Hîdayet Can
Bavê Jîna Emînî dibêje, di pêwendiyeke telefonî de ji Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî re gotiye ku, vîdyoyên ku li ser wefata Jîna Emînî di televizyonên Îranê de hatin weşandin "derew" bûn.
Emced Emîniyê bav Jîna Emînî, ew keça Kurd ku li Tehranê bi hênceta pabendnebûna bi tedbîrên xwenixamtinê ve ji aliyê polîs hat girtin û piştre li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da, di hevpeyvîneka ligel Tora Medyayî ya Rûdawê de dabaşa naveroka peywendiya xwe ya telefonî ligel Îbrahîm Reîsî dike.
Emced Emînî ragihand, Serokkomarê Îranê soz dayê ku dê bûyerê bişopîne, “îcar bila em bibînin gelo dê bi rastî jî bişopîne yan na.”
Deqê hevpeyvîna Rûdawê bi bavê Jîna Emînî re:
Rûdaw: Bila em ji devê we bixwe bibihîzin, Jîna ji ber çi çûbû Tehranê?
Emced Emînî: Em li bakurê Îranê li bajarê Heştgirdê bûn. Mala xwişka hevjîna min li wir e û em ji bo seredanê çûbûn wir; paşê Jîna, kurê min û çend xizmên me yên din çûne Tehranê û mixabin hema ku gihan Tehranê û ji metroyê daketin, ji aliyê "polîsê exlaq" ve hatibû girtin; keça min bi zorê li otomobîla xwe siwar dikin û wê dibin baregehê. Bi gotina gelek kesên ku di otomobîla polîs de bûn û pêwendî bi min re kirin, Jîna lava kiriye û gotiye ez ne xelka Tehranê me û cara ewil e hatime vê derê, ez ji we rica dikim min nebin, ez ti derê nas nakim, lê ew bi zorê avêtine hundirê tirimbêlê û lê dane û li serê wê dane. Kurê min jî ku pê re bû, ji polîsan rica kiriye û gotiye em ne şareza ne, wê nebin, lê li lawikê min jî dabûn û cil û kincên lê çirandibûn. Paşê gava ew bi otomobîlê birin navenda polîs, li navendê jî dîsa ew êşandin û lêdan. Paşê polîs vîdyoyeke derewîn nîşan da ku ji serî heya binî nerast bû, hindek dîmenên din jî nîşanî min dan ku ew jî bi temamî nerast bûn. Fîlm ji pêşî heya dawî hatibû sansûrkirin û tiştekî wê li ser hev nebû. Paşê gava Jîna li navenda polîs dikeve ser erdê, ewqasî dereng otomobîla lihawarçûnê anîn ku bû sedem Jîna rastî kirîza dil û mejî were. Polîs fîlmekê 40-45 deqeyî nîşanî me da ku hemû hatibû qutkirin û sansûrkirin, ango ti beşeke wê vîdyoyê ne zelal bû. Gava şandibûn nexweşxaneyê, tew polîsek pê re neçûbû da ji nexweşxaneyê re bibêje ew kes kê ye. Heke lawê min ne li wir ba, jixwe min nedizanî em çawa termê keça min bibînin. Karmendên nexweşxaneyê pirsîbûn ew nexweş kê ye? Ambûlansê ew li ber deriyê nexweşxaneyê avêtibû û çûbû. Paşê gava ez bi doktoran re axivîm, digotin heke zûtir bigihandana nexweşxaneyê, eger hebû nemiriba.
Rûdaw: Çiqasî paştir ew rakiribûn nexweşxaneyê?
Emced Emînî: Li gor kurê min behs dike, piştî dor saet û nîvê ew rakiribûn nexweşxaneyê. Vîdyoya dema gihiştina ambulansê bi navenda polîs nîşanî min dan, hemşîre şaş mabûn û hema li dora xwe çerx dibûn û nedizanîn çi lê bikin. Hema wext wenda dikirin û piştî demeke dirêj ew li ambulansê siwar kirin û birin nexweşxaneyê. Heger bi lez bibirina ev yek nedihat serê wê, lê mixabin pir dereng birin. Her wê dema ku ez giham nexweşxaneyê, doktoran ji min re got keça te miriye.
Rûdaw: Te çawa zanî ku Jîna hatiye girtin?
Emced Emînî: Kurê min pêwendî bi min re kir û got xwe bi bayê bezê bigihîne Tehranê. Min jî xwe bi lez gihand. Dema ez giham nexweşxaneyê, min dît keça min bûye cenazeyek (wek miriyan lê hatiye). Bi ti awayî nedihiştin ez wê bibînim û paşê gava min xwe gihand nik wê, min dît tiştekê wê li ser hev nemaye. Her wê çaxê hêviya doktoran bi mana wê nemabû û gotine min ew keçik miriye, lê min nikarîbû ji jina xwe re bibêjim Jîna miriye, wiha em çend rojan li nexweşxaneyê man.
Rûdaw: Hûn çend rojan li nexweşxaneyê bûn?
Emced Emînî: Em dor 3 rojan li nexweşxaneyê man.
Rûdaw: Wan çend rojên ku tu li nexweşxaneyê pê re bûyî, ma Jînayê nefes dida û distand?
Emced Emînî: Bi gelemperî endamên laşê xwe yeko yeko ji dest dida. Gava gihandibûn nexweşxaneyê, dil û mejiyê wê sekinîbûn. Di roja wê ya dawî de, gurçik û endamên hezmê û yeko yeko endamên laşê wê hino hino ji karî diketin. Wisa demjimêr dor 4ê paş nîvro ji me re gotin ku Jînayê canê xwe ji dest da. Paşê tavilê birin bizîşkê dadî yê Tehranê û ez jî pê re çûm. Lê nehîştin ez derbasî hundir bibim û min nizanî çi lê hat û çi lê kirin û paşê di nava sindoqekê de radestî min kirin ku serê sindoqê jî girtîbû û tiştek jê ne xuya bû. Êdî min nekarî bizanim çi jê kirine ku min doza encamê jî ji wan kir, gotin hîna encam ne xuya ye. Paşê em bi firokeyê şandin Tebrîzê û ji wir jî em birin Seqizê.
Rûdaw: Dema Jîna li nexweşxaneyê mir, tu nêzîkî wê bûyî?
Emced Emînî: Ez li nexweşxaneyê bûm, lê ez ne li ber serê wê bûm, ez wê demê çûbûm xwarinê bixwim gava yek ji polîsan hat û got ku ew miriye.
Rûdaw: Bila em vegerin destpêkê, dema polîsan Jîna biribûn, çi jê re gotibûn? Li hemberî wê hewldana polîsan li ber xwe nedabû?
Emced Emînî: Na bi Xwedê, jixwe cil û bergên wê di televizyona fermî ya Îranê de jî hatin nîşandan. Cil û kincên wê bi rastî nixamtîbûn, mantoyê ku lê bû, jineke 60 salî jî mantoyê bi vî awayî li xwe nake, lê Jînayê li ber xwe dabû û gotibû ez ne ji vir im û ne şarezaya Tehranê me û min nebin. Her j iber vê îsrara wê di otomobîlê da ew êşandibûn, lêdabûn û bi zorê di otomobîlê da dabûn rûniştandin. Heke na bi rastî kincên wê nixamtîbûn û ew bixwe jî lê mikur hatin û dipejirînin ku ti pirsgirêka cilên wê nebû.
Rûdaw: Bi çi lêxistibûn?
Emced Emînî: Ne diyar e bi çi û çawa lêxistin, lê min her du lingên wê li nexweşxaneyê dîtin. Werimî bûn û şîn bibûn, lê keçên ku bi wê re di tirimbêlê de bûn û binka polîsan jî pê re bûn, ji min re gotin ku ez nizanin bi dar bû yan çi li serê wê dane.
Rûdaw: Ku dera laşê wê şîn bibû yan şopa lêdanê bû lê xuya bû?
Emced Emînî: Min tenê lingên wê dît ku şîn bibûn, laşê wê jî li nexweşxaneyê hatibû nixamtin. Di wan çend rojan de jî ku em li nexweşxaneyê bûn, min çend caran daxwaz kir bijîşkê edlî bînin û wê bibîne, lê nehatin. Me jî şûnên din ên laşê wê nedît û min tenê her du lingên wê yên ku reş û şîn bibûn dîtin û mixabin kes nehat muayene bike û bersivaekê bide min ka ew şînbûn a çi ye.
Rûdaw: Tîrêja serê wê girtibûn gelo? Ma ti kêşeyeke wê hebû?
Emced Emînî: Serê wê bi awayekî pêçabûn ku tiştek ne xuya bû. Tevaya serê wê pêçabûn û ji me re xuya nedikir lêdane yan na, tew nedihîştin em destê xwe bidin ti dera laşê wê, nedihîştin em vîdyoyên wê bigirin yan wêneyan jê re bigirin. Piştî vêya jî di di televizyona fermî ya Îranê de êlan kirin ku Jîna nexweş bû, lê tu nexweşiya vê keça min tune bû. Sond bi Xwedê di heyama 22 salên emrê wê de belkî carina serma girtibe, wekî din tu nexweşiya wê tunebû.
Rûdaw: Tê gotin di tirimbêlê de bi hesin yan tepan daberizîne serê Jînayê û paşê jî li hewşa polîsxaneyê efserekê bi kulman li serê wê daye û ew jî ji hiş çûye û xwîn ji guhên wê daketiye xwarê. Çîroka vê çi ye, ji çaxê ku birine nav otomobîlê heta dema ji ser hişê xwe çûye, çawa bû?
Emced Emînî: Min doza vîdyoya nav tirimbêlê kir, lê nedan min. Min daxwaza vîdyoya li hewşa polîsxaneyê jî kir ew jî nedan min. Wan keçan gote min ku di otomobîlê de û li hewşa polîsxaneyê li Jînayê dabûn. Lê dîmeneke sansûrkirî û kurt di televizyonê da nîşan dan ku ez bi ti hawî qebûl nakim. Çunke Jîna saet û nîvê li hundirê polîsxaneyê ma. Nexwe çima vîdyoya wê demê nîşan nadin? Çima vîdyoya nav otomobîlê nîşan nadin? Ti yek ji van nîşanî me nedane.
Rûdaw: Sê rojan piştî mirina Jînayêm gava termê wê dan we û gihaşte Tebrîzê, çi ji we re gotin? Ma gotin wê zû veşêrin?
Emced Emînî: Li Tebrîzê gotin her wê îşev bibin û zûtirkê veşêrin. Lê min îsrar kir û min nehîşt. Çunke min berê ji xelkê re gotibû ku em ê saet 10ê sibe sibehê merasima veşartina wê saz bikin. Wan îsrar dikir ku em her bi şev wê bibin Seqizê û zûzûka veşêrin. Lê min qebûl nekir û tew min got ger wisa ye îşê min pê nîne, hûn term bibin û karê min pê neketiye. Hûn bibin û veşêrin û ez ê paşê bidim ser rêya xwe. Paşê term bi ambûlansê anîn goristana Ayçî Seqizê û min rê neda heta sibehê wê daxin. Min gef xwar heke term daxin, ez ê li şûn bihêlim û paşê bibêjim ku termê keça min dizîne. Ambûlans heya 8ê sibehê ma.
Rûdaw: Hûn ê li ser wefata Jînayê dozê tomar bikin?
Emced Emînî: Bê guman em ê dozê tomar bikin. Lê ma ez ê çawa bihêlim xwîna keça min li erdê bimîne? Bê guman, ez ê dozê vekim û ji dinyayê re ragihînim ku divê kesên bûne sedema vê bûyerê, li ber çavê gelê Îranê werin dadgehkirin û cezakirin. Divê ji min re zelal bikin.
Rûdaw: Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî telefonî te kir, te çi jê re got?
Emced Emînî: Wî ji bo sersaxiyê pêwendî kir. Soza şopandinê da min û min jî got bila şopandin bê kirin û em bibînin encamek jê dertê yan na. Wê oz da bûyerê bişopîne.
Rûdaw: Dema telefona we çiqas bû?
Emced Emînî: Em dor 10-15 deqîqeyan axivîn. Wî ji bo sersaxiyî pêwendî kiribû.
Rûdaw: Gelo soz da te ku doza te bi cih bîne û lêkolîneke cidî bike?
Emced Emînî: Soza ji %100 da ku di derfeta yekem de dozê bişopîne û bersivê bide min.
Rûdaw: Tenê tu pê re axivî yan jina te jî?
Emced Emînî: Bi min û birayekî min re axivî. Birayê min jî daxwaz kir wê dozê bişopînin û bizanin kesên ku wisa anîn serê Jînayê, sedema wan çi bû. Sedem çi ye ew keça ku cilên wê bi vî awayî nixamtî bûn, çima wisa pê re kirin? Bila ew jî bê kifşkirin û ragihandin û ew kes jî bi cidî û li pêş çavê xelkê bên cezakirin, lê ne ku nixamtî bikin.
Rûdaw: Ji xeynî Îbrahîm Reîsî, ti kesekê din ji rayedarên Îranê telefonî te kir?
Emced Emînî: Na kesekê wisa berbiçav telefonî min nekiriye. Hin serkirdên eskerî kirine û sersaxî li min kirin. Çi dema ez li Tehranê bûm û çi gava em vegeriyan Seqizê. Çend soz dan min ku dozê bişopînin. Lê gelo dê bikin an na, hîna ti encamek bi min ranegihandine.
Rûdaw: Rewşa te ya tenduristî çawa ye?
Emced Emînî: Vêga ji roja bûyer qewimî û vir ve, rewşa tendirustî ya hevjîna min pir xerab e û çend caran li nexweşxaneyê hatiye razandin, zarokê min jî wiha, ez bi xwe jî du caran li nexweşxaneyê hatim razandin. Min qeta kezeba xwe ji dest da, ez çawa nerihet nebim, ma ji vê xerabtir dibe? Ez bi xwe jî heta tu bibêjî nerihet û tevlihev im.
Rûdaw: Hêviya Jînayê çi bû, ji çi hez dikir û planên wê yên paşerojê çi bûn?
Emced Emînî: Jîna xwendekara zanîngehê bû. Me nû navê wê li zanîngehê tomar kiribû û biryar bû di roja yekem a payîzê de li Urmiyê dest bi dewama zanîngehê bike. Berî bûyerê bi heftiyekê em çûn û me navê wê qeyd kir. Hezar hêvî û xwestekên wê hebû. Ma keçeke 22 salî dê bendewariya çi bike? Hezar payînên wê hene, tew berî heftiyekê gava em li bakurê Îranê bûn, çend wêneyên xwe girt. Hezar xwestekên wê hebû. Qet bîra bûyera ku hat serê wê nedibir. Bi hezar hêvîyan ve navê xwe li zanîngehê tomar kir da dirêjahiyê bide jiyana xwe, ne ku wisa were serê wê.
Rûdaw: Pêwendiya wê bi te re çawa bû, ma ji te nêzîk bû?
Emced Emînî: Erê bi Xwedê, delala min bû, keça min a mezin bû. Bi Xwedê min ji kûrahiya dilê xwe jê hez dikir. Ew hertim li bal malbata xwe bû û ji me hemûyan hez dikir, di nava malbatê de tu pirsgirêk nebûn. Ez bi navê Xwedê sond dixwim, a ku dibêjin ew nexweş bû, ti nexweşiya Jînayê nebû, keçeke saxlem û bikêf bû. Miroveke pir rast û dilpak bû û hemû kesên wê nas dikin şahidiya vê gotina dikin.
Rûdaw: Te bi telefonê ji Îbrahîm Reîsî re got ku tu nexweşiya keça min nebû?
Emced Emînî: Belê, min jê re got, min got televizyona Îranê ku ew vîdyo nîşan da karê wan şaş bû û hemû derew bû; baş e ger rast e çima beşên din nîşan nedan? Çima vîdyoyên nav otomobîl û hewşa binkeyê nîşan nedan? Ew vîdyoyek bû ku wan bi xwe bi sansûr çêkiribû. Wî 100% soz daye ku bişopîne, îcar bila em bibînin gelo dê bi rastî bişopîne yan na, ku ev yek jî ne diyar e.
Rûdaw: Qasî te hest pê kiribe, ma Reîsî bi gotinên te razî bû ku ew dîmenê hat weşandin xelet bû û televîzyona fermî ya Îranê xeletî kiriye?
Emced Emînî: Televîzyona fermî ya Îranê jî çend caran pêwendî bi min re kir. Wan 3 rojên ku ez li Tehranê bûm ti kesî pêwendî bi min re nekir, lê nû îro pêwendî bi min re kirin û gotin em ê werin û hevpeyvînê bi te re saz bikin. Ez razî nebûm û min got ez ê ti hevpeyvînekê bi televizyona Îranê re nekim, ji ber ku tên senaryoyekê çêdikin û bi derewan diweşînin. Min got, ji kerema xwe neyên. Ango min nehişt ew werin.
Rûdaw: Ji bo ku hûn neaxivin ti guvaşek li ser we heye gelo?
Emced Emînî: Welle, hin kes li derdora me hene û dibe ku telefona min jî di bin çavdêriyê de be. Lê heta niha ti rêgiriyek nekirine, ez tenê evqasî dizanim ku li derdora me ne û çavdêriya me dikin.
Rûdaw: Di girêdana şînê de tu pirsgirêk ji te re çênekirin?
Emced Emînî: Na, ji bo vê yekê ti pirsgirêk çênekirine.
Rûdaw: Tu çawa li wê hevsoziyê dinêrî ku li seranserê Îranê û her çar parçeyên Kurdistanê ji bo Jînayê heye?
Emced Emînî: Ez spasiya hemû xelkê Îran û cîhanê dikim ku hevxemî nîşan dane û hertim pêwendî bi min re tê kirin. Bawer bike ev telefona min hertim tê lêxistin. Ez spasiya hemû xelkê cîhanê, li Îranê û welatên din dikim ku bi berdewamî li min digerin. Ji hemû bajarên derdorê xelk hatine Seqizê. Ez hêvîdar im bikarim bi kêfxweşî mezinahiya wan kesan tawîz bikim.
Rûdaw: Hûn ê kengî biçin gilî bikin?
Emced Emînî: Niha em ewqasî qelebalix in û hejmareke ewqas zêde ya xelkê hatine cem me, derfeta me çênebû. Heta ku ev behî neqede, em nikarin herin giliyê xwe tomar bikin. Niha ku ez bi we re dipeyivim, mêvan ji Ehwazê hatine, hergav xelk ji bajaran tên û hevxemiya xwe tînin ziman. Divê ez piştî vê behiyê herim Tehranê û gilî tomar bikim.
Rûdaw: Te ji Îbrahîm Reîsî re ragihand ku tu yê dozê vekî, wî çi got?
Emced Emînî: Wî soz da ku eger ez gilî nekim jî, ew dê şopandinê bike û encamê ji min re ragihîne.
Rûdaw: Gotina te ya dawî çi ye?
Emced Emînî: Ez tenê dibêjim, rêzgirtina min ji hemû hevxemî û piştevaniyên xelkê re heye. Hemû li pişt min bûn û hemû hevparên xema min bû. Tenê ev desthilata min heye ku ez spasiya wan bikim.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse