Berpirsê Pêwendiyên Giştî yê Wezareta Petrolê ya Sûriyeyê Ehmed Silêman ragihand ku ew dixebitin da ku ji rojhilatê Sûriyeyê gazê bînin.
Ehmed Silêman got ku niha ti rêkeftin tune ku petrol ji herêmên Rêveberiya Xweser ji navxweya Sûriyeyê re bê şandin.
Wî da zanîn ku wezareta wan li ser amadekirin û bipêşxistina planan dixebite da ku qadên petrolê werin nûkirin.
Ehmed Silêman amaje pê kir, zererên ku gihiştine jêrxanê dem û hewlên zêde dixwazin da ku vegerin rewşa beriya krîza Sûriyeyê.
Berpirsê Pêwendiyên Giştî yê Wezareta Petrolê ya Sûriyeyê Ehmed Silêman pirsên Pêşkêşkara Rûdawê Nalîn Hesenê bersivandin:
Rûdaw: Bi xêr hatî ser ekrana Rûdawê. Em ji bihayan dest pê bikin. Birêz Ehmed, bihayên sotemenî û berhemên petrolê daketine. Gelo Siûdiyê bi bihayekî kêm petrol û berhemên petrolê pêşkêşî Sûriyeyê kirine?
Ehmed Silêman: Heta niha ti tişt nehatiye pêşkêşkirin. Helbet, çend soz ji aliyê kompanya yan dewletan ve hatine dayîn ku dê piştgiriyê bidin sotemenî û berhemên petrolê yên Sûriyeyê lê heta niha ti keştî yan madeyeke ji van sozan negihiştiye.
Rûdaw: Ew dewlet kîjan in?
Ehmed Silêman: Daketina bihayan sedem...
Rûdaw: Fermo...
Ehmed Silêman: Çend dewlet hene, di nav de Siûdî û Qeter û çend dewletên din hene. Sedema daketina bihayan tendera ku Wezareta Petrolê û Çavkaniyên Kanan ragihandibû ye. Bi saya Xwedê, niha îhale berdewam dikin û girêbest hatine îmzekirin û dê maddeyên petrolê hêdî hêdî werin anîn.
Rûdaw: Te behsa Qeterê kir, gelo Qeter û dewletên din dê petrolê pêşkêşî Sûriyeyê bikin? Ew dewlet kîjan in?
Ehmed Silêman: Çend dewletan soz daye ku dê petrol û berhemên petrolê pêşkêşî Sûriyeyê bikin lê heta niha ti yek ji van berheman û petrol nehatine.
Rûdaw: Birêz Ehmed, bihayê sotemenî û berhemên petrolê çawa tê diyarkirin?
Ehmed Silêman: Komîteyeke pispor heye ku bihayan dinirxîne. Mesrefê veguhastina petrolê û berhemên petrolê û bihayê bi tevahî tê lêkolînkirin û mesrefên din jî li ser van maddeyan tên zêdekirin, pişt re bihayê lîtreyê tê diyarkirin.
Rûdaw: Li ser belavkirinê, berhemên petrolê yên wekî benzîn û mazotê çawa li parêzgehan tên belavkirin da ku pêdiviyên herêmî bên dabînkirin?
Ehmed Silêman: Belavkirin bi rêya şaxên SADCOPê yên li her parêzgehê tê kirin. Pêwîstiya parêzgehê tê pîvan û qasa ku ew parêzgeh bi kar tîne jê re tê dayîn û bi rengekî dadmend li ser stasyonan tê belavkirin.
Rûdaw: Li hemû parêzgehan tê belavkirin?
Ehmed Silêman: Belê, rast e.
Rûdaw: Beriya 2011an, planeke stratejîk a veguhastina gaza Qeterê bo Ewropayê hebû. Gelo ji bo vejandina vê projeyê dan û standin bi Qeterê re hene?
Ehmed Silêman: Niha ti dan û standin an lêkolîn li ser vê mijarê nînin. Ew tenê projeyeke kevn a beriya şoreşê bû lê heta niha em mala xwe ya navxweyî rêk dixin û ti danûstandin li ser vê mijarê nînin.
Rûdaw: Wekî hûn dizanin, rejîma Esed bi Rûsyayê re jî peymanên derbarê lêgerîna li petrol û gazê li Sûriyeyê îmze kiribûn. Gelo ev peyman hîn derbasdar in?
Ehmed Silêman: Hemû peyman û girêbestên ku di dema rejîma berê de hatine îmzekirin dê ji nû ve ji aliyê komîteyên pispor ve bên nirxandin û li ser wan bê fikirîn. Eger ji aliyê yasayî û rêbazî ve baş bin, ti pirsgirêk tune înşalah.
Rûdaw: Heta niha ev peyman nehatine nirxandin?
Ehmed Silêman: Gelek peyman hene û heta niha tên nirxandin û ji komîteyên pispor ên vê mijarê re tên pêşkêşkirin.
Rûdaw: Di nav wan de peymanên ku bi Rûsyayê re hatine îmzekirin jî hene?
Ehmed Silêman: Hemû peymanên di warê petrolê de hene.
Rûdaw: Çarenivîsa girêbestên ku bi Îranê re jî di warê enerjî û sotemeniyê de hatine îmzekirin dê çi be?
Ehmed Silêman: Heman tişt, hemû girêbestên ku bi rejîma berê re hatine îmzekirin dê ji komîteyên pispor re bên pêşkêşkirin û ew dê li ser wan biryarê bidin.
Rûdaw: Em behsa zeviyên petrolê yên li Sûriyeyê bikin. Zeviyên petrolê yên herî mezin ên ku herî zêde beşdarî hilberîna rojane dikin kîjan in û hilberîna her yekê çi qas e?
Ehmed Silêman: Niha ti datayên rast li ser vê mijarê nînin ji ber ku kontrola me ya temam li ser hemû zeviyên li axa Sûriyeyê tune. Berê, beriya şoreşê, amar hebûn ku hilberîn rojane 385 hezar bermîl bû ji hemû zeviyên li Sûriyeyê lê niha ti data li ser hemû zeviyan nînin, tenê li ser zeviyên di bin kontrola rêveberiya nû de hene.
Rûdaw: Ew data çi ne?
Ehmed Silêman: Me ji nû ve lêkolîn kir û...
Rûdaw: Hilberîn çi qas e?
Ehmed Silêman: Texmînî, hilberîna rojane ya zeviyên di bin kontrola rêveberiya nû de nêzîkî 10 hezar bermîl e rojê. Ev rêjeyeke gelekî kêm e ji hilberîna tevahî ya Sûriyeyê bi hemû zeviyan re.
Rûdaw: Ew zeviyên di bin kontrola rêveberiya nû ya Sûriyeyê de kîjan in?
Ehmed Silêman: Çend zevî hene, wekî Zeviya Zemleyê, Zeviya Teymê û Zeviya Şair a Gazê, li gel çend zevî û bîrên din lê hilberîna wan gelekî kêm e.
Rûdaw: Li herêmên Rêveberiya Xweser hilberîna zeviyên petrolê çi qas e?
Ehmed Silêman: Ti datayên rast û zelal li ser vê yekê nînin ji ber ku ew der li derveyî kontrola rêveberiya nû ne lê bi giştî, beriya 2011an hilberîn 385 hezar bermîl bû rojê.
Rûdaw: Gelo projeyên bipêşxistina zeviyên nû yên petrolê hene ku dê beşdarî zêdekirina şiyana hilberîna giştî ya welêt bibin?
Ehmed Silêman: Helbet... bi saya Xwedê, em di qonaxa amadekirin û lêkolînên ji bo nûkirina bîrên heyî û her wiha lêgerîna bîrên nû de ne lê heta niha, em di qonaxa amadekirin û lêkolînên guncaw de ne, ji bo vê mijarê.
Rûdaw: Astengî û zehmetiyên ku hûn di vê mijarê de bi wan re rû bi rû ne çi ne?
Ehmed Silêman: Asteniya yekem û ya herî bandorker sizayên derekî ne, li ser Sûriyeyê. Piştî ku ev siza ji ser Sûriyeyê rabin înşalah, dê gelek veberhênan çêbibin, şirketên veberhênanê dê werin, kompanyayên ku berê li Sûriyeyê dixebitin dê vegerin. Ev kompanya hemû dê zeviyan bi pêş bixin û zeviyên nû keşif bikin inşallah. Ev asteniya mezin a yekem e û dema ew ji holê rabe dê tişt wekî berê bibin înşalah. Asteniya din jî...
Rûdaw: Beriya ku tu behsa astengiyên din bikî, van dorpêçan herî zêde li çi bandor kir? Dixwazim bipirsim di kîjan warê sektora petrolê de, bandora van sizayan herî zêde bû, di hawirdekirinê de yan di hinardekirinê de, di dabînkirina perçeyan de yan di çi de?
Ehmed Silêman: Bi tevahî siza bandorê li tevahiya sektora petrolê dikin. Ji hawirdekirina petrolê ya sivik û giran bigire, hawirdekirina berhemên petrolê yên her cureyî û her wiha hawirdekirina petrolê û heta perçeyên ji bo parzûngehan û avahiyan, hemû ji sizayan bandor girtine.
Rûdaw: Astengiyên din ên ku te dixwest behsa wan bikî çi ne?
Ehmed Silêman: Astengiyeke din ew e ku, dewleta nû li ser zeviyên din kontrol nake û bi saya Xwedê, dema kontrol bike, dê hilberîn çêtir bibe û rewş ber bi başiyê ve biçe.
Rûdaw: Te behsa zeviyên li derveyî kontrola rêveberiya nû ya Sûriyeyê kir. Dixwazim bipirsim rewşa niha ya zeviyên petrolê yên di herêmên Rêveberiya Xweser de çawa ye?
Ehmed Silêman: Min ji te re got ku ti datayên me li ser vê mijarê nînin ji ber ku ne rast in û em nikarin datayên li ser zeviyên li derveyî kontrola dewlet yan rêveberiya nû bi dest bixin.
Rûdaw: Lê danûstandinên Şam û Rêveberiya Xweser ên li ser rêvebirina çavkaniyên petrolê gihiştine ku derê?
Ehmed Silêman: Ev mijar têkildarî rêveberiya siyasî ye û ew bi herêmên rojhilatê Sûriyeyê re danûstandinan dike lê înşalah nîşaneyên anîna gazê ji rojhilatê Sûriyeyê hene ji bo çalakkirina enerjî û yekîneyên germê yên li herêmên Sûriyeyê bi tevahî.
Rûdaw: Ji gotinên te tê digihêjim ku dan û standin di navbera Şam û Qamişloyê de li ser vê dosyeyê hene?
Ehmed Silêman: Helbet dan û standin hene, Wezareta Karên Derve û birêvebiriya nû ragihand ku dan û standin bi rêveberiya rojhilatê Sûriyeyê re tên kirin.
Rûdaw: Te got nîşaneyên îthalata gazê hene, we li ser çi li hev kiriye di vê mijarê de?
Ehmed Silêman: Rast e, derbarê maddeya gazê, heta niha tenê dan û standin li ser vê mijarê û di qonaxa pejirandinê de ne ji bo anîna wê ji rojhilatê Sûriyeyê înşalah.
Rûdaw: Dê çi qas ji herêmên Rêveberiya Xweser ber bi herêmên din ên Sûriyeyê ve were anîn?
Ehmed Silêman: Heta niha ti hejmara diyarkirî tune, di qonaxa danûstandinê de ye lê dibe ku qasên baş bin înşalah.
Rûdaw: Li gorî Wezareta Petrolê ev qasên baş çi qas in yan hûn çi qasî dixwazin?
Ehmed Silêman: Heta niha ti hejmar tune... heta niha ti hejmara cihgirtî tune, em daxwaza herî zêde dikin, lê heta niha ti hejmara rast tune.
Rûdaw: Şiyana hilberîna gazê ya ji herêmên Rêveberiya Xweser çi qas e?
Ehmed Silêman: Ti datayên rast li ser vê mijarê nînin.
Rûdaw: Hûn dixwazin rêveberiya petrolê bi tevahî di bin kontrola we de be?
Ehmed Silêman: Li derveyî kontrola dewletê... ti data nînin.
Rûdaw: Erê... hûn dixwazin rêveberiya petrolê bi tevahî di bin kontrola we de be û Rêveberiya Xweser jî daxwaza rêveberiyeke hevbeş dike, ev rast e?
Ehmed Silêman: Ev mijar ji aliyê rêveberiya nû, rêveberiya siyasî ve tê gotûbêjkirin, ti dan û standinên me li ser vê mijarê nînin.
Rûdaw: Lê hûn Wezareta Petrolê ne û ev mijar têkildarî we ye.
Ehmed Silêman: Erê, lê mijar siyasî ye, lewma li ba rêveberiya siyasî ye. Ev mijareke siyasî ye, bêhtir jê ku ya petrolê be.
Rûdaw: Gelo niha petrol ji bo Heleb, Îdlib û herêmên din ji aliyê Rêveberiya Xweser ve tê dabînkirin?
Ehmed Silêman: Divê petrol ji dewletê re were dayîn û ew dê li hemû herêman belav bike. Petrol di parzûngehan de tê bikaranîn, ne pêwîst e here Heleb yan Îdlibê, li parzûngehên Hims û Banyasê tê bikaranîn û berhemên petrolê ku ji wan derdikevin li parêzgehan tên belavkirin.
Rûdaw: Rêveberiya Sûriyeyê rojane çi qas petrol ji zeviyên herêmên Rêveberiya Xweser werdigire?
Ehmed Silêman: Ji rojhilatê Sûriyeyê?
Rûdaw: Erê
Ehmed Silêman: Ti qas ji rojhilatê Sûriyeyê nayê wergirtin.
Rûdaw: Wate herêmên Rêveberiya Xweser petrolê nadin hundir?
Ehmed Silêman: Na, ti dabînkirin tune.
Rûdaw: Tu dizanî li herêmên Rêveberiya Xweser ti parzûngeh nînin. Li gorî agahiyên we çarenivîsa petrolê ya ku rojane li wan herêman tê derxistin çi ye?
Ehmed Silêman: Li gorî agahiyan, ew bi şewatên destpêkî kar dikin û madeyên sotemeniyê derdixin û li wan herêman bi kar tînin. Ev agahiyên giştî ne, ku ez dizanim lê li ser hûrgiliyên çi diqewime ti agahiyên me nînin.
Rûdaw: Gelo tu geşbîn î ku dê li ser rêvebirina petrolê lihevkirinek di navbera Şam û Qamişloyê de çêbibe?
Ehmed Silêman: Em hêvî dikin ku Sûriye bi tevahî bikeve bin rêveberiya nû înşalah û em ji şer û pevçûnan dûr bikevin û em bi hev re bijîn û Sûriyeyê bi rengekî guncav ava bikin û welatê xwe bi tevahî û bi hemû pêkhateyên xwe bi pêş bixin.
Rûdaw: Birêz Ehmed, di dawiya vê hevpeyvînê de dixwazim bipirsim. Qebareya ziyanên ku gihiştine binesaziya petrolê ya Sûriyeyê, ji ber şerê 13 salan, çi qas e?
Ehmed Silêman: Ziyanên giran li van bîran ketine bi rastî. Ti bipêşxistin û çakkirina van bîran nebûye, derxistina zêde ji van bîran hebûye. Niha em di qonaxa lêkolîn û amadekirina planan de ne, ji bo çakkirina van bîran û pêşxistina wan înşalah di rojên pêş de.
Rûdaw: Ev ziyan bi texmînî çi qas in?
Ehmed Silêman: Bi rastî ziyanên giran in û demeke dirêj pêwîst e heta ku wekî beriya şoreşa Sûriyeyê lê bê. Dema em vegerin xala sifirê, em dê dest bi pêşxistina van bîran bikin, bi saya Xwedê.
Rûdaw: Pêdiviya we bi çi qas demê heye ji bo hûn bigihêjin xala sifirê?
Ehmed Silêman: Em nikarin demeke diyar destnîşan bikin, bi rastî, ji ber ku gelek bîr hene û hinek bîr li derveyî kontrolê ne. Em nikarin demeke diyar ji bo hemû bîran destnîşan bikin lê em bi rengekî guncav û lezgîn hewl didin van bîran pêş bixin, yan çak bikin û ev jî girêdayî dorpêçên li ser Sûriyeyê ye ku bandorê li dema kar dikin.
Rûdaw: Birêz Ehmed Silêman ji Şamê mêvanê min bû. Tu bi xêr hatî û spas ji bo vê derfetê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse