Mehmet Kaya: Xelk li bendê ye Erdogan bibe kefîlê pêvajoya çareseriyê

4 demjimêr berê
RÛDAW
Mehmet Kaya û Hêvîdar Zana\ Wêne û vîdeo:Rûdaw
Mehmet Kaya û Hêvîdar Zana\ Wêne û vîdeo:Rûdaw
Nîşan Sûriye Rojavayê Kurdistanê Heyeta Tehrîr El Şam (HTŞ) Mafên Jinan Serokê DTSOyê Mehmet Kaya Recep Tayyîp Erdogan Amed Deriyê Sînorî yê Nisêbînê
A+ A-

Serokê Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Amedê (DTSO) Mehmet Kaya ragihand ku pêvajoya aştiyê sûdeke erênî digihîne aborî û geşedana Bakurê Kurdistanê û got, “ Tirkiyê di serdemên borî de bi zelalî dît ku ku dema pêvajoya aştiyê çêdibe herî zêde sûda vê yekê ji bo aborî, peydabûna derfetên kar û geşedanê heye.”

Mehmet Kaya amaje bi ziyareta Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan a bo Amedê û peyamên wî yên derbarê pêvajoya çareseriyê jî kir û got:” Tişta ku ji serokkomarê me tê hêvîkirin ew e ku daxuyaniyên vê pêvajoyê bihêztir dikin bide û baweriyê bide xelkê ku dê bibe kefîlê vê pêvajoyê û lê xwedî derkeve.”

Serokê Odeya Pîşesazî û Bazriganiyê  behsa pêşhatên dawî yên li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê jî kir û got: “Niha hikûmeteke nû çêbûye û astmosfereke nû heye. Niha tişta herî pêwîst geşedana Sûriyeyê ye û divê bajarên navçeyê jî  (Bakurê Kurdistanê) ji vê geşedanê sûdê bibînin” 

Mehmet Kaya tevlî Bultena Bakur a Rûdawê bû û derbarê bandorên pêvajoya çareseriya pirsa Kurd ên li ser geşedan û aboriya Bakurê Kurdistanê, peyamên Serokkomarê Tirkiyê yên li Amedê û peywendiyên bazirganî yên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi Sûriye û Rojavayê Kurdistanê bersiv da pirsên Hevîdar Zanayê.

Hevpeyvîna Hêvîdar Zanayê ya bi Mehmet Kaya re wisa ye:

Rûdaw: Îhtîmala pêvajoyeke nû ya aştî û çareseriyê di nava bazirganan de çawa tê nirxandin?

Mehmet Kaya: Helbet bi taybetî destkeftên aborî yên vê pêvajoyê dema em li amarên salên 2013an û 2015an dinêrin em dikarin bibînin. Wate çi bi Îraqê re be çi bi tayebtî bi Herêma Kurdistanê re be asta bazirganiya me sala 2014an derdora 14 milyar dolaran bû. Me reqama sala 2014an tenê sala 2022an bidestxist.  Di heman serdemê de berhemê navxwe yê Tirkiyê jî gihişt zêdeyî 900 milyarî. Wate Tirkiyê di serdemên borî de bi zelalî dît ku ku dema pêvajoya aştiyê çêdibe herî zêde sûda vê yekê ji bo aborî, peydabûna derfetên kar û geşedanê heye. Ji ber wê avêtina pêngaveke wiha û bi taybetî dema li navçeyê Pirgirêka Kurd bi rêbazeke aştiyane hate çareserkirin dê sûdeke aborî bigihîne hemû welatên li herêmê. Ne tenê karsazên li herêmê, karsazên li Tirkiyê, karsazên li Kurdistanê û karsazên li Sûriyê jî vê yekê baş dizanin.  Ji ber ku tecrûbeyeke me ya di demên borî de heye. Ev amar bi eşkere nîşan didin ku aştî çawa aboriyê pêşvedibe.

Rûdaw: Belê birêz Mehmet Kaya we behsa Sûriyeyê kir. Dixwazim ji wê derê berdewam bikim. Peywendiyên we yên bazirganî bi Rojavayê Kurdistan û Sûriyeyê re di çi astê de ne? Niha li wê derê hewla avakirina hikûmeteke nû heye û dibe ku rewşa Kurdan li wê derê baştir bibe asta wê dê di demên pêşde çiqas be û niha çiqas e? Peywendiyên we hene gelo?

Mehmet Kaya: Mixabin hîn jî di bazirganiya bi Rojava re karsazên me piştî ku ji ser Herêma Kurdistanê dikevin nav Îraqê, derbasî wê derê dibin lê dema em lê dinêrin zêdeyî 10 sal in deriyê sînorî yê Nisêbînê ku hatiye modernkirin mixabin girtî ye. Wate bazirganiya bajarên me yên Amed, Mêrdîn û Êlihê ya bi Rojava û Sûriyeyê bi rêya deriyê sînorî yê Nisêbînê ye. Heta ku deriyê sînorî yê Nisêbînê neyê vekirin em nikarin bazirganiya xwe ya bi Sûriye û Rojavayê re bigihînîn wê asta ku em dixwazin. Em dê van rojan wekî Odeyên Bazirganiyê yên li herêmê bên ba hev û derbarê vekirina deriyê Nisêbînê bi berpirsên hikûmetê re bicivin.

Mixabin pirsgirêk li Tirkiyeyê ye. Em dê li Tirkiyê bi Wezareta Bazirganiyê re bicivin. Heta ev derî neyê vekirin em nikarin di bazirganiya xwe ya bi Rojava re bigihin wê qonaxa ku em dixwazin. Niha hikûmetek çêbûye û atmosfereke nû heye. Niha tişta herî pêwîst geşedana Sûriyeyê ye û divê bajarên herêmê jî ji vê geşedanê sûdê bibînin. Karsazên li herêmê, karsazên li Tirkiyê û karsazên li Îraqê jî dikarin sûdê jê bibînin.

Di encamê de bi salan ji ber şer û rûbirûbûnan vê herêmê zerereke zêde ya aborî dîtiye û divê karsazên herêmê ji vê yekê sûdê bibîbin. Em dê vê yekê bi hevbeşî ji hikûmetê re bibêjin. Piştî ewqas mexdûriyetê di jinûveavakirina Sûriyeyê de divê karsazên li herêmê pêşengiyê bikin û bi taybetî divê demildest deriyê sînorî yê Nisêbînê bê vekirin. Heta ew neyê vekirin mixabin derfeta me nîne ku em ji ser Kilîs an Hatayê bazirganiya xwe bikin. Ji bo pêşveberina bazirganiyê ji bo  me deriyê sînorî yê Nisêbînê nebe nabe.

Rûdaw: Wate em bêjin eger ne ji ber alozî û nakokiyên siyasî be potansiyela we ya bazirganiyê çiqas e ligel Rojava û Sûriyê û di nav Bakurê Kurdistan û Tirkiyê de jî?

Mehmet Kaya: Binêrin, mixabin Tirkiyê dejavûyekê dijî. Bila em qet jibîr nekin. Wate berî 10 heta 15 salan tiştên ku niha wekî metirsî ji bo Rojavayê Kurdistanê tên gotin ji bo Herêma Kurdistanê jî dihatin gotin lê çi lê hat? Dema em dinêrin bi taybetî Herêma Kurdistana Îraqê ne tenê bi Amedê bi hemû bajarên Tirkiyeyê re bazirganiya xwe pêşvebiriye. Îraq jî hertim di nava 5 welatên sereke de ye ku em herî zêde bazirganiyê pê re dikin. Wate ew tirsên ku ji berê ve hene herî zêde bazirganiyê asteng dikin û Tirkiye ji ber vê bazirganiya ku tê astengkirin zererekê zêde dibîne û hinaredeya wê kêm dibe.

Dema em  îro li amarên îsal dinerin em ligel  Îraqê behsa zêdeyî 15 milyar dolar bazirganî û hinardeyê dikin û her tim di zêdebûnê de ye. Wate dema ew tirs neman bazirganî pêş ve diçe.  Em her tim dibêjin bi rêkeftina bi Herêma Kurdistanê vekirina deriyên dûyem û sêyem û vekirina deriyê wekî yê Nisêbînê, Tirkiye dikare bi cîranên xwe yên li başûr salane bi asanî zêdeyî 50 milyar dolarî hinaredeyê bike. Dema ev yek hat kirin jî dê bê famkirin ku ew tirs û mijarên ku wekî metirsî tên dîtin ne dicih de ne û bê wate ne. Ji ber ku me di dîrokê de ev yek tecrûbe kir. Niha  çawa bi Herêma Kurdistana Îraqê pêwendiyeke dostanî çêbûye, dikare bi heman awayî pêwendiyeke dostane bi rêveberiyeee ku li Rojava çêdibe jî bê kirin û dikare pêwendiyên aborî bilez bên pêşvebirin.

Rûdaw:Ev yek dê bikare ji sedî çendê  pirsgirêkên bêkariyê yên li Bakurê Kurdistanê çareser bike? Zêdebûna hêza aborî û bazirganiyê dê ji sedî çend pirsgirêka bêkariyê çareser bike?

Mehmet Kaya: Binêrin niha li herêma me li gorî amara navendî ya welatên OECDyê 2 qat zêdetir ciwanên me yên bêkar hene. Niha sermayeya herî girîng a li cîhanê sermayeye mirov e. Wate nifûsa ciwanan e ku we perwerde kiriye. Mixabin ev ciwanên me bi awayekî bilez koçî Ewropa, Amerîka û welatên derve dikin û li wê derê kar dikin û derfetên kar ji xwe re çêdikin. Ji ber ku êdî pêwîstiya Ewropayê bi nufusa ciwan heye. Bi demê re em dê li vê derê bên astekî wiha ku em dê nikaribin karkeran peyda bikin. Li şûna ku em rê bidin ciwanên me biçin rojava divê em li vê derê ji wan re derfetên kar çêbikin. Bingeha vê jî ew e eger em bi cîranên xwe yên başûr bazirganiyeke baş bikin dê ev yek bibe sedema geşedana pîşesaziya herêmê. Binêrin niha xerciya herî girîng lojîstîk e. Ji bo ku ev xerciya girîng ji holê rabe divê hûn li cihek nêzîk berhembînin û hinaredeyî Kurdistana Îraqê, Rojava û Sûriyê bikin. Ev yek dê sûdeke zêde bigihîne derfetên kar jî.

Rûdaw: Birêz Mehmet Kaya sibê Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan tê Amedê. Wekî Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Amedê ji bo pêvajoya aştî û çareseriyê hûn dê peyameke çawa bidin Recep Tayyîp Erdogan,  Ji bo ku ew dever di warê aborî de geşdanekê bixwe ve bibîne.?

Mehmet Kaya: Birêz Serokkomar di demeke wiha de ku pêvajoya çareseriyê tê axaftin de û Serokê Partiya Netewperest birêz Bahçelî bangî Ocalan kiriye û ev pêvajo wiha dimeşe heta niha bi zelalî rêya pêvajoya aştiyê diyar nekiriye û gelek daxuyaniyên wî yên derbarê lêgerîna piştevaniya civakî ji bo vê pêvajoyê jî çênebûn. Zêdetir li ser aliyê terorê yê pêvajoyê peyam dan û derbarê çekdanînê de axivî.  Helbet her dema ku tê Amedê bendewarî ew e ku derbarê vê mijarê de daxuyaniyên li ser geşedana herêmê, bidawîhatina şer û sûdên ku aştî bigihîne herêmê de bide.

 Ji ber ku piştî pêvajoyeke têkçûyî, ji bo pêvajoyeke nû ligel pêngavên wê yên yekem tê Amed û Rihayê ku dû navendên girîng ên herêmê ne. Bi rastî peyamên ku li vê derê bide gelekî girîng in. Xelkê di pêvajoya çareseriyê de hêmanên baweriyê zêdetir derxistine pêş.

Binêrin cara yekem daxuyaniya Serokê Partiya Tevgera Netewperest (MHP) ku piştevaniya aliyên netewperest bidestxistiye heye û li aliyê din daxuyaniya Abdullah Ocalan heye ku baweriya  Kurdan bidestxistiye. Vê yekê jî bivê nevê di nav civakê de asta provakasyonan daxistiya asta herî jêr. Ev pêşhateke herî girîng e ku di nav vê pêvajoyê de hatiye bidestxistin. Li vê derê tişta ku ji serokkomarê me tê hêvîkirin ew e ku daxuyaniyên vê pêvajoyê bihêztir dikin bide û baweriyê bide xelkê ku dê bibe kefîlê vê pêvajoyê û lê xwedî lê derkeve. Niha tişta ku xelk li bendê ye ev e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst