Serkan Ramanli: Doza me hemû Kurdan, aştî, edalet û wekhevî ye

22-03-2024
Abdulselam Akinci
Serkan Ramanli pirsên Abdulselam Akinci bersivandin / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Serkan Ramanli pirsên Abdulselam Akinci bersivandin / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan HUDA PAR Serkan Ramanli Êlih Şaredarî Namzed
A+ A-

Namzedê HUDA PARê yê Şaredariya Êlihê Serkan Ramanli bû mêhvanê Tora Medyayî ya Rûdawê û pirsên Abdulselam Akinci bersivandin.

Serkan Ramanli da zanîn, eger di hilbijartinên şaredariyê yên 31ê Adara 2024an de bi ser bi keve dê bala xwe bide “Xwendin û perwerdeya bi Kurdî û pêşkêşkirina xizmetê.”

Ramanli, li ser mijarên wekî “Pirsa Kurd, pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê, pêwendiyên HUDA PAR û AK Partiyê, xwendin û perwerdeya bi zimanê Kurdî, nerîna Partiya Komarî ya Gel (CHP) ali ser Pirsa Kurd” û gelek mijarên din axivî.

Namzedê HUDA PARê yê Şaredariya Êlihê li ser projeyên xwe yên ji bo Kurdî got:

"A yekem, divê xizmet bi zimanê zikmakî be û hewce nake tenê û tenê bi zimanê Tirkî be.

Ya duyemîn jî em dê Enstîtuya Bedîuzeman ava bikin ku tê de zarokên Kurd dê bi Kurdî bi jiyan û jiyannameya kesayetên navdar ên Kurd re bên nasandin.

Tiştê sêyem jî ku em dê ji bo zarokên xwe bikin, ev e ku em dê kreşên vekin û mamosteyên me dê bê bê pere zimanê me hînî wan bikin, herwiha dê dînê wan hînî wan bikin.”

Partiya Doza Azad ku wekî HUDA PARê tê naskirin, 19ê Çiriya Paşîna 2012an hat damezrandin.

HUDA PAR heta niha tevî hilbijartinan bûye û zêdeyî 11 hezar û 500 endamên wê hene.

HUDA PARê di hilbijartinên sala 2018an ên Parlamentoya Tirkiyeyê de, 157 hezar û 324 deng bi dest xistin ku dike 0,31ê dengên hemû Tirkiyeyê.

HUDA PAR di hilbijartinên 14ê Gulana 2023yan de bi AK Partiyê re tifaq kir û di lîsteyên Hevpeymaniya Cumhurê de beşdarî hilbijartinan bû.

HUDA PAR vê carê bi serê xwe tevî hilbijartinên 31ê Adarê dibe lê li bajarên mezin ên wekî Stenbol, Enqere, Îzmîr û Bursayê piştgiriyê dide namzedên AK Partiyê.

Hevpeyvîna Tora Medyayî ya Rûdawê ya bi Namzedê HUDA PARê yê Şaredariya Êlihê Serkan Ramanli re bi vî awayî ye:

Rûdaw: Silav û rêz, gelekî spas ji bo vê derfetê. Hûn ji qadê tên, hûn kampanyaya xwe çawan dikin, diçin kû derê?

Serkan Ramanli: Silav, hûn gelekî bi xêr hatin. Dem têra me nake, bajarekî nîv milyon kes e û em dixwazin xwe bigihînin her kesî, em dixwazin wan rû bi rû bibînin û ji wan re behsa armancên xwe û projeyên xwe bikin, em dixwazin dengê hemûyan bistînin û ji ber wê jî divê em bi ser bikevin.

Rûdaw: Wekî HUDA PARê we tenê 4 parlamenter hene û hûn ji xezîneyê jî alîkariya darayî nastînin, hûn çawa kampanyaya xwe didomînin, pereyên we nînin, hûn çi dikin?

Serkan Ramanli: Çavê me li berîka hevalan e. Hevalên me, hevalbendên me, yên ku ji me hez dikin, dest dikin berîkên xwe û alîkariya me dikin. Dema ku hilbijartin dest pê dike, her kes li gorî xwe alîkariyê dide me, bi wî awayî em kampanyaya xwe didomînin.

Çima HUDA PAR û AK Partiyê tifaq nekir?

Rûdaw: Piştî sala 2018an HUDA PAR bi serê xwe neketiye ti hilbijartinan, sal 2019an we bi AK Partiyê re hevpeymanî kir û sala 2023yan jî hûn bûn hevpeymanê AK Partiyê. Vê carê jî dihat gotin ku hûn dê bi AK Partiyê re bibin hevpeyman, çima vê carê we ew hevpeymanî nekir?

Serkan Ramanli: Cara berê AK Partiyê ji me re got werin em bi hev re bibin hevalbend, me jî qebûl kir û me li hev kir. Me jî xêr jê dît, serokkomar jî xêr jê dît, AK Partiyê jî xêr jê dît, em di wê baweriyê de ne ku miletê me jî dê xêrê jê bibîne. Vê varê em çûn û me pêşniyarî da wan û me got, em dixwazin vê carê jî hevpeymaniyekê çêbikin.

Em di wê baweriyê de ne ku eger li hin navçeyan û li bajêr em hin şaredariyanbistînin, wekî HUDA PARê xwe derxin bi alaya xwe, da em zanibin gelo em dikarin rêvebirina bajarê xwe bi pêş bixin, gelo em dikarin xizmeta miletê xwe bikin an na, me got bila gel me biceribîne.

Mixabin şandeya AK Partiyê got, em li ti cihekî nikarin serokatiya şaredariyê bidin we, em tenê dikarin endamên encûmenên bajar û navçeyan bidin we, ew jî li hemû Tirkiyeyê tenê 8 endamên encûmenan.

Em jî razî nebûn bi wê yekê û me got, bi kêrî me nayê. Dikarim wêya jî bibêjim, li Enqere, Stenbol, Îzmîr û Bursayê li ser daxwaza Serokkomar Erdogan berbijêrên me nabin lê belê li cihên din her kes bi xwe beşdar dibe.

Rûdaw: Yanî li wan çar bajaran (Enqere, Stenbol, Îzmîr û Bursa) hûn piştgiriyê didin AK Partiyê?

Serkan Ramanli: Belê, li van çar bajaran em piştgiriyê didin AK Partiyê.

Rûdaw: Sozên Serkan Ramanli ji bo xelkê Êlihê çi ne? Hûn dê çawa qenaetê bidin xelkê bidin xelkê ku dengê xwe bidin we?

Serkan Ramanli: Niha gelek kes ji min dipirsin, 8 meh berê me tu hilbijartî ji bo tu bibî nûnerê me û niha tu parlamenter î, çima niha daxwaza serokatiya şaredariyê dikî. Ez jî dibêjim, ew 8 meh derbas bûn û min hin ezmûn bi dest xistin. Li ti cihî, ne li wezaretan, ne li wezaretan, ne li parêzgariyê û ne jî li cem rêveberên ku xizmeta miletê me dikin, ez fermanê nadim wan, lewra jî ez ji we rica dikim, xizmetê ji miletê xwe re bikin. Di heşt neh mehên borî de min dît gelek tişt hene ku bi dilê me nayên kirin, yan demek di ser re derbas dibe yan ew tama wê namîne ku tên bicihkirin.

Rûdaw: Yanî burokrasî dibe rêgir?

Serkan Ramanli: Belê burokrasî, me got em karibin bi destê xwe xizmeta miletê xwe bikin baştir e, hewce nake em serê xwe ji bo kesî xwar bikin, hewce nake em li benda wan bin, weke dibêjin, ‘Çavê li deriya, xwelî li seriya.’

Bila em bi destê xwe pişta xwe bixurînin. Niha jî hewcehiya miletê me bi xizmeteke gelekî mezin heye. Projeyên me hene…

“Em hem daxwaza hebûn û nasnameya xwe dikin û hem em dê xizmetê bikin”

Rûdaw: Eger Serkan Ramanli bibe serokê şaredariya Êlihê, çi ferqa wî dê hebe ligel serokê şaredariyê yê AK Partiyê û serokê şaredariyê yê Dem Partiyê? Hûn dê ji bo Êlihê çi bikin?

Serkan Ramanli: Pirseke baş e, dema sala 2014an cara yekê em bûne namzedê şaredariyê li herêma xwe, me tiştek got, me got hinek partiyên wekî DEM Partiyê dibêjin ku em daxwaza zimanê xwe dikin, daxwaza hebûna xwe û nasnameya xwe dikin, dema me qezenc kir li bendê nebin ku em xizmetê ji we re bînin, lewra heta niha wan wekî adetekê xizmet ji ti kesî nekiriye.

Her di wî warî de AK Partiyê jî digot, daxwaza zimanê xwe mekin, daxwaza nasnameya xwe mekin, ji bo wan tiştan neyên cem me, em dê jî xizmetê ji we re bikin, em dê rêyan baş bikin, rêyên we asfalt bikin, bi hemû awayî li gorî bajêr em dê xizmeta we bikin lê belê daxwaza zimanê xwe nekin.

Lê me got, ew du tişt ne alternatîvên hevdû ne, em hem daxwaza hebûn û nasnameya xwe dikin, em xwedî li xwe derdikevin, li aliyekî din ve em xizmetê bikin.

Rûdaw: Gelo projeya we ya mezin ku ji bo Êlihe wekî mizgîniyekê ragihînî çî ye? Yan çend tiştên wisa kurt kurt hene ku tu behsa wan bikî?

Serkan Ramanli: Dikarim behsa sisê tiştan bikin, di behsa têkildarî bajarê nû de, mafê çêkirina xanî û avahiyan li bajarê nû û bilindkirina qatên avahiyan heye lê li bajarên kevn ev tune, ew cudahiyê çêdike.

Bajarên kevn feqîr in û bajarên nû dewlemend in. Eger te bala xwe dabiyê, derdora pasevanê hemû erd e, erdên baş in. Çi dikin, erdên baş textî erdê dikin, paşê bi betonê avahiyan çêdikin. Îro dibe ku em kêfxweş bin lê 50 salî din em dê gelekî poşman bibin û bibêjin, me çima dev ji wan erdan berda û me hemû kir beton, dibe ku nanê me nebe em bixun. Ji ber wê ye jî ku nêzîkî 70 salî ye gelek cih û taxên me yên kevn di bin betonê de mane, tu nikarî li wan deran çandiniyê bikî, em jî dibêjin, em dê wan taxên xwe yên kevn careke din ava bikin, bi awayekî ku milet sûdê jê bibîne.

Yanî eger tiştê wan bi qîmet be, em dê jî avedaniyê bibin wan cihan, em dê mafê bilindkirina qatan bidin wan û emê di bin kontrola xwe de bihêlin dak u bajarê me nû bibe. Dema ew bibe, feqîrî di navbera me de namîne, eger milet xêr ji tiştên xwe dît, erd û xaniyên wan bi qîmet dibin û berîkên wan tiji pere dibin.

Dema feqîrî nema, dizî namîne, madeyên hişbir namînin, zarokên me berê xwe nadin tiştên heram û tiştên nerewa, diziyê nakin, kesî naxapînin û nabin çete, bi wî awayî fêdê jê dibînin.

Parkên me, îro zarokên me, jin û kalên me nikarin biçin parkan û bêhna xwe berdin, ji ber ku li wê derê çete gelek in, madeyên hişbir lê zêde ne.

Em dê wan cihana paqij bikin, em dê bi destê xwe parkên xwe jî biparêzin, bazar û dibistanên xwe jî herwiha. Yê ku aramiya xelkê me têk bibe, em dê jî aramiyê jê re nehêlin.

“Projeyên wî çi ne?”

Rûdaw: Li gorî nifûsa fermî, hejmara niştecihên Êlihê nêzî 650 hezar kesî ye. Li gorî TUIKê nêzîji ji sedî 40ê xelkê Êlihê ji salî biçûktir e yanî yek ji bajarên herî ciwan e lê yek ji wan bajaran e ku herî zêde bê kar lê hene. Herwiha di aliyê damezrandina karmendan de jî rêjeya herî kêm li Êlihê ye. Tevî ku li Mezopotamyayê gelek erdên çandiniyê hene xezîneyeke wekî petrolê jî heye, Çiyayê Ramanê heye, tu bi xwe jî xelkê navçeya Ramanê yî, sûdê jê nabînin. Wekî şaredarî ji bo rêgirtina xortan, çûna wan a bajarên mezin ên wekî Stenbolê çi dikin? Ji bo zêdetirkirina derfetên kar projeyeke we heye bi taybetî ji bo ciwanan?

Serkan Ramanli: Di hilbijartinên berê de me gotibû em dê li êlihê 40 hezar derfetên tayînê çêbikin. Ev proje niha berdewam dike, em texmîn dikin di nava sê salan de ew bê kirin. Bi rêya Wezareta Bazirganiyê ew kar tên kirin, ew tiştekî balkêş û mezin e û bi îzna Xwedê em dê di wî karî de bi ser bikevin. Eleqeya wî karî bi şaredariyê nîne lê belê em dê bi derfetên şaredariyê çi bikin? Em dê ji bo her parkekê nobedarekî tayîn bikin.

Di nava gencan de ne di nava kalan de, ew ciwanên ku bixwazin ji xwe re karekî bikin, em dê rê ji bo wan diyar bikin, em dê ji wan re bibin bi rêber da ku zanibin di kîjan sektorî de bixebitin, dê serkeftî bin, em dê wê rêyê ji wan re vekin.

Me got li her taxekê ji bo karmendên jin ku bêhna xwe berdin, ku bi şev û roj li male ne û mijûlî paqijkirina malê û amadekirina xwarinê ne ku karekî zehmet e, ti sept û lehdên wan nînin, dema diçin rapora tenduristiyê bistînin, kes ji wan re nabêje hefteyekê bêhna xwe berde. Ew derfet ji bo jinan nîne, bêhnvedanê nadin wan lê belê divê em karê wan hêsan bikin.

Divê em wisa bikin ku karibin bêhna xwe berdin, çawa? Em dê ji wan re avahiyekê çêbikin da ku karibin li gel cîranên xwe demekê derbas bikin. Ew kesên ku zarokên wan jî hene, em dê zarokên wan di warê ziman de perwerde bikin, hem jî di aliyê olî de em dê wan fêrî ola wan bikin.

Di wî warî de jî gelek mamosteyên Kurdî hene ku dixwazin dersê bistînin lê belê hîn jî ew derfet û şiyan li ber destê wan nîne. Bi qasî ku ji destê me were, em dê wan bixin kar da ku zarokên me fêrî zimanê me bibin.

Rûdaw: Min wiha fêm kir ku hûn dê li her taxekê baxçeyê zarokan ava bikin û mamosteyên ku niha mafê wan ê mamostetiya Kurdî heye lê mamostetiyê nakin û nehatine damezrandin, bixin kar?

Serkan Ramanli: Belê, em dê baxçeyê zarokan vekin. Ji bo mamosteyan jî belê, em dê wan kesan bixin kar.

“Em dê sê tiştan bikin”

Rûdaw: Mafê perwerdeya bi zimanê dayikê, mafekî Xwedayî, xwezayî û rewa ye lê li Tirkiyeyê ew mafê nayê dan. Hûn jî îsal dema kampanyaya ji bo dersa nemecbûrî ya Kurdî, li gelek bajaran wekî Êlih, Amed û çend navçeyên din, hûn meşiyan û we got, em ji bo zimanê xwe dimeşin. Eger Serkan Ramanli bibe serokê Şaredariya Êlihê, dê di bin sîwana şaredariyê de ji bo zimanê Kurdî xizmeteke çawa bike?

Serkan Ramanli: Me gotiye em dikarin sê tiştan bikin, ya yekem xizmet bi zimanê me yê dayikê tê dan, hewce nake tenê bi Tirkî be. Li malpera me li ser internetê, di nivîsên me de jî zimanê dayikê dê hebe. Îro bi qasî ku ez dizanim, li Batmanê Kurd, Ereb û Tirk dijîn, em dikarin bi her sê zimanan xizmetê bidin xelkê xwe.

Ya duyem, em dê Enstîtuya Bedîuzeman ava bikin, çend rêber, serkirde, pêşewa û zanayên Kurd hebin, ji Cabanê Kurdî ku yekem sehabeyê Kurd e, heta Selahedînê Kurdî (Eyûbî), Şêx Seîd, Şêx Bedîuzeman, Qazî Mihemed, Mela Mistefa Barzanî, Şêx Ubeydulayê Nehrî, Şêx Mehmûdê Berzencî û ew kesên ku navdar bin, em dê jiyan û jiyannameya wan bi zarokên xwe bidin naskirin, herwiha em dê zarokên xwe fêrî jiyanname û helbestên helbestvanên navdar ên wek Melayê Cizîrî û Feqiyê Teyran û hezkirina bo wan bikin da ku zanibin ji kû derê hatine, reha wan ji kû ye, dîrok li ser wan çi dibêje, kê rêya li pêşiya wan ronî kiriye ji bo hemû wan tiştan nas bikin.

Tiştê sêyem jî ku em dê ji bo zarokên xwe bikin ew e ku em dê wan fêrî zimanê xwe bikin, em dê baxçeyê zarokan vekin û mamosteyên me dê belaş zarokan fêrî zimanê xwe bikin, herwiha dê wan fêrî ola xwe bikin.

“Serkan Ramanli HUDA PAR e”

Rûdaw: Wekî siyasetmedarekî genc wiha nîşan didî ku kesekî ne ji rêzê yî, di nav civakê de, di kampanyaya hilbijartinê de û di parlamentoyê de jî tu ne wekî wan parlamenteran î ku em hînî şêwaza wan bûne, hinekî cuda yî. Ew siyaseta tu pêk tînî, gelo siyaseta HUDA PARê jî heman tişt e, yan tu hinekî cuda tevdigerî?

Serkan Ramanli: Ez bi xwe yek ji damezrînerên HUDA PARê me, projeyeke HUDA PARê heye û ez beşdar im. Di rêveberiyê de heta asta berdevk û alîkarê serokê giştî û beşdarî gelek kar û xebatên HUDA PARê bûm, herwiha ez beşdarî nivîsîna bernameya HUDA PARê jî bûme.

HUDA PAR Serkan Ramanli ye, Serkan Ramanli HUDA PAR e. Ez dikarim vêya bibêjim lê ew ferqa ku heye, her kes li gorî şiyanên xwe, li gorî derfetên xwe û li gorî fikr û helwestên xwe hinek tiştan dike, ez dikarim vêya bibêjim, Yunus Emiruglu çend HUDA PARê e, Serkan Ramanli jî bi heman qasî HUDA PAR e. Faruq Dînç çi qasî HUDA PAR e, Şehzade Demîr jî bi heman qasî HUDA PAR e.

“Em dibêjin, vê carê HUDA PARê hilbijêrin”

Rûdaw: Li nevçeya Qubînê  we seriyek da ofîsên çend partiyên cuda û yek ji wan DEM Partî bû. Li wê derê we got, divê em ji hev hez bikin, em xêr û qezenca hev bixwazin, tevî ku partiyên me jî cuda bin, ya di dilê me de ye wekî hev e û doza me jî wekî hev e. Doza we û tişta di nav dilê we de çî ye?

Serkan Ramanli: Wê rojê dema ez di nav bazara Qubînê re derbas bûn, destpêkê li ser rêya me ofîsa AK Partiyê hebû, ew hatibûn û ez jî çûm. Paşê ku em vegeriyan ofîsa Yenîden Refahê hebû, ofîsa DEM Partiyê jî li ser rêya me bû û me seriye da wan jî.

Niha doza me hemû Kurdan, aştî, edalet û wekhevî ye, em hemû daxwaza wê yekê dikin. Lewra dibêjim, ya di dilê me de ye, yek tişt e. Em naxwazin zilmê bikin û em naxwazin zilm li me jî bê kirin. Em daxwaza aştiyê dikin, daxwaza silametiyê dikin û daxwaza xizmeta ji gelê xwe re dikin.

Ew armanca me û hemû siyasetmedaran e lê belê ew jî heye ku her kesî ji bo xwe rêyek û partiyek hilbijartiye. Em dibêjin, hin partî hene ku heta niha hatine ceribandin û ti encameke wan nebûye û nabe jî.

Em dibêjin, vê carê HUDA PARê hilbijêrin û me jî biceribînin da ku em bidin xuyakirin û bi destê xwe îsbat bikin ku aramî, dadperwerî, biratî, wekhevî û hezkirina hevdû, bi îzna Xwedê dê bi me bên pêkanîn.

“Niha ne mimkin e em û DEM Partiyê tifaqê bikin?”

Rûdaw: Ez bersiveke zelal ji we dixwazim, rica dikim, gelo we dixwest li şûna AK Partiyê yan her partiyeke din, niha hevpeymaniya we ligel DEM Partiyê heba û ew tiştên ku we ji AK Partiyê daxwaz kiribû, li gel Dem Partî gotûbêj li ser bikira û hûn bi hev re beşdarî hilbijartinan bibûna?

Serkan Ramanli: Ez vêya dibêjim, niha ew bi ti awayî qebûl nakin…

Rûdaw: Ez dixwazim bi niyet û hêviya te zanibim. Ji te dipirsim, gelo we dixwest hevpeymaniya we bi DEM Partiyê re heba?

Serkan Ramanli: Niha ne mimkin e, em li ser wan tiştên ku mimkin bin diaxivin. Niha em dibêjin çi? Em dibêjin ku divê rêzên me li gorî Îslamê bin, hewce nake hemû kes wekî me bifikire û wekî me be, me behsa tiştekî bi wî awayî nakin lê em dibêjin, bila kes li dijî îslamê çalakiyan neke, xwedî irf û adetên me derkeve û dijminatiya wan neke.

Eger daxwaza tiştekî jî dike, bila bi rêya çek û pevçûnan nebe û nebêje, ev jî rêyek e. Bila di navbera xwe û çekê de mesafeyekê deyne.

“Kurd jî wekî Tirkan damezrînerê wê dewletê ne”

Rûdaw: Wekî dizanî Leyla Zanayê daxuyaniyek da û got, bila Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan pêvajoya çareseriyê ji sarincê derxe, paşê Selahattîn Demîrtaş got, eger DEM Partî û AK Partî li hev necivin, karekî şaş dikin. Ahmet Turk got, eger Pirsgirêka Kurd were çareserkirin, tenê Erdogan dikare wê yekê bike. Bi nêrîna we Pirsgirêka Kurd çî ye û rêya wê ya çareseriyê çî ye?

Serkan Ramanli: Dikarim vê bibêjim, pirsgirêka ziman e, pirsgirêka nasnameyê ye, herî dawî cudahiya di navbera bajaran de ye, bajarên me yên Anadolê û bajarên gelê Kurdistanê, çimkî dewlemendî li wê derê zêdetir e û li vir kêm e, xizmet bi her awayî li wê derê hene, lê li vir kêmtir in.

Wextê ew pirsgirêk di her sê waran de bên çareserkirin, pirsgirêka Kurd jî namîne. Em dibêjin, Kurd jî wekî Tirkan damezrînerê wê dewletê ne û divê bên qebûlkirin. Ev tiştê yekem e. Divê nasnameya Kurdî, nasnameya Kurdan di destûra Tirkiyeyê de were nivîsandin.

Ez behsa pênaseya welatîbûnê dikim û divê zimanê me jî bibe zimanê fermî û zimanê me bibe zimanê perwerdeyê. Çi dibe bila bibe divê pirsga Kurd were çareserkirin. Eger dewleta Tirkiyeyê di wî warî de gavên erênî neavêje bi armanca çareserkirina pirsgirêkê, ew pirsgirêk dê heta hetayê bidome.

Em wê jî dibêjin, bi armanca çareserkirina wê pirsgirêkê jî hikûmet û Erdogan hewce nake li gel aliyekî bicivin, tevî me jî, hewce nake. Ya xuya ye pirsgirêk li qadê ye û rêya çareserkirinê jî xuya ye, tenê dimîne ser wê yekê ku divê îradeyek hebe. Bila îradeya hikûmet û dewletê hebe û wê pirsgirêkê çareser bikin, mixatebê hikûmetê jî gelê Kurd bixwe ye.

“Meseleya Kurdan û Filistînê ne wekî hev in”

Rûdaw: Beriya çend rojan Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatemogulariyê, li bajarê Amedê dema xwandina daxuyaniya Newrozê ragihand, pirsa Kurd pirsa nebûna statuyê ye û Tirkiye çawa ku li pirsgirêka Filistînê xwedî derdikeve, divê di mijara Efrîn û Rojava de jî bi heman awayî tevbigere. Tu li ser vê çi dibêjî?

Serkan Ramanli: Niha eger em bibêjin, ew du mijar rasterast wekî hev in, na ne wekî hev in lê em wêya dibêjin, divê cîhana Îslamî pirsgirêkên xwe bêyî çek çareser bike. Divê bi danûstandinê, bi civînan naskirina hevdû pirsgirêk bên çareserkirin lê belê niha ew derfet li ber destê me tune.

Li aliyekî dewleta Tirkiyeyê dibêje, ew (HSD) dibin gef li ser min û dibin gef li ser ewlehiya welatê min, lewra jî ez wan operasyonan dikim, li aliyê din xelkên wan cihan (Efrîn û herêmên din ên Rojavayê Kurdistanê) dibêjin, ew der axa me ye, axa bav û bapîrên me ye û dewleta Tirkiyeyê bi çi mafekî tê û li wan cihan operasyonan dike? Em dibêjin, divê ewlehî ji teref her du aliyan ve bê parastin û ew operasyon jî negihin wê astê ku xelk ji gundên xwe û ji bajarên xwe dûr bikevin û xelkê din jî cihê wan bigirin.

“CHP tehemulî Kurdan nake”

Rûdaw: Ji dema ku hûn çûne parlamentoyê, nîqaşek di navbera we û CHPyê de heye, hûn bi piştgirîkirina Hizbulahê tn tohmetbarkirin. NAamzeda CHPyê ya li bajarê Afyonê Burcu Goksalê got, eger ez wekî seroka şaredariyê bêm bilbijartin, ez dê deriyan li ber HUDA PAR û DEM Partiyê bigirim. Gelo hûn dixwazin hevdîtinekê bikin? Mijar çi ye?

Serkan Ramanli: Bi Xwedê ew tehemulî me nakin, rengên me Kurdan û partiyên me her çi bin, ew nejadperestiya ku di zihniyeta CHPyê de hebû, hîn jî her berdewam dike û tehemulî me nakin.

“Em ji kiryarên HUDA PARê ne berpirsyar in”

Rûdaw: Birêz Zekeriya Yapicioglu (Serokê Giştî yê HUDA PARê) dibêje, ti kes nikare ji ber kiryarên PKKyê DEM Partiyê tometbar bike û ti kes jî nikare bi sedema kiryarên Hizbulahê, HUDA PARê tawanbar bike. Li ser vê yekê nêrîneke we ya cuda heye?

Sarkan Ramanli: Rast e, bi wî awayî ye. Divê em qebûl bikin ku partiyên siyasî li gorî yasayan tên avakirin.

Kes qebûl nake ku partiyek bi kiryarên 20 sal berê were tohmetbarkirin. Ev ne qanûnî ye, ne adil e û ne wijdanî ye jî.

Rûdaw: Çend meh in êrişên Îsraîlê yên li ser Xezeyê berdewam dikin û zêdetirî 30 hezar kesî hatine kuştin. Hûn piştgiriyê didin Hemasê an jî gelê Xezeyê. Hûn vê yekê wekî erkekî olî dikin yan weke erkekî mirovahiyê?

Sarkan Ramanli: Herdû jî. Ji ber ku em Misliman in, ji bo me erkekî olî ye lê ji bo kesên nemisilman jî erkekî mirovî ye. Ev dozeke însanî ye û Misliman jî beşek in ji mirovahiyê. Ji ber vê yekê kesên ku ne girêdayî olê ne, ne dîndar an jî ne Misilman in, dibe ku xwedî heman erkî bin. Ya me du tişt in.

Rûdaw: Piştî referanduma Başûrê Kurdistanê, pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê lawaz bûn. Niha hûn asta peywendiyan çawa dibînin?

Sarkan Ramanli: Ber bi baştirbûnê ve diçin. Ji bo ku baştir bibin jî tiştê ku ji destê me were û erka ku dikeve ser milê me em dixwazin bikin û em dê bikin jî.

Rûdaw: Li parlamentoyê danûstandinên we li gel partiya desthilat çawa ne?

Sarkan Ramanli: Ya rast ev e ku niha têkiliyên me yên zêde xurt nînin. Karûbarên me, xebata me, ya hilbijartinan û ya partiyê bi giştî, gelek in. Bi rastî danûstandinên me û civînên me ne bi dilê me ne lê em dixwazin bi her awayî be bi pêş de biçin, li gel Herêma Kurdistanê, Parlamentoya Kurdistanê û wan partiyên li Parlamentoya Kurdistanê ne, têkeliyeke kûr û saxlem pêk bînin.

“Ki li we xwedî derkeve dengê xwe bidin wî”

Rûdaw: Gelo peyameke we ji bo dengderan bi giştî heye, ne tenê dengderên Êlihê?

Sarkan Ramanli: Ev hilbijartin, hilbijartineke tiji hevrikî û rikeberiyê ye ji bo xizmetê. Em ji wan re dibêjin dengê xwe bidin wî kesî ku karibe bi awayekî baş xizmetê ji we re bike, li we xwedî derkeve, bi êşên we xemgîn bibe û bi kêrî we be.

Ez nabêjim tenê dengê xwe bidin HUDA PARê. Ez dibêjim, eger berbijêrekî din ji min baştir, jêhatîtir û bikêrtir hebe, dengê xwe nedin min û bidin wî kesî lê eger we got ji min ne çêtir e, dengê xwe bidin min.

Rûdaw: Gelekî spas

Sarkan Ramanli: Li ser ser û ser çavan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst