Klaus Streicher: Pêwendiyên dostane yên Almanya û Herêma Kurdistanê hene

08-07-2024
RÛDAW
Nîşan Klaus Streischer Almanya Herêma Kurdistanê
A+ A-

Konsulê Giştî yê Almanyayê yê Hewlêrê Klaus Streicher diyar kir ku Almanya welatek e ku pêdiviya wê bi koçberan heye.

Konsulê Giştî yê Almanyayê Klaus Streicher diyar kir ku pêwîstiya Almanyayê bi wê yekê heye ku kesên "şiyandar û jêhatî" bi rêyên yasayî koçî Almanyayê bikin û di vî warî de yasayeke nû jê dê derkeve.

Nêzîkî 30 hezar welatiyên Îraqî yên ku daxwaza penaberî û mana wan li Almanyayê hatiye redkirin.

Klaus Streicher aşkere kir ew penaberên dosyayên wan ên penaberiyê hatine redkirin dê yekser bi zorê neyên şandin û ew hewl didin bi dilxwazî wan vegerinîn.

Klaus Streicher li ser vegerandina penaberan wiha got:

"Bêguman karê me yê li pêş jî ne ew e ku em wan bi zorê bişînin lê rêya me hertim ew e ku em dixwazin ew bi kêfa xwe vegerin. Loma bi awayekî sereke dema ku ev kes daxwazê ji aliyê desthilatdaran werdigirin ji bo ku ji Almanyayê derkevin, hertim derfeta vegera dilxwazî bi wan tê dayîn û tenê demekê ger pabend nebin, hingê dibe ku em wan bi zorê dersînor bikin an vegerînin. Herwisa kesên ku keyfî û bi kotekî tên şandin, alîkariya wan tê kirin ji bo ku bikarin tev li civakên xwe bibin.”

Klaus Streicher, amaje bi karûbarên dosyayên yekkirina malbatên Rojavayê Kurdistanê yên li Almanyayê jî kir û wiha got: "Bi hevahengiya nêzîk a bi Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistana Îraqê me çareseriyek dîtiye ku wer dike ku ew kes bikarin bêne konsulxaneyê û miameleyên xwe bikin ji bo ku em dosyeya yekgirtina malbatên wan çareser bikin."

Konsul Klaus Streicher li ser darxistina hilbijartinên Herêma Kurdistanê jî wisa got:

Roja 20ê Cotmehê ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê ve ji bo hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê hatiye diyarkirin. Ev cihê dilxweşiya Almanyayê ye çimkî derengketina wê ji bo wan ne xweş bû. Bêguman ji bo me jî pirsgirêk bû wekî dost û hevbeşên nêzîk ku em bibînin ev hilbijartin tê lipaşxistin û lipaşxistin. Bêguman em bi xurtî di nava hevparên xwe yên Kurd didin ku ev hilbijartin ne tenê di dema xwe ya destnîşankirî de bê kirin lê bi awayekî azad, dadmend û giştî jî bê lidarxistin."

Konsulê Giştî yê Almanyayê yê Herêma Kurdistanê Klaus Dieter Streicher beşdarî Bultena Rûdawa Îro bû û bersiva pirsên Nwêner Fatîh da.

Rûdaw: Birêz Klaus, tu bi xêr hatî Rûdawê, ez kêfxweş im ku tu li vir î.

Klaus Streicher: Zor spas ji bo vexwendinê. Ez jî kêfxweş im ku li vir im.

Rûdaw: Zor spas. Ez dixwazim ji peywendiya Almanya û Herêma Kurdistanê dest pê bikim. Gelo ev pêwendî li cihê xwe rawestiyaye yan guhertinên nû di pêwendiyan de hene?

Klaus Streicher: Rê bide ez bi vê dest pê bikim ku bibêjim Îraq bi giştî ji bo Almanyayê hevkarekî girîng e lê di hundirê Îraqê de, bêguman pêwendiyên Almanyayê yên nêzîk û dostane yên taybet bi Herêma Kurdistana Îraqê re hene. Bêguman, em hemû ji bo kûrtirkirin û xurtirkirina van têkiliyan dixebitin. Loma erê em bi berdewamî li ser vê erka girîng kar dikin û em pir geşbîn in ku di siberojê de jî dê pêwendiyeke me ya zaf nêz û dostane bi hevkar û dostên me yên Kurd re hebe.

Rûdaw: Gelek derçûyên zanîngehê û xortên Herêma Kurdistanê bi awayekî yasayî diçin Almanyayê ji bo xwendin û karkirinê. Wekî konsulê giştî, bi dîtina te hejmara derçûyên zanîngehan yên ku ji bo xwendin û karkirinê diçin Almanyayê zêde bûye?

Klaus Streicher: Niha na, bêguman, bi berdewamî hejmareke mezin a xelkê daxwaza vîze û rêdanê ji me dikin ji bo ger û xwendinê li Almanyayê lê bi nêrîna min ev hejmar dê zêde bibe çimkî Almanya dê di demek pir nêzîk de qanûneke nû derxe ku armanca wê hêsankirina koçkirina wan kesan e ku şiyana wan a pîşeyî ya taybet heye ji bo Almanyayê. Mixabin, ez vêga ne di wê pêgehê de me ku hûrgiliyên zêdetir bidim te çimkî yasa hîn ji aliyê herdu encûmenan ve nehatiye derbaskirin lê dê di demeke pir nêzîk de dê bê derbaskirin. Îcar ez hêvîdar im û wê demê bêguman em dê bibînin ku hejmar û daxwaz zêde dibin.

Rûdaw: Ango piştî derketina wê qanûnê ku derbas dibe û ji aliyê herdu encûmenan ve tê pejirandin, wê demê şensê kesên jêhatî û xwedî şiyan zêdetir dibe ji bo ku rê bi wan bê dayîn herin Almanyayê û kar bikin?

Klaus Streicher: Erê, plan wisa ye, plan wisa ye…bo mînak, plan wisa ye ku dema man û gera li kar li Almanyayê ji bo salekê were dirêjkirin. Bêguman divê çend merc li ba kesan hebe, wekî nimûne divê jêhatîbûna wan a pêwîst hebe û asteke seretayî ya şiyana wan a zimên hebe û tevî hin hûrgiliyên din lê bi baweriya min, ev pêngaveke pêşveçûnê ya girîng e ku saleke te li Almanyayê hebe û tu li karekî hêja bigerî û herwisa bikarî di heman demê de kar bikî û debara xwe peyda bikî, qet nebe tu tibabeke diyarkirî ya dahatê peyda bikî.

Rûdaw: Paşê bêguman ji bo zimên tewra li Hewlêrê jî dikarin biçine Enstîtuya Goetheyê?

Klaus Streicher: Erê wisa ye, ew jî wisa ye.

Rûdaw: Li ser zimên, gelo ji Herêma Kurdistanê gelek kes hene ku dixwazin fêrî zimanê Almanî bibin?

Klaus Streicher: Hene. Amarên herî dawî li nik min nînin, lê wisa ye, hîn gelek daxwaz hene û Goethe jî yek ji girîngtirîn peydakerên kursên hînbûna zimên e ku me li vir, li Kurdistan û Îraqê heye. Em pir kêfxweş in ku bingeha vê enstîtuya me ya mezin li Hewlêrê ye û ne tenê berpirsa Herêma Kurdistanê ye, lê berpirsa giştî ya hemî Îraqê ye.

Rûdaw: Li ser koçê, bi baweriya min gelek kes dixwazin zêdetir zanibin û pirs jî gelek in. Di rojên derbasbûyî de Nûnerê Taybet ê Hikûmeta Almanyayê ji bo rêkeftina koçê li Kurdistanê bû û tewra serdana bajarên cuda jî kir û bi berpirsên cuda cuda re civiya. Encama serdanê çi bû?

Klaus Streicher: Sedem fokûs û hemahengiya me ya dualî ya li ser koçê bû. Bêguman ne veşartî ye ku em jî bi rengekî rêkxistî welatiyên Îraqê yên ku mafê wan ê qanûnî tune ku li Almanyayê bimînin vedigerînin. Têbîniya wî ya sereke ev bû. Wekî min got, li hemahengiyên dualî dahûr bibe û li gorî min, gotûbêjên me yên pir baş li vir bi berpirsan re hebûn û me karî gelek tiştan zelal bikin. Herwisa hesteke wî ya zaf baş hebû li ser karê desthilatên têkildar û saziyên nola JCCyê wek mînak – Navenda Hevpar a Hemahengiya Kirîzan – û ya ku jê re tê gotin Mekanîzmaya Şandina Niştimanî. Hikûmeta Herêma Kurdistanê amadebûna xwe ji bo agahdarkirina koçberan û kesên ku îhtîmala koçkirina wan heye, nîşan da ye. He rwiha piştgiriya kesên ku vedigerin bike, dema vedigerin Herêma Kurdistana Îraqê.

Rûdaw: Nûnerê taybet ê hikûmeta Almanyayê çi peyam gihand berpirsên Herêma Kurdistanê?

Klaus Streicher: Peyama wî ew bû ku em dixwazin vê hemahengiyê ne tenê bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re bi sazî û desthilatên pêwendîdar jî re kurtir bikin û pevguhertinên xwe berfirehtir bikin.

Rûdaw: Seba pêşîgirtina li dubarebûna bûyereke wekî ya Îtalyayê di rojên borî de ku qeyikeke koçberan binav bûbû, Yekîtiya Ewropa û Almanya çi dikin?

Klaus treischer: Bi dîtina min, ev bûyer pir xemgîn e û pir bi eşkereyî nîşan da ku qaçaxçî xema xelkê û kesên ku hewl didin wan bi qaçaxî derxin naxwin, lê tenê girîngiyê didin pereyan.

Rûdaw: Wan wekî pere û kelûpelan dibînin.

Klaus Streicher: Ev diyar dike bê çiqasî girîng e ku xelk ji metirsiyên koça neqanûnî werin haydarkirin û ev jî tiştek e ku hevalên me yên Kurd bo nimûne, bi rêya JCCyê dikin. Em jî di vir de beşdar in û rola me heye û navenda me ya Almanî ya karê, koç û tevlîkirina civakê heye ku wekî G-Makê tê nasîn ku li vir e ne tenê ji bo piştgirîdayîna koçberên vegeriyayî ku ji Almanyayê bo Herêma Kurdistanê hatine vegerandin lê ji bo agahdarkirina li ser rêyên qanûnî yên koçkirina Almanyayê.

Rûdaw: Vêga peymanek di navbera Almanya û Îraqê de heye. 36 hezar penaberên Îraqî li Almanyayê hene ku dadgehên Almanyayê dozên wan red kiriye û dê bên şandin ku şêniyên Herêma Kurdistanê jî di nav de hene, ev prose çawa ye?

Klaus Streicher: Pêşî rê bide ez bibêjim ku Almanya welatek e pêwîstiya wê bi koçberan heye. Em wekî Almanan û Hikûmeta Almanyayê dixwazin pêşwaziya biyanî û kesên ku xwedî şiyan û jêhatî ne û koç dikin heye. Bêguman beşa din a vê rastiyê ew e ku em nikarin pêşwaziya hemû koçberên ku dixwazin bêne Almanyayê bikin. Loma mixabin divê hejmarek ji wan bê şandin. Li gorî min, ev hejmar piçekî daketiye. Ger ne şaş bim, vêga piçekî ji 30 hezarî kêmtir e lê tu rast dibêjî, mafê qanûnî yê mayîna van kesan nîne û bêguman jî karê me yê li pêş ne ew e ku em wan bi kotekî bişînin,lê rêya me hertim ew e ku em dixwazin ku ew bi dilxwazî vegerin. Loma bi awayekî sereke dema ku ev kes daxwazê ji aliyê desthilatdaran werdigirin da ku ji Almanyayê derkevin, hertim derfeta vegera keyfî bi wan tê dayîn û tenê ger pabend nebin, wê demê dibe ku em wan bi zorê dersînor bikin an jî vegerînin.

Armanca me hertim ew e ku bi dilxwazî vegerin û ji bo vê jî em pakêteke vegerê jî didin wan ku palpiştiyeke darayî ya diyarkirî ji bo hêsankirina vegera wan e, tewra em didin kesên ku bi dilxwazî venagerin jî. Divê ez vê jî bibêjim ku em yek ji wan welatên kêmpeyda ne ku vêya dikin û gelek welatên din tenê wan dişînin û hew, tenê evqas.

Rûdaw: Ango têne şandin û palpiştiya darayî jî bi wan tê dayîn?

Klaus Streicher: Erê erê, pakêteke darayî ya diyarkirî werdigirin û dema ku vedigerin jî, bêguman ew egera wan heye ku bikarin piştgirî û şêwirê ji desthilatên Kurdî wergirin, bo mînak JCC di çarçoveya mekanîzmaya şandina niştimanî de. Herwisa bi rêya saziyên ku Almanya piştgiriya darayî dide wan wekî ku min berê behs kir, navendên G-Makê. Niha du navendên me hene, yek li Hewlêrê û ya din jî li Bexdayê ye lê em dixwazin hejmara wan navendan jî li deverên din ên Îraq û Herêma Kurdistanê zêdetir bikin.

Rûdaw: Ango Almanya li milekî palpiştiya diravî dide wan koçberên ku dixwazin vegerin an jî ji bo welatên xwe têne şandin. Li Îraq û Herêma Kurdistanê jî, hûn bi hikûmetê re kar dikin qene hûn bi awayekî palpiştiya koçberên vegeriyayî bikin da ku tev li civakên xwe bibin?

Klaus Streicher: Erê wisa ye, rast e.  

Rûdaw: Bêguman ev dualî ye, Almanya û welatê ku koçberan werdigire ku Îraq e, herwisa Herêma Kurdistanê. Loma jî hûn li vir ji bo vê mijarê bi berpirsan re dicivin. Gelo hikûmeta Îraqê heta çi radeyê bersivdera vê planê ye, li ser vê plana hevahengiya navbera Îraq û Almanyayê çawa ye?

Klaus Streicher: Hesta min ew e ku hikûmeta Îraqê pir hevkar e û ez têdigihim ku navenda Îraqê ne navçeya berpirsiyariya min e û ev li cem balyozxaneyê ye lê ez ji serdana komîsarê taybet ê koçê têdigihim ku gotûbêjên wî bi desthilatên Bexdayê hander bûn, ango wan jî nîşanên zelal ji bo bêtir kûrkirin û dorfirehkirina vê hemahengiyê şandiye.      

Rûdaw: Baş e. Êzidî jî di nav wê hejmarê de hene. Em dabaşa 30 yan 36 hezaran dikin. Kesên Êzidî di nava wan de ne, di demekê de ku dosyeya wan bi rengekî ji rengan cuda ye. Ew hatine qirkirin û hîn navçeya wan a sereke ku Şingal e ne aram e, tewra hemû koçber jî nikarin vegerin, ew çima têne şandin? Gelo ti rewşeke wan a taybet li Almanyayê heye? Li dadgehan rastî reftareke cudatir tên?  

Klaus Streicher: Ji hêla yasayî ve na. Lê bêguman hemû desthilatên Almanyayê û hemû dadgeh haydarî çarenivîsa taybet a Êzidiyan in wek min got, di koka xwe de vegerandina her biyaniyekî ger keyfî be yan bi kotekî be, her dozek bi cuda biryar lê tê dayîn. Her biyaniyekî ku rûbirûyî şandinê dibe, derfeta wî ya qanûnî heye ku li dadgehê rûbirûyî biryarê raweste. Wê demê jî bêguman dadgeh dê pir bi baldarî li dosyeya wî kesî binêre. Dema ku tê ser Êzidiyan, bêguman dadgeh çarenivîsa wan a taybet û zehmetiyên ku tê de bûn dema li Îraqê dijiyan, li ber çav digire.      

Rûdaw: Gelek kes ji Sûriyeyê, bi taybetî ji navçeyên Kurdî wek Rojava tê naskirin, dihatin Hewlêrê û bi rêya Konsulxaneya Almanyayê miameleya yekkirina malbatê dikirin.

 Klaus Streicher: Erê.

Rûdaw: Lê niha astengî li pêşiya geştkirina ji Rojava ber bi Herêma Kurdistanê ve hene. Ji bo wan ne hêsan e ku bigihin Konsulxaneya Almanyayê li Hewlêrê. Hûn bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re çi dikin ji bo hêsankirina ji bo wan kesên li Rojava da ku bigihin Konsulxaneya Almanyayê ya li Hewlêrê? 

Klaus Streicher: Li vir ez ê neçim nav hûrgiliyan lê ez tenê dikarim tekez bikim ku me bi hevahengiyeke nêzîk ligel Wezareta Karên Navxwe ya Herêma Kurdistana Îraqê, çareseriyek dîtiye ku wer dike ku ew kes bikarin bêne konsulxaneyê û miameleyên xwe bikin ji bo ku em dosyeyên yekgirtina malbata wan bimeşînin.  

Rûdaw: Gelo hejmara dosyeyan Ji Rojavayê Kurdistanê pir in, gelek daxwaz ji Rojava ji we re tên?

Klaus Streicher: Hîn jî hene. Wek min got, çimkî haya me ji wê pirsgirêka me çêbû, me zûtirkê têkilî bi Wezareta Navxwe re danî û me bi hev re mekanîzmayek dît ku rê dide van kesan ku sînor derbas bikin û werin konsulxaneyê qene em bikarin dosyeyên wan bimeşînin.   

Rûdaw: Birêz Klaus, niha gelek kes, ciwanên Herêma Kurdistanê û tewra malbat jî, te dibînin û li te guhdarî dikin. Dibe ku di nav wan de kesên ku dixwazin bi rêya qaçaxçiyan koçî Almanyayê bikin hebin, tu çi ji wan re dibêjî? Peyama te ji bo kesên ku te dibînin û dibe ku plana wan a koçkirina Almanyayê hebe, çi ye?

Klaus Streicher: Ez dibêjim, berî her tiştî, em kêfxweş in ji ber hebûna vê hemû hejmara ku dixwazin herin Almanyayê. Lê bêguman pêşniyara min dê ev be, zanyariyan li ser jiyan û îmkanên li Almanyayê kom bike. Qaçaxçî gelek caran wisa nîşan didin ku her tişt pir hêsan e û pere li wê holê avêtî ne li wir û hewce nake tu tiştekî bikî lê bêguman ne wisa ye. Loma zanyariyan li ser îhtîmalan û herwisa li ser pirsgirêkên ku dibe ku tu rûbirûyî wan bibî, kom bike.

Ev ne pêngaveke hêsan e. Mebesta min ew e ku tu malbata xwe li dû xwe dihêlî, lewra divê ev biryarek be ku tu bi baldarî bidî. Wek min got, em koçberan dixwazin û ji me re pêwîst in û em dixwazin rê û awayan nîşanî xelkê bidin ji bo koçkirina bi awayekî qanûnî. Loma çend cih hene ku tu dikarî van zanyariyan lê bi dest bixî. Bo mînak, ev li ser malpera Konsulxaneya Giştî ya Almanyayê heye. Her wisa cihên din wekî Enstîtuya Goethe ku kursên rahênana zimanê Almanî vedike yan xizmetguzariya pevguhertina akademîk ku ofîseke wê li vir heye û zanyariyên wisa dide.            

Rûdaw: Ango tu ji wan re dibêjî ku rêyên yasayî ji bo koçkirinê hene?

Klaus Streicher: Rêyên yasayî hene. Bêguman, divê tu rêyên yasayî bi kar bînî.

Rûdaw: Derbarê Hêzên Almanyayê li Herêma Kurdistanê, Almanya beşek ji Hevpeymaniya Navneteweyî ya Dijî DAIŞê ye. Erk û karên ku niha Hêzên Almanyayê li Herêma Kurdistanê dikin, çi ne.. Di heman demê de Almanya beşeke ji plana çaksazî û yekkirina Pêşmergeyan.

Klaus Streicher: Bila ez van herduyan piçekî ji hev cuda bikim.

Rûdaw: Ev du erkên cuda ne.

Klaus Streicher: Hebûna hêzên Almanyayê berî her tiştî seba wê yekê ye ku em beşek ji erka dijî DAIŞê ne. Hetanî ku ew erk û biryar bimîne, ew ê li vir bimînin. Ji hêla siyasî ve bi baweriya min, ev yek li Almanyayê û li Parlamentoya Almanyayê ne cihê nakokiyê ye. Bêguman em pir ji nêz ve çavdêriya gotûbêjên siyasî di navbera Hikûmeta Bexdayê û Amerîkayê de dikin li ser paşeroja mayîna hêzên leşkerî yên navneteweyî yên li Îraqê.

Bi vî awayî, hetanî ku biryara erka dijî DAIŞê hebe, ez pir piştrast im ku hêzên Almanyayê dê wekî beşekê ji wê erk û biryarê bin lê bi vê yekê re, digel hebûna wan li vir, bêguman hêzên Almanyayê bi hin projeyên mezin palpiştiya Wezareta Pêşmerge dikin seba palpiştîkirina armanca siyasî ku yekkirina Pêşmergeyan e ku wekî çaksaziya Pêşmergeyan jî tê zanîn.

Rûdaw: Hilbijartinên Herêma Kurdistanê çend caran hatin bipaşxistin lê vêga cûreyekî hevdengî û rêkeftinê heye ku hilbijartin di 20ê Cotmehê de bê lidarxistin, wisa xuya dike ku hemû aliyên siyasî diçin hilbijartinan. Tu çawa li vê dinêrî û hilbijartina Herêma Kurdistanê ji bo Almanyayê çiqasî girîng e?

Klaus Streicher: Hilbijartin di demokrasiyê de girîng e. Bêguman ji bo me jî wek dost û hevparên nêzîk pirsgirêk bû ku em bibînin ev hilbijartin tê bipaşxistin û bipaşxistin. Loma bêguman em pir kêfxweş in ku vêga demeke nû hatiye danîn ku wisa xuya dike ku ji aliyê hemû hêzên siyasî ve tê qebûlkirin. Bêguman em bi xurtî bi hevparên xwe yên Kurd re hewl didin ku ev hilbijartin ne tenê di dema xwe ya diyarkirî de were kirin lê bi awayekî azad, dadmend û giştî jî bê lidarxistin.

Rûdaw: Birêz Klaus, zor spas ji bo vê derfetê. Ez kêfxweş im ku tu li bernameya min bûyî li Rûdawê.

Klaus Streicher: Ne hêja ye, cihê dilxweşiya min bû ku ez li vir bûm. Zor spas.

Rûdaw: Cihê dilxweşiya me ye jî, zor spas.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst