Serokkomarê Bulgaristanê: Em amade ne piştgiriyê bidin Herêma Kurdistanê

16-02-2025
Nîşan Rumen Radev Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê Herêma Kurdistanê
A+ A-

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî doh di çarçoveya Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê de bi Serokkomarê Bulgaristanê Rumen Radev re civiya.

Rumen Radev piştî civînê ji Rûdawê re got:

“Em xwediyê pêwendiyeke dirêj in, derfeteke mezin heye ku em pêwendiyên xwe dirêjtir, berfirehtir û kûrtir bikin.

Em amade ne piştgiriya we bikin da ku hûn petrol, gaz û berhemên xwe bifiroşin Ewropayê.”

Rumen Radev piştî civînê bersiv da pirsên Nûçegihana Rûdawê Ala Şaliyê:

Rûdaw: Birêz Cenabê Serok, civîna we çawa bû?

Rumen Radev: Em xwediyê pêwendiyeke dirêj in, derfeteke mezin heye ku em pêwendiyên xwe dirêjtir, berfirehtir û kûrtir bikin.

Em hewl didin ku piştgiriya welatê we bikin. Her wiha, em dixwazin pêwendiyên we ne tenê bi Bulgaristanê re lê bi Yekîtiya Ewropayê re jî bi pêş bixin. Em amade ne piştgiriya we bikin da ku hûn petrol, gaz û berhemên xwe bifiroşin Ewropayê.

Rûdaw: Birêz Cenabê Serok, we bi Serokê Herêma Kurdistanê re behsa çi kir?

Rumen Radev: Derfetên zêde hene, bi awayekî sereke me behsa piştgiriya siyasî û aborî ya welatê we kir.

Rûdaw: Baş e, pêwendiyên we bi Îraq û Herêma Kurdistanê re çawa ne?

Rumen Radev: Pêwendiyeke me ya dûr û dirêj heye, me her tim piştgirî daye. Ez hêvîdar im ku welatê we di warê demokrasî, aborî û rewşa civakî de xurt bibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst