Jina Kurd ji neçarî dest bi çêkirina tabloyan kir lê li Ewropa bû keseke naskirî

30-08-2022
Mihemed Ibrahîm
Heyhat Ebas li Ewropa û Amerîka di hejmareke pêşangehan de beşdar bûye
Heyhat Ebas li Ewropa û Amerîka di hejmareke pêşangehan de beşdar bûye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Heyhat Ebbas Haco li Zanîngehên Heleb û Şamê li Sûriyê Endazyariya Elektirîkê xwendiye, piştre çûye Amerîka li wir xwendina matmatîkê temam kiriye û niha jî bûye şêwekareke naskirî û tabloyan çêdike.

Şêwakar û mamosteya matematîkê Heyhat Ebbas Haco ya ji gundê Nisran ser bi bajarokê Tirbe Spiyê yê Rojavayê Kurdistanê, dibêje dema ew xwendekar bû, lingê wê şikest û neçar bû li malê bimîne, li malê ji neçarî dest bi şêwekariya li ser tabloyan kiribû, piştre jî li Ewropa û Amerîka beşdarî gelek pêşangehan bûbû.

Heyhat Ebbas Haco dibêje: “Min heta pola 12ê li Qamişlo xwend, piştî salekê li Helebê min zanîngeh xwend ez çûm Şamê min xwendina xwe temam kir. Min li Şamê bawernameya endezyariya elektirîkê wergirt. Piştre jî min xwendina xwe li Teksasê temam kir.”

Piştî ku wê xwendina xwe ya endazyariya elektrîkê li Sûriyê temam kiriye, sala 2000an çûye Amerîkayê û li Zanîngeha Houston a Texasê Beşa Matematîkê xwendiye. Piştre li Zanîngeha Arizona dest bi xwendina masterê kiriye lê temam nekiriye.

Haco herwiha dibêje: “Ji ber ku lingê min şkest min nekarî kar bikim û ez li malê mam. Min pirtûk dixwendin, lê ez ji xwendina pirtûkan westiyam û min xwest tişteke din bikim. Heta wê demê jî min tenê li ser kaxezan resim çêdikir, ti caran li ser tabloyan çênekiribû. Piştî lingê min şikest min ji xwe re derfetek dît ku ez li ser tabloyan resman çêbikim. Min bi wî rengî destpê kir.”

Niha Heyhat Ebbas Haco li navçeya Eppastein ser bi bajarê Frankfurt ê Almanyayê ligel hevjînê xwe dimîne û wek mamosteya matematîkê li dibistanan kar dike.

Video: Azad Bereket

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst