Parlamenterê Brîtanî: Rêveberiya Xweser xwest alîkariyê bike lê Tirkiyê rê neda

18-02-2023
Şehyan Tehsîn
Şehyan Tehsîn
Endamê Parlamentoya Brîtanya Lloyd Russell-Moyle bersiva pirsên bejêra Rûdawê Şehyan Tehsîn dan.
Endamê Parlamentoya Brîtanya Lloyd Russell-Moyle bersiva pirsên bejêra Rûdawê Şehyan Tehsîn dan.
Nîşan Parlamenterê Brîtanyayê Lloyd Russell-Moyle Rêveberiya Xweser Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Endamê Parlamentoya Brîtanya Lloyd Russell-Moyle beriya demekê serdana Rojavayê Kurdistanê kir û li gel berpirsên rêveberiyê civiyan.

Lloyd Russell-Moyle piştî ku ji Rojavayê Kurdistanê vegeriya ji Rûdawê re axivî û got ku wî serdana herjmarek kampên koçberan kiriye.

Derbarê alîkariya ji bo deverên erdhejê  de Lloyd Russell-Moyle got Rêveberiya Xweser hemû hewlên xwe dane bibe alîkar, lê Tirkiyê jî dixwaze hemû alîkarî bi rêya wê bêne belavkirin.

Lloyd Russell-Moyle herwiha got ku Hikûmeta Sûriyê jî alîkari ji bo xwe xwestiye.

Endamê Parlamentoya Brîtanya Lloyd Russell-Moyle bersiva pirsên bejêra Rûdawê Şehyan Tehsîn dan.

Şehyan Tehsîn: Rêzdar Lloyd, tu bi xêr hatî. Ji bo vê derfetê gelek spas. Hûn bi xêr hatin Rûdawê.

Lloyd Russell-Moyle: Spas, gelek spas ji bo mêvandariya we.

Şehyan Tehsîn: Hûn vê dawiyê ji Rojavayê Kurdistanê vegeriyan. Ez dixwazim armanca seredana we bizanim. Bizanim hûn çima çûbûn, çûbûn ku derê û we seredana kê kir?

Lloyd Russell-Moyle: Belê. Ev cara sêyem e ku ez seredana wir dikim. Her carekê jî me şandek ji parlementerên Brîtanya aniye ji bo ku seredana desthilatan, Encûmena Sûriya Demokratîk û her wiha hêzan ango HSDê bikin. Her wiha em hewl didin û hevdîtinan bi civaka sivîl re organîze dikin. Tu dizanî, bi sendîka û rêxistinên nehikûmî re ku niha li navçeyê dixebitin. Helbet li gor rewşê, hejmara kesan [ku em wan dibînin] kêm û zêde dibe. Cara dawîn, min karî seredana hinek ji wan kampên li wir bikim ku mirovên têkildarî DAIŞê li wan hatine komkirin. Vê carê, me karî seredana çend kampan jî bikin ku koçberên navxweyî li wan dimînin. Lewma ev ji bo mêzekirina li mijarên mirovî ye. Em hêvîdar in ku em di vegera xwe ya Londonê de, bikarin bi Londonê re, ango bi hikûmeta Brîtanya re li ser piştevaniya berfirehtir ku em bikarin di aliyê mirovî de pêk bînin; biaxivin. Lê her wiha di warê siyasî de jî. Çimkî bi baweriya min em hemû dilgiran in ku niha 12 sal in li Sûriyê şerê navxweyî heye. Divê em piştrast bibin ku demokrasî, pêkhateyên seretayî yên demokrasiyê ku li Rojava derketine holê, ji aliyê Sûriye, Tirkiye yan hêzên din ve neyên tunekirin.

Şehyan Tehsîn: Te behsa wê trajediya nû yan wê rewşa ku niha li Rojavayê Kurdistanê heye kir. Karesateke mezin qewimî û gelek mirov bûne qurbanî. Gazineke mezin ji civaka navdewletî tê kirin. Dibêjin "Alîkariyê nagihînin me." We ji nêzîk ve dît û we berpirsên Rojava jî dîtin, gelo çi rêgirî heye, çi astengiyek heye ku alîkarî nayên gihandin bo Rojava û Sûriyê?

Lloyd Russell-Moyle: Baş e. Piraniya mirovên ku li herêma Rojava dijîn pir bi xerabî zirarmend nebûn. Her wisa herêmê bi xwe jî alîkarî kom kirin. Lê eger em herin ser navçeyên ku bandoreke zêdetir û tundtir li wan bû, ku nîvê wan li jêr rikêba hikûmeta Sûriyê ye û nîvê din jî di bin kontrola hêzên çekdar de ye û Tirkiyê piştevaniya piraniya wan dike. Pirsgirêk ew e ku du karwanan ji herêma Rojava dest bi tevgerê kirin. Ez piştrast im ku gelek alîkarî û hevkariyên serbixwe yên din di rê de ne, lê ew alîkarî li çend xalên kontrolê yên cuda asê mane. Yek ji wan alîkariyan li xaleke di bin desthilata Tirkiyê de asê maye. Tirkiye dixwaze pêşî hemû alîkarî biçin Tirkiyê û paşê soz didin ku ewê bixwe wan dabeş bikin. Eşkere ye ku ev rewş ji bo desthilatdarên Rojava nayê qebûlkirin. Çimkî tirs û metirsî heye ku berê alîkariyan bo cihên din were guhartin û ew [Rojava] dixwazin ku ew alîkarî bi taybetî ji wan kesan re bin ku li deverên ziyandîtî dijîn. Her wiha dilgiraniyeke wan a rasteqîn heye ku, dibe ku desthilatên Tirkiyê piştrast nebin ku alîkarî bi pişka pêwîst digihe gundên kurdan an digihe Sûrî û komên etnîkî yên hindikahiyên din. Lewra ew dixwazin ku ew alîkarî bigihin wan deran. Karwanê ku diçû Sûriyê, devera ku li bin desthilata Şamê ye, me bihîst ku hinekî dijwartir bû, ji ber ku Şamê daxwaz kir rêjeyeke ji sedî ji alîkariyan ji xwe re bibe. Lewma gengeşeyek tê kirin ka gelo dê derbas bibe yan na û berî ku bigihe xala dawîn, dê çiqas jê bê birin. Niha, dema ku em bi desthilatdarên li Rojava û navçeya bakurê rojhilatê Sûriyê re axivîn, wiha dihizirîn ku danûstandin berdewam in û min wiha hest kir ew geşbîn in ku dê alîkarî di dawî de bigihe cihê xwe. Lê ev derengketin ango derengketina ji [parastina] jiyanê ye û ez ne şaş bim ew dilgiran bûn ku aliyan hewlên xwe ji bo derbaskirina alîkariyan nedane.

Şehyan Tehsîn: Baş e. Niha dor 10 rojan di ser bobelatê re derbas dibin. Hîna jiyana xelkê di metirsiyê de ye. Ez dixwazim bizanim civaka navdewletî…wek mînak ji aliyekî ve Tirkiyê nahêle, ji aliyekî din ve hikûmeta Sûriyê nahêle. Li hêleke din jî milîs û komên çekdar nahêlin ew alîkarî bigihin. Civaka navdewletî, wek nimûne Brîtanya, divê di vî warî de çi bike? Çimkî Rojava berê li şûna Babilhewa, daxwaza vekirina deriyekî sînorî yê din kir ji bo ku alîkarî bigihin deverên ku erdhejê ziyan gihand wan?

Lloyd Russell-Moyle: Me navê xwe di wê bangewaziyê de nivîsî. Ez dizanim jî ku hikûmeta Brîtanya bi desthilatdarên pêwendîdar re, li Sûriye û Tirkiyê û her wiha li Iraqê, di nav têkiliyan de ye ji bo ku nav di wan bide deriyên zêdetir vekin da alîkarî hêsantir bên veguhastin. Lê ne tenê deriyên sînorî yên derveyî, pirsgirêk ew e ku derî û xalên kontrolê yên navxweyî jî hene. Bingeha wê bangewaziyê hikûmet e û heftiya borî çend caran di parlamentoyê de jî hat behskirin, dema ku daxuyaniyeke ji nişka ve li ser vê mijarê ji serokwezîrê Brîtnayayê giha me. Ev tişta ku partiya min, partiya opozisyonê, min dawiya heftiyê çend daxuyaniyên taybet di vî warî de belav kirin. Em di wê baweriyê de ne ku divê ji wiha zêdetir bê kirin ji bo ku bê xwestin ew derî bên vekirin. Eger neyên vekirin jî, em pêşniyar dikin ku ew gotûbêj herin Konseya Ewlekariyê. Di biryarnameya dawîn a Konseya Ewlekariyê de, bê guman ne bi vî awayî bû. Ji bo alîkariyên mirovî ji bo Sûriyê bi awayekî giştî, çend dergeh ji wê lîstê hatin derxistin. Çimkî bi baweriya wan divê çirûska alîkariyan li ser hejmareke kêm a deriyan be. Erdhejê ew tişt hemû guhretin. Lewma eger ew derî bi dilxwazî neyên vekirin, wî çaxî divê em herin Konseya Ewlekariyê û em biryareke Konseya Ewlekariyê di vî warî de werbigirin ku rê bi vekirina wan bide. Ez dixwazim ku em xwe ji vê yekê dûr bigirin, çimkî dem jê re lazim e. Tişta herî giring zexta dîplomatîk e ji bo ku ew derî, ne tenê deriyên derveyî, lê deriyên navxweyî jî bên vekirin û azad bin, ev jî li gor yasaya navdewletî ku dibêje divê alîkariyên mirovî di dema bêtaran de bi serbestî derbas bibin.

Şehyan Tehsîn: Vê bobelatê ne tenê alîkariyên zêdetir neanîn, lê alîkariyên mirovî ku hebûn jî ji bo demekê derî li ber wan jî hat girtin. Ez dixwazim bizanim, li şûna hewldanên we yên dîplomatîk û siyasî ji bo vekirina van rêyan, wek parlamenter û opozisyonê, tu daxwazeke we ji Brîtanyayê heye ku alîkariyên zêdetir bişîne Sûriyê û Tirkiyê, nexasim Sûriyê?

Lloyd Russell-Moyle: Hin gotûbêjên cidî hene û min got jî ku hefteya borî li parlamentoyê daxuyaniyeke me ya lezgîn di vî warî de hebû, erê me daxwaza alîkariya lezgîn a zêdetir kir. Vêga hikûmet dibêje ku ewê hewldanên xwe zêdetir bike. Ez endamê partiya dijberiyê me, lewra bê guman divê ez diyar bikim ku mixabin hikûmeta Brîtanya berî du salan, pabendiyên xwe yên girêdayî alîkariyên mirovî, bi gelemperî kêm kir. Di dema krîza KOVID-ê de ev yek kir û êdî zêde nekir, berovajî hikûmetên din ku zêde kirin. Lewma em dixwazin. Ez dixwazim hikûmeta min qebareya alîkariyan zêdetir bike û her wiha zelaltir diyar bike ku rêjeyeke sedî ya taybet ji bo dema alîkariyên mirovî yên lezgîn bê xerckirin, lê niha ew tibaba pereyan ji bo vê mebestê nehatiye veqetandin. Vêga gotûbêjek heye ku em li Parlamentoya Brîtanyayê berdewam dikin. Ev nîqaşên demdirêj in û ez ne şaş bim hemû alî dixwazin ku em ji bo demeke dirêj bigihin wê armancê. Lê ev ji bo rewşa demkurt dê bi hawara Tirkiyê yan Sûriyê ve neçe. Lê tiştê ku divê em niha li ser bisekinin ew e ku em piştrast bibin gelo pêdiviyek heye ku em bigihînin wir. Tiştê ku divê em bikin û niha li Brîtanyayê diqewime, niha bang li xelkê hatiye kirin da pereyan bidin û hikûmet jî ji hêla xwe ve bi qebareya heman tibaba ku xelk dide, bi rêya çend mekanîzmayan, ji bo ku tibabekê bide ku hevtayî qebareya bangewaziya vejandina dema karesatan be. Em vê yekê li Brîtanyayê dikin. Lewma ne şert e ku pirsgirêk pere bin, niha pirsgirêk rêdan e. Çer ku em bikarin rêdana derbasbûnê wergirin, em wê demê dikarin qasî dil dixwaze pereyan berhev bikin.

Şehyan Tehsîn: Tevî mijarên ewlekarî, DAIŞ û rewşa penaberan ku we behs kir, ez dixwazim bizanim gelo we ji bilî Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), hevdîtin bi aliyên siyasî û partiyên Rojavayê Kurdistanê re jî pêk anîn? Wek Brîtanya, ji bo we çiqasî girîng e ku her du aliyên Rojava ku bi hev re nakok in, nêzîkî hev bibin? Rola we çi ye?

Lloyd Russell-Moyle: Em dixwazin ku partî bi hev re bixebitin. Helbet, bê guman, li wir rêvebiriyeke defakto heye ku niha serokatiya wê ji hêla PYDê ve tê kirin. Lewma divê em di vî alî de rastbêj bin ku ew piraniya çalakiyan li sê kantonên sereke li Rojava birêve dibin. Em bi serkirdayetiya wan re civiyan, me bi taybetî qala hilbijartinan kir, her wiha me behsa wê yekê kir ku bila xelk di derbirîna xwe de azad bin, derbarê ka dixwazin piştevaniya kî bikin. Çimkî ji 2017an ve hilbijartin nehatiye kirin. Her çiqasî hîna ji dema xwe ya qanûnî ya pênc-salî derneketiye. Lê her ku em ji wê demê dûr bikevin, dê zehmettir bibe ku em bizanin kê piştevaniya kî dike. Lewra xwestekek ji bo danîna destûreke nû heye, destûreke ku hemû aliyan li xwe bigire û me dabaşa piştevaniya vê yekê jî kir. Her wiha xwestekek ji bo çêkirina hilbijartinan jî heye. Pirsgirêk ev e, ku eger bi berdewamî metirsiya Tirkiyê hebe, wê demê gelo çiqasî li cih e ku hilbijartineke me ya seranserî hebe. Pêwîstiya vî tiştî jî bi piştevaniyê heye. Me behsa wê yekê kir ku eger hilbijartin hat kirin, em çawa hewl didin û tîmên çavdêriya hilbijartinan dişînin da seredana wan bikin, çawa ku em heman tiştî ji bo hilbijartinên din li cîhanê dikin û em ê parlamenteran ji bo çavdêriyê bişînin da em bizanin ku hilbijartin azad û bêkêmasî bûn. Lê vêga, proseyek heye ku divê bê kirin. Li Stockholmê gotûbêjên din hene ku serpereştiya wan ji aliyê Encûmena Sûriya Demokratîk vet ê kirin. Tiştê ku divê ew bikin, li gor me, ew e ku nêzîkî hev bibin, bi komên din re. Her wisa komên din ên çekdar li Sûriyê û her wiha di aliyê prensîbê de jî, destê xwe dirêjî Şamê bikin bi armanca dîtina çareseriyeke siyasî ku karibe otonomiya wan di Sûriyeke mezin de biparêze.

Şehyan Tehsîn: Baş e. Bila em ji Rojava vegerin Herêma Kurdistanê. Pirsgirêkên Herêma Kurdistanê jî eynî pirsgirêk in, lê bi awayekî cuda. Hûn dizanin ku li vir Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) du partiyên sereke ne û bi hev re nakok in. Wek mînak, nakokiya wan her du partiyan bûye sedema gelek tiştan wek ku hilbijartin nehatiye kirin, budce ji parlamentoyê re nayê şandin û rewşa xelkê xerab e. Ez dixwazim bizanim ku hûn wek Brîtanya bi rêya nûneratiyên we, gelo peyama we ya zelal û eşkere ji bo wan her du partiyan çi ye? Çi ji we re girîng e? Rola Brîtanyayê çi ye?

Lloyd Russell-Moyle: Binêre, dê qet ne alîkar be eger partiyan li çend navçeyan destên xwe danîbin ser organên dewletê, bi awayekî ku yên din jê bêpar hatibin hêlan. Ez dizanim ku Brîtanya û em bixwe jî xwestekeke me ji bo pêşmergeyekî yekgirtî heye ku karibe bibe yek, hêzên asayişê jî bibin yek û ji hev ne cuda bin. Lê hîna rêyeke dirêj maye ku ev pêk were. Rastiyeke nexwestî ye ku di demekê de ku Kurdistan wiha dabeş bûye, Bexda dikare bi berdewamî xwe birêve bibe. Li vir li bakurê Iraqê pêwîstiya me bi Kurdistaneke bihêz û yekgirtî heye, ji bo ku em bikarin gotûbêjeke hêja bi Bexdayê re hebe. Lê di demekê de ku Kurdistan parçe bûbe, ev kar dijwartir dike ji bo hebûna wan gotûbêjan. Her wisa ji bo ewlehî û berdewambûna herêmê. Tişta ku em bi rastî hêvî dikin ew e ku hikûmeta niha, her çiqasî niha partiyeke tenê li ser wê serdest e, gihiştiye rewşekê, bi awayekî eger tu li endamên kabîneyê binêrî, ew kesên ji beşên din ên herêmê jî li xwe digirin. Hin kesên wan hene ku ne tenê paşxana wan a hizbî heye, lêbelê paşxana wan a saziyên sivîl û mafên mirovan jî heye. Em jî bi çend endamên kabîneya hikûmetê re ku xwediyên wan paşxanayan e civiyan. Ev jî hinekî cihê dilaramiyê ye ku hikûmeteke te heye xwediya şiyanên cuda ye û divê seranserî be. Eger ev yek berdewam be, ev proseyeke erênî ye û dikare ji tiştên din re jî bibe bingeh. Ev ne dawî ye, lê zelal û eşkere xuya ye ku têkildarî nakokiyên her du partiyan arasteyên dilgiranker hene.

Şehyan Tehsîn: Van nakokiyan nahêlan ku hilbijartin di dema xwe de bên kirin. Bi sedan sal e ku Brîtanya welatekî demokratîk û xwedî parlamento û sazî û dezgeh e. Ez carinan hest dikim ku divê bi bîra berpirsên me li Herêma Kurdistanê were xistin ku saznekirina hilbijartinê û neşandina budceyê ji bo parlamentoyê dê çiqasî bandorê li ser wê proseya demokratîk bike ku li Herêma Kurdistanê heye. Bi nêrîna te, ziyana vê yekê çi ye?

Lloyd Russell-Moyle: Belê. Hikûmeta Brîtanyayê hertim bi wê yekê re bû ku hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser wê yekê bisekine ku hilbijartinên navxweyî yên demokratîk di dema xwe de bên kirin û berdewam bin; li dewsa ku giraniyê bidin mijarên din, giştpirsî û tiştên dîtir. Yek ji tiştên ku divê bi hilbijartinan re bimeşe ji serjimêriyeke rast pêk tê û tu bizanî kî li vir e. Ev jî biryarên siyasî yên dijwar in, lê divê bên wergirtin. Çimkî divê herêm li ser hîmê rûniştvanan be, bê zanîn niha kî li ku ye. Em fêm dikin ku ev mijarên hestyar in, lê tu çiqasî wan li paş bixî, dijwartir dibin. Lewma hesta min wiha ye ku eger îsal hilbijartin bên kirin, divê armanca me be ku îsal an sala bê hilbijartin bên kirin. Nabe em herdem li paş bixin. Divê em demekê jê re destnîşan bikin û kar bikin da di wê demê de bê kirin. Hikûmeta Brîtanyayê jî, bi rêya dezgeh û saziyên me, wek mînak Dezgeha Westminsterê, li ser piştgiriya hemû aliyan berdewam be, di hemû hêlan de, ji bo ku beşdarî sazkirina biryarên demokratîk bibe.

Şehyan Tehsîn: Baş e. Te behsa Îranê kir. Vê tiştek anî bîra min. Êrîşên berdewam ên dronên Îranê li ser Herêma Kurdistanê ew aramiya ku li nav her du aliyan kêm bû, bêhtir nehêla. Lewma êrîşên berdewam ên Îranê di dema borî de, metirsiyeke mezin li ser Herêma Kurdistanê û Iraqê çêdikin. Bi dehan dîplomatên we yên Brîtanî jî li vir hene. Vê wiha kir ku ji aliyê civaka navdewletî ve were şermezarkirin, lê pratîk nebû; Hûn vê bêdengiya civaka navdewletî li hemberî wan êrîşan çawa dibînin?

Lloyd Russell-Moyle: Niha pêwîstiya me bi daxwazeke fermî ji hikûmeta Iraqê heye, tu bixwazî yan nexwazî, Herêma Kurdistanê beşek ji Iraqê ye, lewra mafê hikûmeta Iraqê heye ku li Neteweyên Yekbûyî gilî bike. Bi dîtina min, divê hikûmeta Iraqê û bê guman ku serok jî kurd e, gilînameyeke nivîskî bide Neteweyên Yekbûyî û daxwazê ji Encumena Ewlekariyê bike ku li vê mijarê binêre. Divê daxwaza sepandina cezayan bike. Eger rewşê wiha xwest, dikare - ji bo armanca dawîn – daxwazê ji hêza navdewletî jî bike berevaniyê lê bike. Ez dixwazim ku em xwe ji vê yekê dûr bigirinn, çimkî civaka navdewletî bi xwe niha ji şiyana xwe zêdetir mijûlî şerê nexwestî yê Ukraynayê ye. Lê ev dê ne cara yekem be ku civaka navdewletî bê û piştgiriya Iraqê bike. Lê divê Iraq vê daxwazê bike. Ez nikarim, welatê min nikare, Almanya û Fransa nikarin, Amerîka jî nikare bi nûneratî vê yekê bike, çimkî Îran dronên xeternak bi kar tîne. Îran li gelek deverên cîhanê vê yekê dike. Lê bila em rastbêj bin. Em ji rewşa siyasî ya Iraqê têdigihin. Ev dihêle ku ev pir zehmet be. Bi sedema ku alî û kesên cuda, peywendiyên wan ên cuda li gel Îranê hene. Lê heta çaxê ku ew daxwaz ji aliyê wan ve neyê, heya ku ew daxwaz ji Bexdayê neyê kirin, ez nikarim rêyekê bibînim ku civaka navdewletî hevkariyê bike.

Şehyan Tehsîn: Min fêm kir, lê dronên Îranê mirovên sivîl kirin armanc û jin û zarok jî bûne qurbanî, gund hatin valakirin; Armanca wan ne tenê baregehên leşkerî ne. Mesele ne tenê ew e ku leşkerî be, lê mirovên sivîl jî tên armanckirin?

Lloyd Russell-Moyle: Erê, eger ev yek berdewam bibe û ber bi qonaxeke berfirehtir ve biçe, wê demê bingehek heye ku kesên din li ba Neteweyên Yekbûyî gilî bikin. Tiştekî din bê guman ew e ku Iraq ne endameke tam ya Dadgeha Tawanên Navdewletî ye, lewra li ser tawanên şer, eger ew tawan li vir hatibin kirin, ev heman pirsgirêka çekdarên DAIŞê ye. Ev şikestina Iraqê ye di endamtiya tam a Dadgeha Tawanan a Navneteweyî de, û ev kar dijwartir dike ji bo dadgehkirina xelkê li dadgeheke navdewletî dema ku tawan li vir hatibe kirin. Lewma ez bi te re hemfikir im ku divê em kirdarên zêdetir bikin, lê yasaya navdewletî vêga bi rengekî hatiye sazkirin ku ne gel, lê dewlet serdest in. ez dixwazim berevajî bûya, lê ez nikarim vê biguherim. Qet nebe eger nîne ku di jiyana min de biqewime.

Şehyan Tehsîn: Ez dixwazim li ser mijara Bexda û Herêma Kurdistanê jî bizanim. Li navbera wan jî nakokî heye. Her çiqasî niha gotûbêj di navbera hikûmetên her du aliyan de hene, lê gava tu dinêrî tu dibînî ku Dadgeha Federal par biryarek derxist û îsal biryarek derxist, ez xasma behsa mijara enerjiyê dikim. Ev bû sedem ku du-sê şirketên petrolê yên cîhanî ji karên xwe vekişin. Gelo ew biryarên Dadgeha Federal bûne sedem ku Brîtanya jî lê bihizire ku bazirganiya enerjiyê bi Herêma Kurdistanê re rawestîne yan kêm bike?

Lloyd Russell-Moyle: Ne ez im biryarê bidim gelo kompanyayên Brîtanî hevahengiyê bi Herêma Kurdistanê re bikin. Ez hêvîdar im ku berdewam bikin. Dema ku min berî çend salan seredana vir kir, min seredana Bexdayê kir û ez bi desthilatên wê re axivîm. Lewra pêdiviyek heye ku bi hev re bin. Ev bihevrebûn jî pêwîst e li ser du hêlan be. Ya yekem li ser wê hêla şîn a Kurdistanê ye û wê giştpirsiyê ye ku divê li Kerkûk û deverên din bê kirin, divê bi rastî biqewim. Arasteya duyemîn divê em pirsgirêka vî pereyê petrolê çareser bikin. Bi dîtina min, ne tiştekî beraqil e tu çaverê dikî ku hemû pereyên petrolê bo Bexdayê bên şandin û tu paşê dest bi bergerîn û lavayan bikî daku belkî pereyan bişînin Kurdistanê. Lê divê jimêryarî û hûrbîniya guncav hebe. Bi rastî, pîvanên hûrbîniyê li vir pir baş in lê li Bexdayê pir xerab in. Lewma bê guman, eger ez li dewsa hikûmeta Herêma Kurdistanê bûma, min ê bigota, ez naxwazim bişînim Bexdayê, bi hêviya ku Bexdayê vegere, di demekê de ku Bexda ji bo xwe hûrbîniyê li jimêryariya xwe nake. Demekê ku Bexda proseya wekheviyê li ber çav nagire. Lewra ez bi temamî ji hikûmeta Herêma Kurdistanê fêm dikim. Lê rewşa yasayî ew e ku hemû dahata neftê vegere Bexdayê û paşê careke din ew bişînin, ev jî mijareke destûrî ye. Lewma kar zehmet dike. Rewşeke me ya defakto heye ku hikûmeta Herêma Kurdistanê pereyan kontrol dike, paşê rewşeke me ya yasayî heye ku daxwaz dike Bexda kontrol bike. Ez piştrast im, li vir lihevkirinek li ser hûrbîniya guncav heye. Bila rê bi hemû aliyan bê dan ku bizanin pere li ku ne û divê bawerî bê avakirin. Lê niha bi baweriya min divê Bexda gava yekem bavêje.

Şehyan Tehsîn: Pirsa min a dawî ev e ku berî 100 salî Kurdistan li ser gelek nexşeyên cîhanê hebû, lê piştî Peymana Sykes-Picot û Peymana Lozanê, ango berî nêzîkî 100 salî Kurdistan li ser nexşeyê nema, mebesta min Kurdistana Mezin e. Îsal 100 sal di ser Peymana Lozanê re derbas dibin, ma hûn wek Brîtanya hest dikin ku berpirsiyariyek di stuyê Brîtanya de ye li hember Kurdistanê?

Lloyd Russell-Moyle: Gelek berpirsiyariyên Şaneşîna Yekgirtû hene û dîroka wê jî ne temam e. Ez dixwazim bibêjim ku Brîtanya di dîrokê de gelek xeletî kirine. Lê di dawiyê de em hewl didin tiştan rast bikin... Yek ji wan tiştên ku divê em rast bikin jî…

Şehyan Tehsîn: Gelo parçekirina Kurdistanê jî yek ji wan xeletiyan bû?

Lloyd Russell-Moyle: Bi baweriya min, xêzkirina hêla Sykes-Picot bi rengê ku nexşe jê re hat kêşan çewt bû. Ez ne şaş bim ev eskere ye. Merema min ev e ku piraniya xelkê li Brîtanya dema ku tu behsa Kurdan dikî, pêşî dibêje “Oh, ew gel in ku welatê wan ji wan hatiye standin û neheqîyek hatiye kirin.” Bê guman, em nikarin dîrokê ji nû ve binivîsin. Em nikarin vegerin wê demê û demê hilweşînin. 100 jî sal demeke dirêj e û ji 45an ve sînor xetimîne. Tiştê ku piştî Peymana 45an, di Şerê Cîhanî yê Duyem û damezrandina Neteweyên Yekbûyî de qewimî. Me got bila sînor di wê demê de cihgirtî bin û sînor êdî dikare bi sê rêyan destwerdan di wan de bê kirin: Bi rêya nakokiyên tundûtîj ku em dixwazin xwe bi vê rêyê biparêzin an bi rêya cudabûna aştiyane, ev jî çênabe çimkî Iraqê giştpirsî qebûl nekir; an bi rêya proseya danûstandinê li Neteweyên Yekbûyî ku qet çênebûye. Ango li gor Peymana Montevideo. Lewma em di rewşeke dijwar de ne. Ji ber vê yekê, ez bawer nakim ku qet merem ji vê vegerandina Kurdistanê bo ser nexşeyê bi awayê ku hebû, lê ya ku em dixwazin ew e ku demokrasiya gelê kurd hebe, azadiya wan hebe û mafê çarenivîsê. Ya ku ew niha ser bi kîjan dewletê ne, bi baweriya min em nikarin vê yekê biguherin, lê ya ku em dikarin û divê bandora me hebe ew e ku Herêma Kurdistanê li vir, bakurê rojhilatê Sûriyê, başûrê Tirkiyê bê guman û Rojhilat li Îranê azadiyê bidin kurdan û mafê wan ê xwerêveberiyê hebe û bi nêrîna min em dikarin hino hino bi wê hêlê ve herin.

Şehyan Tehsîn: Gelek spas ji bo te birêz Lloyd Russell, Parlamenterê Brîtanya. Spas ji bo dema ku te da me. Serkeftin ji şanda we re di vê seredanê de. Spas.

Lloyd Russell-Moyle: Spas.                                

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst