalanê amaje pê kir, heke ev cudabûn bidome, ne ku em tenê nikarin destkeftên bêhtir bi dest bixin, tew metirsî heye ku dibe ku em tiştên hene jî ji dest bidin. Lewra yekrêziya navmala kurd û yekrêziya gotara siyasî ya kurdî pir û pir giring e ji bo ku hewldanên dîplomatîk ên cenabê Serokê Herêma Kurdistanê, xasma ew biryara Encûmena Ewlekariyê cihê xwe bigire û serkeftî be.

Rûdaw: Ji bo ku danûstandinên bi Bexdayê re bi beşdariya NY biser kevin, divê hevgirtina hundirîn hebe. Ji bo vê meremê em dibînin ku piraniya lihevkirina navxweyî ya partiyên Kurdistanê heye û rêkkeftin çêdibe?

Niyaz Salih: Bi rastî ev pirs ne dosyeya min e. Faylê min pêwendiyên derve û dîplomatîk in. Lê cenabê serokê Herêma Kurdistanê hergav di gotarên xwe de amaje bi vê kiriye û hewl jî daye û di hewldanên xwe de berdewam jî bûye ku ji bo yekrêziya nav mala kurd bixebite. Yek ji hokarên ku cenabê wî beşdarî Foruma Aborî ya Davosê nebû, cenabê wî kifş kiribû ku divê yekrêziya nav mala kurd bi ciddî û di zûtirîn dem de kar li ser bê kirin û ew hewldanên ku kiriye jî wek serdana Silêmaniyê û mêvandarîkirina civînên PDK û YNKê beşek ji wan pêngavan e û dê berdewam jî bibin.

Rûdaw: Ev cara pêşî ye ku danûstandina navbera Herêma Kurdistanê dibe dozeke navdewletî, xasma bi Bexdayê re. Danûstandinên Hewlêr û Bexdayê dibin daxwaziyeke navdewletî û proje-biryara Encûmena Ewlekariyê ya Navdewletî doz kiriye, gelo ev ji bo Herêma Kurdistanê giring e?

Niyaz Salih: Bê guman pir û pir giring e. Rewşeke me heye, çunke pirsgirêkên navxweyî pir in, hem li Herêma Kurdistanê û hem bi Bexdayê re, lewma rewşeke me heye ku peymanek hebe yan heke biryarek hebe ne şert e bi temamî were cîbicîkirin. Lê heke em nola kesekê akademîst yan mîna şehrezayekê Encûmena Ewlekariyê li vê biryarê binêrin, ez naxwazim asta bendewariyên xelkê bilind bikim, lê heke em li wê biryarê binêrin, bê guman em dikarin bêjin tê wateya navdewletîkirina pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê ye. Çunke ev cara ewil e ku Encûmena Ewlekariyê bi vî rengî tê ser hêlê û bi zelalî û eşkereyî daxwazê ji NY dike ku bi şêweyeke çalak piştgiriya diyaloga Hewlêr û Bexdayê bike. Lewra bê guman li ser asta navdewletî cihê xwe girtiye, pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê li ser asta navdewletî ber bi pêş ve biriye.

Rûdaw: Gelo UNAMI bixwe bi vê daxwaza Encûmena Ewlekariyê kêfxweş e ku qasî hûn haydar bin werin beşdarî danûstandina navbera Hewlêr û Bexdayê bibin?

Niyaz Salih: Jixwe erkê sereke yê UNAMI li Iraqê ji destpêka damezrandina wê ve ew e ku hevkariya Iraqê bike da pirsgirêkên xwe çareser bike. Bê guman ew pêşwaziyê lê dikin, heke NY ew nêrîn nedaba, dê ew biryar bi vî rengî derneketa.

Rûdaw: Çima serokê Herêma Kurdistanê ew hewldana hemahengiyê bi Bexdayê re kir?

Niyaz Salih: Bê guman divabû min ji serî ve amaje pê bikira, zor spas…nivîsarên ku me şandine, di 1ê meha 3yan de jî cenabê Serokê Herêma Kurdistanê nameyek ji Encûmena Ewlekariyê re şand. Hem nivîsara 1ê meha 3yan û hem nivîsara 11.05, her du jî bi rêya hikûmeta Iraqê ji bo New Yorkê ji Encûmena Ewlekariyê re hatin şandin.

Rûdaw: Derbarê hilbijartinê, li wir serokê Herêma Kurdistanê di nameya xwe de bi temamî doza çi kiriye ji bo ku Neteweyên Yekbûyî (NY) serperiştiya hilbijartina Herêma Kurdistanê bike?

Niyaz Salih: Bi awayekî giştî me ji bo hilbijartinên Herêma Kurdistanê doza hevkariyê ji UNAMI kir. Mîna wêya ku ji bo Iraqê hat kirin, di aliyê hevkariya teknîkî û çavdêrîkirina hilbijartinê û van hemû mijaran. Lê name bêhtir giştgir bûne di aliyê daxwaza ji bo hilbijartinan de. Lê wek prensîb rizamendî li ser hatiye dayin. Îcar dû re ew hûrkarî dimînin ku li vir, bi rêya şandiyê UNAMI li ber destê me tên danîn ku dikarin heta çi astekê li piştgirîkirina hilbijartinên Herêma Kurdistanê hevkar bin.

Rûdaw: Berpirsê Karûbarên Derve û Dîplomatîk li Serokatiya Herêma Kurdistanê rêzdar Niyaz Salih, tu bi xêr hatî, zor spas.

Niyaz Salih: Zor spas.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst