Berpirsa Yekeya Koçberiyê ya Xaça Sor a Îtalyayê: Îsal zêdetirî 100 hezar koçber hatine Îtalyayê

19-09-2023
Zinar Şîno
Berpirsa Yekeya Koçberiyê ya Xaça Sor a Îtalyayê Francesca Basile
Berpirsa Yekeya Koçberiyê ya Xaça Sor a Îtalyayê Francesca Basile
Nîşan Îtalya Grava Lampedusa Koçber Xaça Sor Francesca Basile
A+ A-

Berpirsa Yekeya Koçberiyê ya Xaça Sor a Îtalyayê Francesca Basile got, “Îsal zêdetirî 100 hezar koçberî derbasî Îtalyayê bûne.”

Herwiha Francesca Basile diyar kir ku “Girava Lampedusayê rêya yekem a hatina koçberan e û ji wê derê jî diçin Tralyayê.”

Di van demên dawîiyê de hejmara koçberên ku ji Afrîkayê berê xwe didin Îtalyayê bi awayekî berbiçav zêde bûye.

Di nav hefteyekê de nêzikî 7 hezar koçber gihîştine Girava Lampedusayê.

Ji ber vê yekê Hikûmeta Îtalyayê jî ji Yekîtiya Ewropayê xwest ku ji bo koçberan çareseriyekê peyda bike.

Berpirsa Yekeya Koçberiyê ya Xaça Sor a Îtalyayê Francesca Basile li ser hatina koçberan a Îtalyayê rewşa wan bersiva pirsên nûçegihanê Rûdawê Zinar Şîno da.

Rûdaw: Niha rewş li navenda pêşwazîkirina koçberan a li Lampedusayê çawa ye?

Francesca Basile: Îro bêtirî 2 hezar kes li vir li navenda penaberan in û pêvajoya veguhestina kesên ku di rojên dawî de hatine, berdewam dike. Tiştê ku em dibînin ew kes bi otobusan û piştre bi rêya beleman ber bi giravên din ên Îtalyayê tên şandin. Di heman demê de, mirovên din digihîjin giravê û koçberên nû tên.

Rûdaw: Cihê manê têra vê hejmara mezin a koçberan heye?

Francesca Basile: Bi rastî di vê pêla nû ya koçberan, me wekî Xaça Sor a Îtalyayê hemû xizmetên seretayî bi cih anîn. Em dê alîkariyê bingehînin van kesan, her çiqas derfetên me jî sînordar bin.

Li gorî wê bernameyê, ji her koçberekî re hemû pêdiviyên sereke yên wekî xwarin, tiştên paqijiyê, cil û berg, alîkariyên tenduristiyê dê bêne dabînkirin, tevî ku ev hejmar ji her carê zêdetir e.

Rûdaw: Tu Berpirsa Yekeya Koçberiyê ya Xaça Sor a Îtalyayê yê, rewş çawa ye sebaret bi gihîştina koçberan, ne tenê di vê rêya ji bo Îtalyayê de?

Francesca Basile: Bi rastî, rêya Lampedusayê, yekem westgeha gihîştina koçberan e lê li gel wê yekê jî hin giravên din jî hene ku koçberan xwe gihandiye wan lê dîsa jî ev girav ya sereke ya hatina koçberan e û piraniya wan koçberan çûne Îtalyayê.

Rûdaw: Te hîç hejmarek heye? Çend kes di mehên derbasbûyî yên îsal de gihîştine Îtalyayê? Ji ber ku niha danûstandin û nîqaş di asta Yekîtiya Ewropayê de heye ji bo çawa serederiyê digel penaxwazan bikin li vê derê?

Francesca Basile: Me dît ku îsal zêdetirî 100 hezar koçberî derbasî Îtalyayê bûne. Tiştê ku em dibînin zêdebûneke berbiçav di hatina koçberan de heye û hatina ku me hefteya borî dît beşek ji wê zêdebûnê ye.

Rûdaw: Hûn dizanin ev xelk ji kû derê tên? Ne tenê ji Tunusê lê ew xelk ji kîjan welatî ne?

Francesca Basile: Bi rastî piraniya wan ji biyabana Afrîkayê ne û gelek ji wan ji Burkîna Faso, Gîne, Ivory Coast, Malî ne lê ji welatên mîna Erîtîriya, Tûnis û Sûdanê û gelek deverên din jî hene ku rewşa li wan welatan nebaş e.

Rûdaw: Xanim Basile, gelekî spas ku tu li gel me bûyî.

Francesca Basile: Spas ji bo we jî bi hêviya rojeke xweş.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst