Endamê Têkiliyên Derve yê Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Bro amaje bi tekê kir ku haya Amerkayê ji wê yekê hebûye ku Desteye Tehrîr El-Şam Derbasî Efrînê bibe û got “Bêdengiya Amerîkayê di çar rojên pêşî de ji derbasbûne HTŞê, ew bêtir wê gumanê çêdike, ew jî li gel Tirkiyê haya wan ji wê derbaskirinê heye. Paşê Amerîkayê nêrinek derxist weke aliyek hiyad bêyî ku bibêje ev teror in. Nêrina xwe ya pêşî Amerîka got gerek ew şerê di wê deverê de raweste, lê piştî ku dîtin ku ew nêrin cihê xwe danagire, nêrîneke din derxistin got ev teror in divê derkevin. Yanî dewleteke weke Amerîka nêrîneke wisa sist û lawaz li hember wê da, dihle ku ew guman çêbibe ku haya Amerîkayê ji wê derbaskirinê heye.”
Îbrahîm Bro ragihand ku hêviyên wan ji danûstandinên bi YPGê re gelek lawaz in û got “Polîtîkayên wan ên şaş dê ji bo herêma me bibe metirsî.”
Îbrahîm Bro got "Rewşa Kurdistana Sûriyê bi dirûşmên hevgirtinê nayê çareserkirin. Erdnîgariya me hewce dike ku em bi gelê Sûriyê û welatên cîran û bi taybet Tirkiye û Herêma Kurdistanê re peywendiyên baş hebin." Wî rexne li YPG'ê girt ku têkiliyên xwe yên bi Sûriye û Tirkiyeyê re xirab dike, di heman demê de tiştek çareser nake.
Îbrahîm Bro beşdarî bultena Rûdawê bû û di derbarê rewşa Rojavayê Kurdistanê, diyaloga Kurdî-Kurdî, derbasbûna HTŞê bo nav Efrînê û helwesta Amerîkayê ya di derbarê mijarê de bersiva pisên Şêma Abxizir da.
Rûdaw: PDK 14emîn kongreya xwe li dar dixe, hemweke ENKS hem jî weke Rojavayê Kurdistanê di konaxa dawî de çi caverêya we ji kongreyê heye?
Îbrahîm Biro: Dem baş em kongreya 14emîn a PDKê li tevahiya miletê Kurd pîroz dikin. Bi rastî kongreya Partiya Demokrata Kurdistanê gelek giring e, ji ber ji demek dûr ve ji salên 70yî vey ani ji dema Barzaniyê Nemir Kongreya Netewî ya Kurdên Sûriyê, di yekemîn perçebûna ku di Kurdistana Sûriyê d eçê bû hinge kongeyeke taybet çêkir ji bo aliyên Kurdî bide ser hev. Ev 50 sal di ser wî karî re desrbas bû. Ev jî tê xuyakirin ku alikariyê PDKê bi beşên din ên Kurdistanê re dîrokeke wê ya dirêj heye. Herwiha jî di van salên dawî de li ser asta siyasî alîkariyeke gelek mezin cenabê Serok Barzanî di nav aliyê Kurdi de ji salên 2011 – 12 heta 14an sê rêkeftin lidarxistin. Ji alîkî din vee w jî tiştekî gelek giring e ku tevî li Herêma Kurdistanê dewletbûn wek dewlet tineye, lê herêmeke gelek bi hêz e di aliyê siyasî, navdewletî û herêmî de jî. Em weke beşek ji Kurdistanê di rewşeke gelek zehmet re derbas bûn, di aliyê siyasi de derfeteke me ya gelek baş çêbû ku Herêma Kurdistanê deriyê xwe li pêçiya me vekir, di aliyê siyasi de me karibû yekser bi nûnerên peywendîdar re di rewşa Sûriyê de çi Amerîka be çi welatên Ewropî bin, çi Rûsya be. Yanî me nikaribûn biçûna Şamê wî karî bikin. Yan divabû em dekevin Tirkiyê, yanî rêya Ewropa jî ne wisa hêsan bû ku bandorê li Sûriyê bike. Yanî wek sînor, sînorê me bi Herêma Kurdistanê û Tirkiyê re ye. Ê me wek ENKS me wek karê xwe yê siyasî ji Hewlêrê bi alîkariya Serok Barzanî ew kar kir. Ji aliyê mirovatî ve bêguman em dizanin ji sala 2012an ve deriyê Sêmalka ne deriyekî fermi bû, cenabê Serok dikaribû wan welatên ku peywendiya wan bi vê rewşê re heye, îkna bike ku bihêle ku ew derî vekirî be û gelek alîkariyên mirovî tê de derbas bibe.
Rûdaw: PDK ji bilî ku ew tiştên ku we got çi tiştekî din dikare bo we bike ku heta niha nekiriye yan jî hûn çaverê ne ji bo we bike?
Îbrahîm Biro: Bi rastî em dibînin PDK û cenabê Serok, yan Serokê Herêmê yan jî Serokwezîrê Herêmê dikarin di aliyê navdewletî de wek çewa îro hemû aliyên Sûrî, yanî ji rejîma Sûriyê bigre Îran û Rûsya pê re alîkar in, hin alîyên opozîsyonê Tirkiye û hin welatên Ereb bi wan re alîkar in. yanî ew hêviya me ku Herêma Kuridstanê bi van têkiliyên xwe yên siyasî yên bi Amerîka, Rûsya û Ewropayê re heta bi welatên herêmî re bi Tirkiye, Îranê re hinekî bi van pêwendiyên xwe karibe alîkariyekê bi me re bike. Ji ber biryara miletê Sûrî di destê Rûsya, Amerîka, Tirkiye û Îranê de ye. Em dizanin têkiliyên Herêma Kurdistanê taybet yên PDKê bi van her çar welatan re gelek xurt û bilind in. Yanî ew tiştê sereke ku em dixwazin di aliyê siyasî de ew kar bên kirin. Û ji bo miletê Kurdistan Sûrî em bi hêvîne ku ew meseleya derî de hinekî din kar jê re bên kirin, ji berk u li aliyê din hinekî istixlal dikin vî deriyî karibe Herêma Kurdistanê sîstemeke di bin îşrafake navdewletî de ji vê deverê re bibîne ku ev derî ne tenê partiyek bikar bîbne, miletê Kurd tev jê feydê bibîne.
Rûdaw: Amerîka weke rola xwe navbeykarî di navbera we û aliyên din ên Rojavayê Kurdistanê de kir bi taybet jî ji bo gotûbêjên Kurdî-Kurdî, ev navbeykarî maye yan xitimiye?
Îbrahîm Biro: Bi rastî heta sala 2014an yanî tifaqa Duhokê tifaqeke dîrokî bû û ew rêkeftin girêdaye bi rizgarkirina Kobanê re, hingî Amerîka û hêzên hevpeymaniya Navdewletî weke li perdeyê digeriya ji berk u nikaribûn yekser bi YPGê re kar bikin, xwestin di rêya cenabê Serok re de ENKSê jî bînin wê rêkeftinê, û em dizanin ew gav gavekî gelek giring bû ku Kobanî tê de hat rizgarkirin û heta niha jî hêzên hevpeymaniya navdewletî li wê derê ne. Ti caran cenabê serok, heta berê cend rojan jî Serokwezîrê Herêmê Kak Mesrûr jî got em her wextê amade ne ku em karibin di nav aliyê Kurdî de danûstendinê bikin. Ew bawerin ti carî jî derî xwe li ser me nagirin, lê aniha Amerîkî hinek li ser vê xetê ne. Yanî 2-3 sal e Amerîkî vê danûstendinê dikin. Gelek soz hene û em dizanin jî sibe Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê Ethen Golden Rich tê Hewlêrê û bi taybet ji bo rewşa Sûrî dê hinek peywendî hevdîtin di rojên bê de wê hebin. Bêgûman behsa rewûa Kurdî tê kirin. Çi şandeke navdewletî ku tê Herêma Kurdistanê em dizanin di dîtinên xwe de bi Srokê Herêma Kurdistanê, yan jî Serok Barzanî re tim dilgiraniya xwe didin xuyakirin ku rewşa Kurdên Sûriyê …
Rûdaw: Ti hêviyeke we maye ku hûn bikaribin li gel PYDê di çarçoveya wan gotûbêjan de serkeftinekê bidest bixin yan rêk bikevin bi hev re?
Îbrahîm Biro: Bi rastî hêvî gelek lawaz in, ji ber demeke dirêj kar hat kirin ku em dikaribin rêyekê bibînin, çewa devera xwe biparêzin, lê mixabin ne tenê rêkeftinên me naçin serî ji aliyê wan de, her bi siyaseta wan a şaş dihele ku devera me di bin metirsiyê de be. Bi gotinan çaresererî ji rewşa Kurdistan Sûriyê re nayê dîtin. Cografya me tiştek li ser me ferz dike ku têkiliyên me bi xelkê Sûrî re jî baş bin ş bi dewletên cîran re bi taybet Tirkiye û Herêma Kurdistanê ew di sînorê me de ne. Eger têkiliyên baş bi va herdu aliyan re tinebin û bi xelkê Sûrî re tinebin, lê mixabin vê îdarê têkiliyên me bi Tirkiyê re jî gelek xirab kiriye, bi Sriyan re jê xirab kiriye. Û wan jî tiştek çaresernekirine. Wan jî bi rejîma Sûriyê re yan jî bi alîkî din re meşriyetek nestendine.
Rûdaw: Her tim ava Hesekê ji wêstgeha Elokê tê birrîn, we qet tiştek li gel îtilafê kiriye ku êdî ew av li ser xelkê Hesekê neyê birrîn?
Îbrahîm Biro: Ew di heyva 9an de karekî baş li New Yorkê dîtina me bi aliyê navdewletî re û taybet bi UN re bi Goldreich re me rewşa ava ku tê ser bajarê Hesekê ji Elok ev ne bi tiştekî siyasî, nakokiyên di navbera Tirkiye û opozîsyona Sûriyê ji aliyêkê de û di navbera îdara PYDê de li wê deverê miletek bi sedhezaran av li ser qut dibe me karekî gelek xurt kir. Îtilaf bê guman em di vê rewşê de danûstendineke baş bi wan re dikin. Lê mixabin ew bandora îtilafê gelek li ser fesailan tineye. Û ev yekser bêtir girêdayîne bi dewleta Tirkiyê ve. Ji me tê xwestin em vê rewşê bêtir bi tirkiyê re gotûbêj bikin.
Rûdaw: Cehhet El-Nusre (HTŞ) niha li Efrînê maye yan vekişiyaye bi giştî?
Îbrahîm Biro: Tê gotin ku HTŞ vekişiyaye û ji ber ku Heyet Tehrîr el-Şam ya ku navê wê berê Cebhet el-Nusre bû li ser lîsta terorê ye, Amerîkîyan di wexteke dereng de mixabin nêrîna xwe derxisitin yanî yekser dernexistin û Ewropî bê deng man, Tirkan jî hinek bi derengî nêrîna xwe derxist. Niha li gorî ragihandinan nemaye lê li gorî hin tiştên ku em dibihîzin bandoreke wê heye û hinek çekdar hene girêdayî ne û têkiliyên wan bi HTŞê re hene û ev cihê dilgiraniyê ye li cem me. Mi ji Tirkiyê û Îtilafê re jî gotiyê û em dê ji Amrîkiyan re jî bibêjin. Divê hinek zelalbûn çêbibe di pêşerojê de dê rewşa wê derê çewa bibe. Çima Amerîkî û Ewropî bêdeng dimînin.
Rûdaw: Bi raya we hatina Cebhet el Nusre bo Efrînê bi îtifaq bûye li gel Tirkiyê?
Îbrahîm Biro: Aniha ti alî nabêje me ti îtifaq kiriye, lê em wiha dibînin, ne bêyî Tirkiyê be û bêyî Amerîka ew derbasbûn çêbûye. Wexta Amerîka dibêje mana ji bo şerê terorê ye û wextê HTŞ di lîsta terorê de ye û hewqas leşkerên wê li deverê belav dibin û bi eşkere li ser rêyan derbas dibin û Amerîka hinek bêdeng dimîne, em guman dikin weke haya Tirkiyê jê heye haya Amrîkayê jî ji wê yekê heye.”
Rûdaw: Bo çi tu dibêjî îtifaq li gel Amerîkayê bûye? Ti belge li berdestê we heye?
Îbrahîm Biro: Bêdengiya Amerîkayê di çar rojên pêşî de ji derbasbûne HTŞê, ew bêtir wê gumanê çêdike, ew jî li gel Tirkiyê haya wan ji wê derbaskirinê heye. Paşê Amerîkayê nêrinek derxist weke aliyek hiyad bêyî ku bibêje ev teror in. Nêrina xwe ya pêşî Amerîka got gerek ew şerê di wê deverê de raweste, lê piştî ku dîtin ku ew nêrin cihê xwe danagire, nêrîneke din derxistin got ev teror in divê derkevin. Yanî dewleteke weke Amerîka nêrîneke wisa sist û lawaz li hember wê da, dihle ku ew guman çêbibe ku haya Amerîkayê ji wê derbaskirinê heye.
Rûdaw: Li gorî zanyariyên we niha çend çekdarên Cebhet el-Nusre (HTŞ) li Efrînê hene?
Îbrahîm Biro: Bi rengekî fermî bi nabê Cebhet el- Nusre tunene, lê cilên xwe guhertibin, navên xwe guhertibin, tevlî grûpên din bûbin, grûp tevlî wan bûbin, navên wan hatibin guhertin em nizanin, lê bi fermî em dizanin ku tê gotin ew derketine.
Rûdaw: Emşat weke hêzeke celat ji aliyê Kurdan ve tê naskirin, ti peywendiyên we, hevdîtinên we li gel wan hebûye ji bo ku bikaribin wisa zêde bi ser Kurdan re neyên?
Îbrahîm Biro: Bi rastî ew hêzên ku li Efrîne hene nûnerên wan ên siyasî di îtilafê de hene, yanî nûnerên çekdaran di îtilafê de hene û her wextê nûnerên me weke nûnerên ENKSê di îtilafê de wî tiştî behs dikin. Ew jî hin caran ji me re dibêjin hûn bixwe ne li wir in, hin tişt mubalaxa dikevinê, bêguman ê me baweriya me tê ku zilmeke mezin perekî zêde, zeyt û zeytûnên xelkê tê stendin. Lê ew jî hinek kêmaniya me ye ku ew xwe li wê derê bicih nakin, yanî ofîsên me, nûnerên me li wê derîê tinin. Ev di nav ENKSê de nakokiyek e. divê em di rojên pêş de, di kongreyên xwe de em karibin wextê ku em şirîkê îtilafê ne û ev çekdar beşek in ji îtilafê ya gerek em ne di nav de bin, yan jî em li wê derê bişopînin. Em hingî bibêjin erê ev dijî Kurdan e yan jî ev tiştên tên kirin.
Rûdaw: Hûn li gel vê yekêne vekişina an biçin Efrînê? Mebesta min hûn weke ENKSê ji îtilafê vekişin bibiçin Efrînê.
Îbrahîm Biro: Me behsa vekişandina Îtilafê nekiriye. Em dibêjin em beşek ji îtilafê ne, û hikûmeta muweqet li wê derê heye, me encûmena Kurdî dive hebûna me li Efrînê hebe û em wan tiştan bi xwe bişopînin. Ew tiştên ku dibin, li cem me jî bên twesîqkirin. Li cem me jî gelek caran hin tişt derdikevin ew dibêjin ne raste e yan jî bi rastî jî hin caran tiştên ne rast derdikevin. Ew ji me tê xwestin, ku em li wêderê hebûna xwe cîbicî bikin. Ku em li wir bin û ragihandina me hebe ş ragihandineke serbixse li wê derê hebe hindê emê bêhtir karibin control bikin ev tiştên ku tên kirin.
Rûdaw: Baş e ew grûp rê didin we ku hûn weke aliyekî desthilatdar biçin Efrînê?
Îbrahîm Biro: Weke desthilatdar me behsê nekiriye, heta wek siyasî jî me nexwestiye. Yanî ev bi me ve girêdiyiye. Em weke encûnemê hinek dibînin, ku em neçin wê deverê. Û hinek ji me jî dibînin divê hebûna me li wê deverê hebe di nav xelkê xwe de bin. Me ev nexwestiye. Me bi xwe ji îtilafê jî, ji çekdaran jî me nexwestiye hebûneke me ya çekdarî, ya desthilatdar, ya jî siyasî li wê derê hebe. Me ev kar ji wan nexwestiye.
Rûdaw: Hûn dixwazin weke aliyekî siyasî û desthilatdar biçine wê derê yan weke aliyekî ragihandinkar?
Îbrahîm Biro: Ê me weke aliyekî siyasî em dikaribin di wê derê de hem siyasî hem îdarî hebûneke me li wê derê hebe wê baş be, lê wek ez dubare dikim, ev biyar di encumenê de nehatiye stendin heta niha. Belkî ev nêrîna min e, nêrîna partiya min e, ez dibînim gerek hebûne me li wê derê hebe, lê wek ENKSê bi tevahî hin biryarek di derbarl vê gavê de nestendiye.
Rûdaw: Hinek rêxravên mafên mirova hene ku ser bi ENKSê ve ne û gelek caran behsa binpêkariyên li Efrînê dikin, hûn ew binpêkariyan qet didin ber destê Tirkiyê û îtilafê?
Îbrahîm Biro: Tiştên ku em jê bawer bin, em ne tenê didin Tirkiyê û îtilafê, em didin aliyê navdewletî jî, û ew jî baş dizanan ku ev tişt hene. Yanî bipêkirin li Efrîn, Til Ebiyat, Serêkaniyê, pir hene û pir caran jî li ber destî Tirkan û îtilafê jî daniye. Wan jî pir caran gotine ka projeyeke we hebe ji bo hebûna we jî, ji bo vegera xelkê pêşkêşî me bikin ku em karibin aliyê hevdu bikin. Lê me heta niha ti rpoje ji bo vegerê û derbaskrinê pêşkêş nekiriye, tevî ku em dizanin zeman tine lê tevî wilo jî wxtê ku em tecrûbe nekin, û em pê re nebin dimîne me ne xwestiye, me nekiriye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse