Şêwekar Naîl Henna: Galeriyên we li ku ne, tenê avahî xuya dikin

10-05-2023
RÛDAW
Şêwekar Naîl Henna: Galeriyên we li ku ne, tenê avahî xuya dikin
Şêwekar Naîl Henna: Galeriyên we li ku ne, tenê avahî xuya dikin
Nîşan Naîl Henna Şêwekar
A+ A-

Hunermendê şêwekar ê Kirîstiyan Naîl Henna di hevpeyvîna xwe ya bi Rûdawê re got, “Heger kesek bê vir Hewlêrê û bibêje ez dixwazim herim dîroka Kurdan bibînin, dîroka bavê mezin Mela Mistefa Barzanî, li ku ye? Em tenê dibînin hema avahî tên çêkirin. Avahiyên bi camê çêkirî, nîne, tiştek tê de nîne. Min xemeke zêde xwar. Min ji birayê xwe Sefîn re behs kir. Min got: Ka galeriyên we li ku ne? Tenê avahî û avahî xuya dikin.”

Hunermendê şêwekar ê Kirîstiyan Naîl Henna yê ku dixwaze peywendiya wî ya bi Kurdistanê re xurt be anî ziman, “Tu qîmetê hunermendan li vir tune ye. Tew cihê ku derfet da min ez lê kar bikim, ji ber nebûna hunermendan dinalin, ku kiryar bên û berhemên wan bikirin. Kes hunerê nakire, tune ye, tu galeriyeke we tune ye ku kar bike.”

Hunermendê şêwekar ê Kirîstiyan Naîl Henna yê ku ev 40 sal in li derveyî Mûsilê ye yan jî ji Mûsilê derketiye ber bi Skotlandê. Di nava vê hevpeyvînê de, em ê nas bikin, bizanibin çi peyamek di nav tabloyên wî de hene û dixwaze bigihîne, jiyana wî ya balkêş jî.

 Rûdaw: Birêz Nael, spas j bo vê derfetê?

 Naîl Henna: Silav, hûn bi xêr hatin. Ez spasiya galerî û qirtasiya ARTê dikim ku derfet dan ez li vir nimayişê bikim. Birayê min Ali new derfeta binirx da min û ew bexşindetiya ku min li Kurdistanê wergirt, li galeriya.

Rûdaw: Dest xweş, ez dixwazim di destpêkê de balê bikşînim ser karên te, yên ku di dema te li vê derê de kişandine ka der barê çi ne û armanc ji van karan çi ye? Eger em ji vê tabloyê dest pê bikin.

 Naîl Henna: Bê guman.

Rûdaw: Nêrîna te çi ye?

 Naîl Henna: Bê guman. Li destpêkê min xweza xêz dikir. Li Soktlendayê xwezayeke bedew heye. Di çarçoveya xwendina xwe de û ji bo caraya yekem beriya ku ez berê xwe bidim xwezayê. Ez 1983an ji Iraqê derketim.

Rûdaw: Ango 40 sal.

 Naîl Henna: Berî 40 salan gava ji Iraqê derketim, hemû ramanên min dijî Amerîka û dijî Îranê bûn û li dij wê muameleya xerab a ku li vir bû.

Rûdaw: Te gelek bal kişande ser siyasetê?

 Naîl Henna: Min gelekî tekezî li ser siyaset dikir. Min tekezî li ser UN dikir, UN; ne UN bû, li şûnê USA bû. Bi rastî, bi berdewamî digotin UN; USA ye. Min pêşangehek li wir vekir. Hemû li ser siyasetê bû û dijî UN/NY bû, tew min serên pezên jêkirî yên rastîn anîbûn û min ew li pêşangehê danîn. Lê min ew xistibû nav tenerê ku madeyeke parêzer e û min çavên wê girêda, ji bo ku ez nîşan bidim ku NY şerê 1990î li ser me sepand. Min çavên wê girêdabûn û min li ser nivîsîbû "Shall not kill" ango nekuje, Kirîstiyan bû û dikuşt. Ev durûtî bû. Min pêşangeheke mezin bi vê serenavê vekir.

Rûdaw: Eger em zêdetir behsa tabloyên te bikin, berî niha te got ku min ev tablo bi navê Kirîsmis ango Dara Kirîsmisê çêkiriye.

 Naîl Henna: Bê guman.

Rûdaw: Peyama vê tabloyê çi ye?

 Naîl Henna: Em Kirîstiyan in, me bar kir, ez na lê malbata min û birayên min ên Mesîhî û tew hunermendên Misilman ên asayî derketin derve, lewma min navê wê kir 'Merry Christmas Mosul'.

Rûdaw: Der barê Mûsilê de?

 Naîl Henna: Der barê Mûsilê de, ango roja jidayikbûna Mûsilê, rojbûna we pîroz be, me terka van keleser û wê dara hişk û pir xemgîn da. Dema ku em derketin derve xemgîn bû. Em xelkê Mûsilê ne, bav û kalên me, bi dîrokê jî.

Rûdaw: Tu kîjan salê ji Mûsilê derketî?

 Naîl Henna: Ez ne bi darê zorê derketim derve, li şûnê ez bi erkekî çûm. Lê malbata min bi kotekî derket derve. Kart ji me re şandin ku em filleh gawir in…kafir in…lewma hemû Kirîstiyan derketin derve, berî koça bi darê zorê.

Rûdaw: Lê ji bo min behs bike tu çawa ji Mûsilê derketî û çawa jê derketî û bi çi rewşê?

 Naîl Henna: Ez leşker bûm. Ez di şer de birîndar bûm. Min bi şûn de birin. Min li paş wêne saz dikirin. Ez ne hema wisa rûniştibûm. Ez li wir nobedar bûm, ez nobedarê tiştên xwerû bûm.

Rûdaw: Ango bi sedema şer tu derneketî?

 Naîl Henna: Na, efseran dît ku ez wêneyan saz dikim, ez wênesaz im.

Rûdaw: Ango wê demê jî te wêne dikişandin?

 Naîl Henna: Bê guman, bê guman.

Rûdaw: Temenê te nêzîkî çendê bû ku te wêne dikşandin?

 Naîl Henna: Ji dema ku ez piçûk bûm min wêne dikşandin. Tew min dêya xwe bêzar dikir û min her tiştek bikişanda min bi dîwar ve dikir. Hemû mala min wêneyên kişandî bûn.

Rûdaw: Dema tu bi seredan hatî vê derê, ez bawer im tu zêdetirî mehekê ye li vê derê yî?

 Naîl Henna: Na, ev sê hefte ne.

Rûdaw: Te serdana Mûsilê nekir, te hizir nekir serdana Mûsilê bikî?

 Naîl Henna: Ez nêzîkî Mûsilê nabim. Ji bo min zehmet e ji ber ku berî her tiştî ez bêtir xemgîn dibim. Ez bêtir xwe dispêrim wêne û çîrokan. Min Mûsil ji dûr ve didît, lewra min biryar da ku ez neçim Mûsilê.

Rûdaw: Eger tu biçî metirsî li ser te heye?

 Naîl Henna: Bê guman metirsî ye. Ji bo her mirovekî metirsî ye. Min Mûsil nedîtiye devereke parastî be, hîn dem maye. Ez naçim û ne hewce ye biçim. Mûsil xemgîn e, ev Mûsil e, bi hizirîna min, ev Mûsil e, ev jî Mûsil e li pişt te ye.

Rûdaw: Bila em werin vê derê, ev jî behsa Mûsilê dike?

 Naîl Henna: Bê guman behsa Mûsilê dike. Dema ku min ew al bi kar anî, ango ez li wir dijîm. Xelkê Îngilîz mirovên baş in, gelê Amerîka jî gelekî baş e. Lê hikûmetan hêlan ku em ji cîhanê nefret bikin û ji siyasetê nefret bikin. Ev şenaşilên şikestî ne. Ev jî ew kes e ku mir û li Mûsilê hat îşkencekirin. Ew xelk heta vêga dijî, têkdanê dibîne. Ez vana di tabloyên abstrakt de, ango şêwekariya abstrakt de şênber dikim. Ev demeke dirêj e ku min qonaxa empresyonîzmê derbas kiriye.

Rûdaw: Mamosta Nael, tu li gel Kurdî çawa yî, tu tiştekî bo Kurdî dizanî?

  Naîl Henna: Kurdî?

Rûdaw: Û qehwe?

  Naîl Henna: Pir xweş e.

Rûdaw: Tu gelekî jê hez dikî?

 Naîl Henna: Pir xweş e.

Rûdaw: Hunermend berdewam.

 Naîl Henna: Ez bi berdewamî qehweyê vedixwim.

Rûdaw: Dema tu wêneyan dikşînî?

 Naîl Henna: Dema ez wêneyan dikşînim? Ez meyê dinoşim.

Rûdaw: Çi tişta zêde tu dixwazî vexwî?

 Naîl Henna: Ez ji vexwarina şerabê hez dikim.

Rûdaw: Me got em ê behsa wê bikin, dema tu leşker bûyî, te behsa çîrokeke gelek xweş bo min kir, ew jî peywendî bi wênekêşanê ve hebû.

 Naîl Henna: Bê guman hesp. Min wêneyên hesp dikşand. Min şer dikşand. Yermûk û her tiştên xwedî mohra erebî û îslamî bûn. Ji wan çîrokên ku ez bi kurtî dabaşa wan dikim. Min ji dil û can wêneyê şer dikşandin. Bê guman çanda me erebî û îslamî bû. Ez Mesîhî me, lê em bi hev re dijiyan û yek malbat bûn.

Rûdaw: Rast e.

 Naîl Henna: Min wêneyê dîrok dikişand. Em di şerê Qadisiyeyê re derbas bûn. Wekî tu dizanî li ser me hatibû ferzkirin. Min wêneyên hesp û şer dikşand û min li ser alê nivîsîbû Allahû Ekber. Bi berdewamî rojekê Sedam Hisên hat. Got, çima hûn hemû Allahû Ekber nanivîsin, çima ew ê Kirîstiyan Allahû Ekber dinivîse? Şensê min hebû ku çûna derveyî welêt bide min, ji bo ku ez wênekêşanê bixwînim. Wî otomobîlek da min, lê min nepejirand. Min got: Xwedê te bihêle, bi van pereyan min bişîne derve û bila otomobîl ji we re be. Got: Baş e here.

Rûdaw: Ango derketina te ji artêşê ji bo xatira kişandina wê tabloyê bû?

 Naîl Henna: Erê bê guman, ne tenê yek wêne, min gelek wêne kişandine, min wêne ji bo rehmetiyê Ednan Xeyrallah dikişand, min tablo ji bo mala wî ya mêvandariyê dikişand. Ez mijûlî wênekêşana xweza û hespan bûm. Lewra navekî min hebû ku ez wênekêşek im li artêşê. Lê min wêneyên siyasetê nedikişandin. Her wisa min qet wêneyê tu kesî nedikişand. Lê min wêneyên hunermendan dikişand. Min çav li tabloyên hunermendên nola Michelangelo û da Vinci dikir. Min ji çavlêkirinê hez dikir û ez ji çavlêkirinê hîn bûm. Paşê min bi çavlêkirina tabloyan dest pê kir.

Rûdaw: Ew kesên te berdewam ji bo tabloyên xwe helbijartî kî ne?

 Naîl Henna: Min li ser kesayetan kar nekiriye.

Rûdaw: Her te nekişandiye?

 Naîl Henna: Ajel, ez ji ajelan hez dikim. Ez ji hespan hez dikim, min qet.

Rûdaw: Tu her tiştî ji xwezayê dibî?

 Naîl Henna: Her tişt ji xwezayê, lewra karê min xweza bû, her wisa hesp bû. Ev karê min bû. Paşê ez hatim veguhastin, ji van hespan heta çûna min a Brîtanya. Ez li taybetmendiya şêwekarî digeriyam. Min xwest wê qonaxê derbas bikim. Derbas bûm û bûme derçûyê hunera şêwekarî û ez yekemê komê bûm. Ango min pileya herî bilind bi dest xist. Paşê min li eynî zanîngehê master wergirt. Li wir, li zanîngehê ez dema çend salan bûm lêkolînvan li Zanîngeha Dundee, piştre min berê xwe da wênekêşanê û min got ez êdî dersan nadim.

Rûdaw: Tişta tu bixwazî bikî?

 Naîl Henna: Ez nikarim berhemhêner bim. Dema ku tu rojane ji saet 9ê sibehê heta 5ê êvarê diçî, tu nikarî tiştekî berhem bînî. Tu tenê ders û waneyan didî û ramanên xwe didî xwendekaran. Min got na, divê ez ji vê dûr bikevim. Bi rastî, dema ku dûr ketim, hewcedariya min bi pereyan hebû.

Rûdaw: Dixwazim vê pirsê bikim, hunermendê şêwekar di vê demê de, li Iraqê be yan jî li derve, dikare pişta xwe bi hunerê ve girê bide, ji rûyê debara jiyanê ve û di jiyana xwe de yê asûde be, bo nimûne ji bo her tiştî?

 Naîl Henna: Şensê min hebû ku ez geştekê bi dest bînim û min Xelata John Close ji Akademiya Qraliyeta Skotlendayê ji bo Hunermendê Herî Baş li zanîngehê wergirt. Wan seferek dan min û ez çûm Îtalyayê. Min li Florensê xwend. Min nêzîkî salekê wênekêşan xwend. Ez vegeriyam, ez vegeriyam ne tenê wek hunermend, lê ez wek xwarinçêker vegeriyam.

Rûdaw: Wela baş e.

 Naîl Henna: Ez li wir di xwaringehekê de dixebitîm û fêrî xwarinên Îtalî bûm.

Rûdaw: Niha tu di çêkirina xwarinê de zîrek î?

 Naîl Henna: Erê, ez vegeriyam û min xwarin çêdikir û wêne dikişandin. Ez hîn bûm çawa li welatê duyem bijîm û xwe biguncînim û min xwe li wir guncand.

Rûdaw: Te xwe guncand û tu her dibêjî ku mala min li pêşiya deryayê ye, helbet tu bêzar nabî?

 Naîl Henna: Ez vegeriyam. Mala min ne dûrî deryayê ye. Ez her roj diçim ser deryayê û skêçan çêdikim, ango ez li wir hêlkariyê dikim û paşê wêneyê deryayê dikşînim.

Rûdaw: Baş e.

 Naîl Henna: Heta niha ji wênekêşana deryayê ranewestiyame, ez hatim.

Rûdaw: Ji deryayê bêzar nabî?

 Naîl Henna: Erê, ez hatim vir da ku deryayê nîşanî we bidim. Min wêneyek ji bîranînê kişandiye. Ev wêneyê li paş min e, ji bîreweriya deryayê ye. Divê ez her roj deryayê bibînim, divê ez seredana deryayê bikim.

Rûdaw: Girîng e.

 Naîl Henna: Pir girîng e.

Rûdaw: Girantirîn buha ji bo tabloyê ango girantirîn tabloya te firotibe, ez bawer im tabloyeke te heye gelek navdar e.

 Naîl Henna: Ez bi galeriyan re dixebitim. Li Londonê ez bi Galeriya Thomson re, bi Galeriya Red Rise re kar dikim, ez bi Galeriya Fraser re dixebitim. Ez bi wan re dixebitim, paşê ez taybet dikim û carinan li malê seredana min dikin û ez bi 20, 30, 50 hezar poundî difiroşim wan. Bihayên min ev in, şikir ji Xwedê re pêdiviya min bi pereyan nîne, pereyên min hene. Ez buhayê bilind dikim û naxwazim êdî bifroşim.

Rûdaw: Buhatirîn tablo te firotibe?

 Naîl Henna: 50 hezar pound.

Rûdaw: 50 hezar pound, der barê çi bû, behsa çi dikir? Ango nêzîkî 75 hezar dolaran?

 Naîl Henna: Behsa ala çirandî ya Îsraîlê dikir. Min ji doza Felestînê hez kiriye. Min wêneyekî çirandî kişand û min wêneyê heyvê tê de bi kar anîbû û min navek lê kir (Hijack Land) ango axa hatî dizîn. Min li ser nivîsî (celebration in Israel) ango ahengek li Îsraîlê, aheng li Îsraîlê.

Rûdaw: Zor baş e. Rast e.

 Naîl Henna: Ev tabloya min e. Erê.

Rûdaw: Bi nêrîna te, hunera şêwekariyê, niha zêdetir bi dilê te yan jî di salên heftêyî û şêstan de, tu cudahiyek heye?

 Naîl Henna: Di salên şêstî de gelek hunermendên navdar hebûn, wek mînak Fayeq Hesen.

Rûdaw: Ango tu dibînî ku niha pêşkeftineke zêdetir heye?

 Naîl Henna: Fayeq Hesen, bê guman, bê guman pir.

Rûdaw: Ango li gor rewşê yan jî amûrên li berdest an jî bi hizrê?

 Naîl Henna: Mîna Rehal û Cewad Selîm. Ev mamosteyên me ne, lê ez wê demê piçûk bûm. Lê min li ser wan xwendiye. Hunermend li Brîtanyayê hene. Hunermendên profesyonel ên Amerîkî mîna William de Quing hene. Ev lehengê min e û ez dixwazim weke wî bim.

Rûdaw: Gelo tu beşdarî pêşangehên navdewletî yên salane dibî?

 Naîl Henna: Min xwe ji Akademiya Şahane dûr xist. Ez endam bûm. Min xwe ji bo karên xwe terxan kir. Ji bo xwe tenê. Ez berhemên xwe li pêşangehên herî baş ên Londonê nîşan didim. Thomson ku galeriya herî xurt e, ez bi berdewamî bi wan re kar dikim. Galeriyeke din jî hebû ku min bi wan re kar dikir. Galeriya John Martin li Londonê û Galeriya Hickman, ew hergav min dixwazin. Min ew li Îngilîstanê, li bakurê Îngilîstanê nîşan dane. Ez wan li Nottinghamê nîşan didim, her wisa ez wan li li Bathê nîşan didim, li Cambridgeê, li Oxfordê nîşan didim. Ango ez wan li li seranserê Brîtanyayê nîşan didim. Tabloyên min dibin Amerîkayê, dibin Kenedayê, dibin Çînê û têne kirîn. Hogirên kirîna tabloyan dihatin û dikirîn. Wan tabloyên min ne bi rêya min, lê bi rêya înternetê ji galeriyan dikirîn.

Rûdaw: Her wiha dixwazim peywendiya te li gel Kurdan li diyasporayê bizanibim?

 Naîl Henna: Ooo, têkiliya min bi birayên min ên Kurd re pir xurt bû. Em bi hev re dijiyan. Wek birayê Sefîn Dizeyî, yek ji hevalên min ên herî ezîz e. Her wisa Şêrwan Dizeyî, bapîrê Muhsin Dizeyî ku bavê Sefîn e. Me hurmeta hevdu digirt û em diçûn cem wan. Sefîn Dizeyî li heman kolêjê bû ku min lê dixwend.

Rûdaw: Hûn bi hev re bûn?

 Naîl Henna: Ew dîzaynerê hundir bû. Hunermendekî pir baş e. Lê vêga naxebite. Min jê nepirsiye, lê ew ji hunerê hez dike. Ji dîzaynê hez dike, ew mirovên pir baş in. Erê…erê…

Rûdaw: Tu haziriyan dikî ji bo vekirina pêşangehekê li Hewlêrê, dixwazim bizanim tabloyên te behsa çi dikin, peyama tabloyên te çi ne ku tu wê pêşan bidî?

 Naîl Henna: Berî ez biaxivim, ez hatim Hewlêrê û matmayî mam ku galeriyên hunerî nînin. Ez ji hikûmetê, ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaz dikim ku li vekirina muzexaneyekê ji bo hunera şêwekarî bihizire. Niha ku tu diçî Brîtanyayê, gelek muzexane û galerî hene. Ji bo ku geştyar seredana vir bikin û geştyarî were pêşxistin, divê muzexane û pêşangehên hunerî hebin, ji ber ku ev rûyê me ye.

Rûdaw: Ango tu hest dikî ku asta hunerê li vê derê.

 Naîl Henna: Nîne, sifr e, nîne… Tu qîmetê hunermendan li vir tune ye. Tew cihê ku derfet da min ez lê kar bikim, ji ber nebûna hunermendan dinalin, ku kiryar bên û berhemên wan bikirin. Kes hunerê nakire, tune ye, tu galeriyeke we tune ye ku kar bike.

Rûdaw: Em çi bikin ku bibin wek welatên din?

 Naîl Henna: Divê hikûmet destê xwe biavêje berîka xwe û pereyan li ser hunerê xerc bike.

Rûdaw: Li ser hunerê?

 Naîl Henna: Kes pereyan bi rêya wê bi dest naxe. Rû ev e. Huner rûyê welêt e. Em diçin Fransa, Parîs, London, New York, li her welatî muze û galerî hene. Ger kesek bê vir Hewlêrê û bibêje ez dixwazim herim dîroka Kurdan bibînin, dîroka bavê mezin Mela Mistefa Barzanî, li ku ye? Em tenê dibînin hema avahî tên çêkirin. Avahiyên bi camê çêkirî, nîne, tiştek tê de nîne. Min xemeke zêde xwar. Min ji birayê xwe Sefîn re behs kir. Min got: Ka galeriyên we li ku ne? Tenê avahî û avahî xuya dikin. Li ku ye, ez dixwazim berî her tiştî hunerê li vir bibînim. Niha pisporiya mastera min li ser monumentan e. Min gelek monumentên wiha çêkirine, bi min re were, monumentên wiha hene, ne bi min re, kesekî din. Ez dîzayner im. Piştî vê, ez dikarim monumentên wisa çêbikim û hemû kolanên Kurdistanê bixemilînim. Ji Silêmaniyê heta vir, bi monumentên herî bedew. Lê kes mifayê ji me wernagire. Hikûmeta Iraqê bi hezaran li ser min xerc kir, lê sûd ji min nedît, lê Brîtanyayê sûd ji min wergirtiye.

Rûdaw: Zêdetir sûd ji te dît?

 Naîl Henna: Bê guman. Ez li wir her tiştî dikim, em pêşangehan vedikin û monumentan çêdikin.

Rûdaw: Dixwazim bizanim di pêşerojê de projeyeke te heye û tu dixwazî seredana Kurdistanê bikî?

 Naîl Henna: Ez ji Kurdistanê hez dikim. Ez hest dikim ku mala min e. Tew ez dixwazim malekê li vir bikirim, ji bo ku herim û bêm. Berî ku ez bi dawî bikim, ez dixwazim spasiya Panda Gallery Artê bikim ku ev mêvandariya bedew li me kir. Her wiha ez spasiya wan karmendan dikim ku li vir kar dikin. Wek kekê Nizar û xwişka Alayê, xwediya vî cihî, piştgiriya min kirin, min şerm dikir. Car caran Ala av û qehweyê ji min re tîne, pir bedew e.

Rûdaw: Alîkariya te dikin?

 Naîl Henna: Erê.

Rûdaw: Spas, em gelek bi vê derfetê kêfxweş bûn, bi dîtina te û zêdetir nasîna te kêfxweş in û hêvî dikim temaşevanên me jî bi vê hevpeyvînê kêfxweş bûbin. Ji ber ku ji bo me derfetek bû karên te yên ciwan bibînîn.

 Naîl Henna: Spas.

Rûdaw: Gelek spas ji bo te. Em li Gallery Art Pandayê bûn, der barê Naîl Henna û karên wî yên dawiyê û projeyên wî yên dawiyê û pêşangeha berhemên wî yên dawiyê li Hewlêrê, hêvî dikim ku we demeke xweş li gel vê hevpeyvînê derbas kiribe. Heya hevpeyvîneke din, di nav xêrê de bimînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst