HEVPEYVÎNA TAYBET - Vahap Coşkun: Di pêvajoya nû de aktorê sereke Ocalan e

12-10-2024
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak û Vahap Çoşkun / Wêne: Maşallah Dekak - Rûdaw
Maşallah Dekak û Vahap Çoşkun / Wêne: Maşallah Dekak - Rûdaw
Nîşan Vahap Coşkun Pêvajoya Aştiyê Abdullah Ocalan Pirsa Kurd PKK
A+ A-

Yek ji endamê Komîsyona Aqilmendan a Pêvajoya Aştî û Çareseriyê Doç. Dr. Vahap Coşkun diyar kir ku şert û mercên navxweyî û derve pêvajoyeke nû ya aştiyê li ser Tirkiyeyê ferz dike.

Coşkun, bal kişand ku helwesta MHP û CHPyê ji pêvajoya berê guncavtir e û ev yek dê îhtîmala çareserkirineke mayînde bihêztir dike.

Li gorî Coşkun, di vê pêvajoya nû de divê aktor gelek bin û yek ji aktorên sereke jî dê Ocalan be.

Hîndekarê Zanîngeha Dîcleyê Doç. Dr. Vahap Coşkun yek ji wan kesan e ku serê xwe bi çareserkirina pirsgirêka kurd re diêşîne, heta niha li ser çareserkirina vê pirsê û mafên mirovan 3 pirtûk nivîsandine.

Di 2013an de dema pêvajoya aştî û çareseriyê li Tirkiyeyê di navbera hikûmet û PKKyê de dest pê kir, ew yek ji endamê Komîsyona Aqilmendan bû. Ew bi 63 endamên vê komîsyonê re bajar bi bajar digeriya û qala başbûna pêvajoya aştiyê û çareserkirina Pirsa Kurd dikir.

Di dema werzê nû yê Parlamentoya Tirkiyeyê de dema Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan axaftina vekirinê kir û qala diyalogê û aştiya navxweyî kir, careke din hêviyên pêvajoyeke nû ya aştiyê zindî bû.

Piştî axaftina Erdogan, Serokê Giştî yê MHPyê yekser çû ber koma DEM Partiyê û silav da wan. Li dû Bahçelî, aktorê pêvajoya aştiyê Efkan Ala jî hebû.

Bi van geşedanan re careke din û îhtimala pêvajoyeke nû ya aştî û çareseriyê hate axaftin.

Doç. Dr. Vahap Coşkun derbarê vê îhtimalê de, bersiva pirsên Nûnerê Rûdawê yê Amedê Maşallah Dekak da.

Rûdaw: Di pêvajoya aştiyê de, tu yek ji endamê komîsyona aqilmendan bû. Dema em axaftina Erdogan û silavdayîna Bahçelî tînin ba hev, li Tirkiyeyê îhtîmala pêvajoyeke aştiyê dibînî?

Vahap Coşkun: Li Tirkiyeyê rojev pir zû diguhere. Hefteyek beriya silavdayînê, Bahçelî qala girtina DEM Partiyê dikir lê piştî hefteyekê çû silav da DEM Partiyê. Bahçelî got, Em dixwazin DEM Partî bibe partiya Tirkiyeyê. Vê yekê hem bala siyasetê û hem jî bala gel kişand. Niha herkes li ser pêvajoyeke nû dipeyive. Îro em nikarin bibêjin pêvajoyeke nû dest pê kiriye yan jî îşareteke xurt a destpêkirina pêvajoyeke wiha lê geşedanên muhîm hene.

Tenê Devlet Bahçelî ev negot, piştre Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan jî piştgirî da Bahçelî. Li aliyê din got, `Em dixwazin destûreke nû çêkin û di vê pêvajoyê de em bi her partiyê re dikarin hevkariyê bikin. Ên ku siyaset dixwazin, dikarin di qada siyasetê de bimînin. Em dikarin bi hemû kesên ku xwe ji çekan dûr dikin re hevkariyê bikin.` Ji bo vê ev îşaretên nû ne lê hêj em nikarin bibêjin pêvajoyek dest pê kiriye. Ji bo vê gotinê hêj gelek zû ye.

Rûdaw: Dema ku Devlet Bahçelî çû silav da parlamenterên DEM Partiyê, li pey wî Efkan Ala jî hebû. Tu dizanî Efkan Ala aktorekî girîng ê pêvajoya aştiyê bû.

Vahap Coşkun: Belê di pêvajoya aştiyê de roleke wî ya gelek krîtîk hebû. Ez li ser vê dikarim bibêjim di nava AK Partiyê de du klîk (bere) hene. Aliyek piştgiriya siyaseta ku îro tê meşandin dike. Lê Efkan Ala û hevalên wî, di wê baweriyê de ne ku ev siyaset siyaseteke nebaş e. Hem ji bo AK Partiyê ne rast e û hem ji bo Tirkiyeyê ne rast e. Ji bo AK Partiyê ne rast e.

Çimkî ew siyaseta ku ji 2016an heta îro hatiye meşandin bû sedema ku Kurd piştgiriya AK Partiyê nekin. Her diçe piştgiriya kurdan a ji bo AK Partiyê kêm dibe. Ji bo Tirkiyeyê jî ne rast e. Çimkî ev siyaset pirsgirêkên Tirkiyeyê çareser nake.

Pirsgirêkan zêdetir dike. Çimkî îro Tirkiye hem li Îraqê, hem li Sûriyeyê û hem li Kurdistanê di tengasiyeke gelekî mezin de ye. Di binê vê tengasiyê de çi heye? Di binê vê tengasiyê de pirsgirêka Kurd heye. Eger Tirkiye dixwaze li herêmê bibe aktorekî xurt beriya her tiştî gerek vê pirsgirêka xwe çareser bike. Ji ber vê yekê hatina Efkan Ala (Li dû Bahçelî) jî divê mirov weke îşaretek hisab bike.

CHP jî di vê pêvajoyê de nermtir xuya dike. Bi taybetî sekna Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel… Di pêvajoya berê de CHP roleke erênî neleyîst. Gelek astengî jî derxistibûn. Lê dema em li CHPyê mêze dikin, tu bernameyeke çareserkirina pirsgirêka Kurd pê re tune ye. Lê îro astengiyan jî dernaxe. Ji ber vê ev yek ev yek destê AK Partiyê, destê desthilatdariyê xurtir dike. Karê wê hêsantir dike.

Rûdaw: DEVA, Gelecek û Saadet jî ne li dijî vê pêvajoyê ne. DEM Partî jî piştgiriya pêvajoyeke wiha dike. CHP jî nerm e. Di rewşeke wiha de pêvajoyeke aştiyê ji berê mimkuntir nîn e?

Vahap Coşkun: Di pêvajoya berê de astengiya herî mezin ji aliyê neteweperestan ve hate derxistin. MHP pir li dijî vê pêvajoyê bû. Eger MHP di pêvajoya nû de cih bigre, ji bo desthilatdariyê dê rewşeke gelekî baş derkeve holê. Çimkî protestoyên herî mezin berê ji wê eniyê dihat. Lê ger ev enî di vî karî de cih bigre, di vê pêvajoyê de cih bigre, wê çaxê dê destê desthilatdariyê xurtir bibe. Di daxuyaniya Bahçelî de mirov vê dibîne.

Dema di 2013an û 2015an de pêvajoyê dest pê kir, agirekî mezin li Rojhilata Navîn pêketibû. Ji bo ku ew agir nepeke Tirkiyeyê û Tirkiye jî neşewite, diviya Tirkiye di nava xwe de aştiyekê ava bike. Ji ber vê yekê wê pêvajoyê dest pê kiribû. Îro jî wisa difikirin. Şert û merc guncav in. Ne tenê ji bo herêmê, ji bo hundir jî rewş wisa ye.

Îro dema tu li Tirkiyeyê dinêrî qeyraneke aboriyê heye. Hûn dê vê çawa çareser bikin? Hûn ji aliyekî ve jî dixwazin destûreke nû çêkin, hûn dê vê çawa çareser bikin? Bêyî piştgiriya DEM Partiyê hûn nikarin bikin. Ger li parlamentoyê hûn hevkariyek ava nekin, hûn nikarin çêkin. Hem ji bo siyaseta derve û hem ji bo siyaseta hundir, ji bo Tirkiyeyê pêdiviyeke mezin bi pêvajoyeke nû heye.

Rûdaw: Eger pêvajoyek des pê bike, aktorên vê pêvajoyê dê kî bin? Ocalan, Qendîl an DEM Partî?  Yan jî gelo tev bi hev re dê aktor bin? Yan dê bêyî wan bê meşandin?

Vahap Coşkun: Bêyî wan nikarin bimeşînin. Eger hûn dixwazin çekan ji holê rakin, çek di destê kê de bin gerek hûn bi wan re muzakere bikin. Divê hûn bi wan re bidin û bistînin. Ji ber vê yekê PKK jî û Ocalan jî dê di vê pêvajoyê de cih bigrin. Jixwe îşaret hene. Dewlet dixwaze vê pêvajoyê piranî li ser Ocalan bimeşîne. Ji ber vê yekê Ocalan dê wekî aktorekî li vir cihê xwe bigre. PKK jî dê cihê xwe bigre.

Çimkî Ocalan her çiqas serokê PKKyê be jî Ocalan di rêveberiya PKKyê de cih nagire. Rêveberiya PKKyê cuda ye. Gerek rêveberiya PKKyê jî ji bo vê pêvajoyê bê qanihkirin. Ji ber vê yekê hem Ocalan û hem jî PKK dê di vê pêvajoyê de cihê xwe bigrin.

Li aliyê din DEM Partî jî ew dê li vir cih bigre. Eger hûn dixwazin pêvajoyek bimeşînin, ev pêvajo dê li ser hiqûqê bimeşe. Hiqûq dê li ku bimeşe? Helbet dê li parlamentoyê bimeşe. Li Parlamentoyê DEM Partî jî heye. Gerek ew jî cihê xwe bigre.

Di pêvajoye berê de jî tim pirsa muxataban dihat kirin. Min ewçax jî digot, divê muxatab ji yekî zêdetir bin. Muxatab çiqaz zêde bin, kar ewqas hêsan dibe. Zêdebûna muxataban ne pirsgirêk e. Berevajî wê derfeteke baş e. Hem di aliyê siyasî de û hem jî di aliyê hiqûqî de derfetek derdixe holê.

Rûdaw: Di pêvajoyeke wiha de gelo pêkan e gavên berbiçav di demeke zû de bêne avêtin?

Vahap Coşkun: Jixwe ger hûn dixwazin gel ji bo pêvajoyeke wiha qanih bikin û gel ji vê pêvajoyê bawer bike, gerek hûn gavên berbiçav bavêjin.

Rûdaw: Dikarin kîjan gavên berbiçav bavêjin?

Vahap Coşkun: Îro hikûmet, îro desthilatdarî biryarên dadgehê bi cîh nayne. Ger van biryaran pêk bîne jixwe gaveke gelekî girîng e. Ger hûn gavên berbiçav navêjin, hûn nikarin tenê bi gotinan vê pêvajoyê bimeşînin. Ji ber vê yekê gavên berbiçav pêwist in. Mesela ger biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê pêk bînin gerek Demîrtaş ji zindanê derkeve.

Hûn dikarin di parlamentoyê de ji bo danîna qeyûman guherînek çêkin û dawî li pêvajoya danîna qeyûman bînin. Hûn dikarin Ocalan hinekî din derxin pêşiya gel. Ew dikare fikir û ramanên xwe ji gel re bêje. Hûn dikarin van gavan bavêjin. Di vê siyaseta MHPyê de jî me dît, hikûmet dikare van gavan bavêje.

Rûdaw: Lê ev gavên ku we rêz kir gavên taktîkî ne û ne gavên esasî ne. Gavên esasî yên wekî perwerdeya bi zimanê Kurdî dê çawa be?

Vahap Coşkun: Wexta hûn li gavên esasî mêze bikin çend heb gav hene bi rastî. Yek di destûra nû de hevwelatîbûn dê çawa bê terîfkirin? Ew dê Kurd di vê destûra nû de xwe bibînin an nebinin? Ev pirsgirêkeke gelek mezin e. Ya duyemîn dê perwerdehî çawa be? Îro piraniya Kurdan dixwazin zimanê xwe hem di perwerdehiyê de û hem jî di karên dewletê de bi kar bînin.

Rûdaw: Kurdî bibe duyemîn zimanê fermî…

Vahap Coşkun: Zimanê duyemîn ê fermî belkî îro ji bo wê zû ye lê gerek ziman di destûrê de bê naskirin. Ev gaveke muhîm e. Ya din jî dê rêveberiyên herêmî çawa be? Ev hersê pirs di pirsgirêka kurd de cih digrin. Ev hersê gav jî gavên siyasî û hiqûqî ne.

Pirsgirêke din jî heye PKK dê çawa dev ji çekan berde? Wexta PKK dev ji çekan berde dê çarenûsa endamên PKKyê çi be? Çarenûsa rêveberên PKKyê dê çi be? Ev hemû divê di pêvajoyê de bê munaqeşekirin. Lê ji bo em van hemû tiştan munaqeşqe bikin beriya her tiştî divê pêvajoyek dest pê bike.

Vahap Coşkun kî ye?

Doç. Dr. Vahap Coşkun, li Zanîngeha Dîcleyê di Fakûlteya Hiqûqê de weke hîndekar cih digre.

Çoşkun Heta niha di gelek kovar, rojname û malperan de gotar nivîsandine.

Ew Serokê Lijneya Rêveber a Enstîtuya Lêkolînên Siyasî û Civakî DÎSAyê ye.

Heta niha li ser çareserkirina pirsa Kurd û mafên mirovan 3 pirtûk nivîsandine.

Di sala 2013an de, di dema pêvajoya aştî û çareseriyê de, endamê Komîsyona Aqilmendan bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst