Konsulê Çînê: Niyeta me heye em li Hewlêrê vîzeyê bidin welatiyan

05-11-2023
Liu Zhenyong û Dilbxwîn Dara / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Liu Zhenyong û Dilbxwîn Dara / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Konsulê Giştî yê Çînê yê Herêma Kurdistanê Liu Zhenyong Kurdistan Çîn Vîze Rûdaw
A+ A-

Konsulê Giştî yê Çînê yê Herêma Kurdistanê Liu Zhenyong da zanîn ku “Di meha 12an de, Konsulxaneya Giştî ya Çînê ya li Hewlêrê bi niyet e ku êdî vîzeyê bide xelkê.”

Liu Zhenyong destnîşan kir “Şêniyên Çînê zêde li ser Kurdistanê nizanin” û got, “Gelê Kurdistanê û gelê Çînê du gelên bêhempa ne. Her du jî xwedî dîrok û şaristaniyên kevnar in”

Konsulê Giştî yê Çînê yê Herêma Kurdistanê, bi vî awayeî bal kişand ser girîngiya Ofîsa Rûdawê ya Çînê:

“Rûdaw dikare serkirdayetiya pêşveçûna têgihiştina dualî ya di navbera me de bike.

Rûdaw wekî medyaya herî bibandor li Kurdistan, Îraq û Rojhilata Navîn, yekem saziya medyayê ya Kurdî û Îraqî ye ku berî çend mehan ofîsa xwe li Pekînê vekir.”

Tevahiya hevpeyvîna Dilbixwîn Dara û Konsulê Giştî yê Çînê yê Herêma Kurdistanê Liu Zhenyong bi vî awayî ye:

Rûdaw: Çîn welatekî pêşketî ye lê çima xelkê welatên din ji wê pêşketin û rêkûpêkiya Çînê ne agahdar e?

Liu Zhenyong: Bi nêrîna me, Çîn welatek e ku hîn di pêşkeftinê de ye. Di 40 salên borî de, Çîn ji welatekî hejar geş bû û bû duyem mezintirîn aboriya cîhanê. Ev jî guherîneke bêhempa ye. Em ji çend hezar sal berî niha ve mijûlî pêvajoya pîşesazîkirinê ne. Ev jî tiştekî mezin e û ne karekî hêsan e lê me ev serkeftina mezin bi dest xist.

Cîhan ku gelek tiştan derbarê Çînê de nizane, çend sedemên wê hene ku divê behsa wan li vir bê kirin. Yekem tiştê ku ez dikarim bibêjim, ev e ku Çîn di nîşandana xwe de ne pir baş e.

Tê bîra min gava ez zarok bûm, dê û bavê min ji min re digot "Eger te tiştekî pir baş kir, xwe nîşan mede, ne tu, lê bila xelk bi başî behsa wî karê te bikin." Ev çanda me ye, ev hizirîna me ye. Ev sedema yekem bû.

Sedema duyem ku xelk me gelekî nas nake ew e ku niha medyaya rojava pir serdest e û dengekî wan ê bilind heye. Medyaya Çînê pir bi lez pêş dikeve lê hîn jî rêyeke dirêj li pêşiya wê heye.

Çîn ji bo baştirkirina deng û rengê xwe, her tiştî dike û pir baş hewl dide ku şiyanên xwe yên medyayî çêtir bike.

Medyaya rojavayê ya serdest, cureke kîn û nefreta wê li hemberî Çînê heye û rapor û zanyariyên wan ne zêde profesyonel û têr û tijî ne. Ev jî sedema duyem e.

Rastiyeke din jî ku dixwazim amaje pê bidim ew e ku li gorî me, em hîn jî di pêşkeftin û geşekirinê de ne, tevî ku Çîn duyem mezintirîn aboriya cîhanê ye û qebareya berhema wê ya navxwe nêzîkî 18 trilyon dolar e ku piştî Amerîkayê duyem e lê navenda dahata takekes 12 hezar dolarên Amerîkî ye.

Lewra bi dîtina me, hîn jî em welatek in ku bi pêş dikevin û em dixwazin şarezayî û ezmûna xwe bi welatên din re parve bikin ku di proseya geşekirinê de ne, wekî mînak Îraq.

Herwiha em dixwazin bi hev re li ser çend projeyên binesaziyê kar bikin û hevahengî di navbera me de hebe da ku standardên jiyanê û jiyana rojane ya xelkê baştir bibe.

Rûdaw: Nav û dengê berhemên Çînê li derve xirab derketiye lê min bixwe jî li Çînê dît berhemên li wê derê gelekî baş in, sedem çi ne?

Liu Zhenyong: Dîsa, ev li ser wê wêneya ku Çîn nîşan dide dimîne. Di dema borî de, me dest bi kampanyeyeke mezin kir ji bo kêmkirin û nehîştina berhemên ku kalîteya wan xirab e.

Herwiha, pirsgirêkên mafên milkiyeta fikrî û afirandinê. Loma, hikûmet bi tevahî di mijara serpereştiya pirsgirêkên kalîteya xirab de baldar e.

Ka ez hin data û amaran bidim te. Çîn mezintirîn berhemhênera cîhanê ye. Ji sedî 90ê kompîteran, ji sedî 80yê sarincokan û ji sedî 70yê  amûrên din ên pir girîng ku niha min ji bîr kirine, li Çînê tên çêkirin. Çîn berhemhênera herî mezin e li cîhanê, herwisa Çînê di sala borî de çend taybetmendiyên pîşesaziyê pêş xistine li gor rêzbendiya Neteweyên Yekbûyî.

Li gorî hin amaran, di nav 500 kelûpelên herî astbilind ên pîşesaziyê de, pişka herî mezin a Çînê ye ku ji sedî 40 dike. Lewra, hêzeke me ya mezin a pîşesaziyê heye û di van salên dawî de kalîteya berhemên Çînî bi lez çêtir dibe.

Li derve nêrîneke wiha ya xelkê heye ku Çîn welatekî ne baş e, ev jî ji ber çend sedeman e. Hîn jî li Çînê hin berhem hene ku kalîteya wan ne baş e û nizanim ew tişt çawa diçin derveyî Çînê, ev jî bandoreke neyînî li berhemên Çînê dike.

Bi nêrîna min, em dikarin li gel hikûmetên welatên din, li gel medyayên nûçeyî, li gel odeyên bazirganiyê bi hev re kar bikin ji bo ku em çawa bikarin pêwendiyeke bazirganî ya asayî di navbera kompanyayên Çînî û kompanyayên biyanî de çêbikin.

Şîreteke min ji bo bazirganên navxwe heye, dema tên Çînê, bila hewl bidin li gel kompanyayên Çînî yên baş pêwendiyê deynin ku ji aliyê hikûmetê ve hatine naskirin û hikûmet serpereştiya wan dike. Bi vî awayî, bi nêrîna min, ew dikarin berhemên bi kalîteyeke baş bi dest bixin.

Rûdaw: Çîn welatekî xweşik e, welatekî rengîn e û pêkhateyên cuda tê de hene baş e û herwiha sirûşt û çandeke wê ya dewlemend heye. Çima geştyar kêm diçin Çînê?

Liu Zhenyong: Bi nêrîna min, Korona sedemeke mezin a vê yekê bû, wekî tu dizanî, Korona di sê salên borî de pandemiyeke cîhanî bû û bandoreke mezin li sektora geştyariyê kir, geştyariya navdewletî û nevxweyî jî. Îsal yekem sal e ku korona li Çînê nemaye.

Bi rastî, li Çînê geştyariya navxwe gelekî zû baş bû. Mebesta min ji geştyariya navxwe ew e ku xelk li hundirê Çînê geştê dike û ev bi temamî vegeriyaye ser rewşa xwe ya asayî. Em vegeriyane salên berî Koronayê wekî sala 2019an. Wekî mînak, ji bo bêhnvedana fermî ya 1ê Sibatê, heşt rojên me yên bêhnvedanê hene û bazara geştyariyê li Çînê pir qerebalix û tijî xelk bû, geşta navxweyî bi temamî baş bûye.

Tu behsa geşta navdewletî ji bo mêvan û geştyarên biyanî li Çînê dikî. Tu rast dibêjî, em dikarin kêmbûn û bandorekê bibînin ku Korona sedema wê ye. Bila ez mînakekê bidim te, hîn jî geştên bazirganî yên asayî bi temamî nehatine destpêkirin.

Wekî mînak, di navbera Çîn û Amerîkayê de, berî Koronayê nêzî 5 milyon kes diçûn serdana hev. Pênc milyon kes di salekê de, di sala 2019an de lê îsal tenê yek ji pêncê wan geştên bazirganiyê hatine destpêkirin. Lewra ev pirsgirêk e, me şiyana temam a veguhastina ji bo sektora geştyariyê nîne.

Rûdaw: Li Hewlêrê Konsulxaneya Giştî ya Çîne heye lê hûn vîzeyê nadin, kesek bixwaze here Çînê divê here Bexdayê, çima?

Liu Zhenyong: Ev pirseke baş e. Nûçeyeke min a pir xweş ji bo te heye. Dibe ku dawiya îsal, di meha 12an de, Konsulxaneya Giştî ya Çînê ya li Hewlêrê bi niyet e ku êdî vîzeyê bide hemwelatiyan. Me destûr ji baregeha sereke li Pekînê wergirtiye û em dê êdî dest pê bikin ku hemû xizmetguzariyên konsulxaneyê li Hewlêrê misoger bikin. Ev jî tê wateya ku êdî vîze ji kesên navxwe re peyda dibe.

Herwiha em dê xizmetguzatiyên paseportê ji hemwelatiyên Çînê re li Hewlêrê misoger bikin. Berî 9 salan, dema ku me konsulxaneya xwe li vir, li Hewlêrê vekir, staf û karmendên me yên tevahî nebûn ku piştevaniya karên wiha bikin. Loma ji bo wergirtina vîzeyê, divabû xelk biçûna Bexda yan Stenbolê.

Lê îsal an jî serê sala bê, dê ji bo gelê Kurdistanê berdest be ku vîzeya Çînî bistînin. Ez dikarim we piştrast bikim, ev nûçeyeke pir baş e.

Rûdaw: Me li wir ji kê bipirsiya Kurd û Kurdistan nas dekirin û zanyariyên wan li ser Kurd û Kurdistanê nebûn. Ji bo xelkê Çînê û Kurdistanê hev nas bikin divê çi were kirin?

Liu Zhenyong: Erê, rast e ku şêniyên Çînê zêde li ser Kurdistanê nizanin, tew min jî, berî ku ez bême vî bajarê xweş, min tiştekî wisa zêde li ser Kurd û Kurdistanê nizanîbû. Bi baweriya min, gelê Kurdistanê û gelê Çînê du gelên bêhempa ne. Her du jî xwedî dîrok û şaristaniyên kevnar in, her du jî têkiliyeke wan a dostane heye û ev têkilî vedigerin berî çendik û çend salan. Loma jî bingeheke baş heye ku her du gel hevdû bêtir nas bikin.

Te pirseke baş kir. Ji dema ku ez hatime vir û min dest bi kar kiriye, yek ji karên min ên herî li pêş baştirkirina têgihîştina dualî ya di navbera her du welatan de ye. Ev çawa tê kirin? Ev astengiyek e.

Pêşî, li gorî min, em dikarin bi ziman û paşê jî bi çandê dest pê bikin. Ez pir kêfxweş bûm dema min bihîst ku berî çar salan, di 2019an de, beşa zimanê Çînî li Zanîngeha Selahedînê hatiye vekirin, ev tiştekî pir baş bû. Îsal jî em pir kêfxweş bûn dema me bihîst ku hinek xwendekar ji vê beşê der çûne, xwendekarên pir baş ku dikarin bi Çînî biaxivin.

Di rastiyê de, me pêşniyar kir ku em çar xwendekarên herî baş bişînin Çînê da ku li wir, li Pekînê bêyî beramber zimanê Çînî bixwînin. Îsal jî me pêşniyar kiriye ku 20 xwendekarên Kurd herin kurseke havînê li Çînê bikin.

Ji bo ku ciwanên Kurd û ciwanên Çînî bîr û baweriyên xwe pev biguherin û bibin heval, ev jî tiştekî pir baş e. Loma em di wê baweriyê de ne ku pir girîng e ku em pêşî bi zimên dest pê bikin çimkî gava tu hînî zimanekî dibî, tu bêtir li ser çanda wî jî dizanî û fêr dibî. Ziman û çand bi hev ve girêdayî ne, loma bi dîtina min, destpêkirina bi ziman baş e.

Cardin, bi nêrîna min, divê em pevguhertina mirovan di navbera xwe de zêde bikin, wekî mînak geştyarî. Hêvîdar im di heyama karkirina min a li vir de, em bikarin her du bajarên Çîn û Kurdistanê bikin bajarên destexwişk ji bo ku pevguhertina xelkê di navbera wan de berdewam be.

Rûdaw: Rûdaw dikare di hev nasandina her du neteweyên Kurd û Çînî de çi rolê bilîze?

Liu Zhenyong: Rûdaw wekî medyaya herî bibandor li Kurdistan, Îraq û Rojhilata Navîn, yekem saziya medyayê ya Kurdî û Îraqî ye ku berî çend mehan ofîsa xwe li Pekînê vekir. Ev karekî bêhempa bû. Bicihkirina stafekî televizyonê li welatekî dûr ê mîna Çînê ne karekî hêsan e, heta niha Rûdawê karekî pir baş kiriye, bi awayekî zelal û objektîf li Çînê kar kiriye.

Li gorî min, em dikarin karkirina xwe ya bi hev re bidomînin. Rûdaw dikare serkirdayetiya pêşveçûna têgihiştina dualî ya di navbera me de bike. Bi taybetî ez di wê baweriyê de me ku Rûdaw dikare roleke girîng bilîze da ku karkirina bi medyayên din re bidomîne û bi çêkirina raporên li ser Çînê, bandoreke erênî li tevahiya navçeyê bike.

Rûdaw: Hêvî dikim tu li vir fêrî Kurdî bibî, zimanê Kurdî ji zimanê Çînî hêsantir e…

Liu Zhenyong: Min dest bi fêrbûna Kurdî kiriye, Kurdî zimanekî xweş e. Tu dibêjî ku zimanekî ne zehmet e lê ji bo min, bawer dikim ne hêsan e û divê ez fêrbûnê berdewam bikim.

Rûdaw: Spas jib o ku vê hevpeyvînê tu bi min re bûyî.

Liu Zhenyong: Gelekî spas. Ez bi amadebûna li vir kêfxweş bûm.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst