Stenbol: Mamût Art Project bûye derfetek ji hunermendan re

29-10-2022
Rawîn Stêrk
Rawîn Stêrk
Stenbol: Mamût Art Project bûye derfetek ji hunermendan re
Stenbol: Mamût Art Project bûye derfetek ji hunermendan re
Nîşan Mamût Art Project Stenbol
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Li Stenbolê atmosfera dîdar û çalakiyên çandî, hunerî, wêjeyî ev çend sal in dûrî rewşa xwe ya berê dihatin kirin û hejmara wan jî kêm bibû. Di van demên dawî de li aliyekê şaredariya Stenbolê, li aliyekê Wezareta Çand û Geştyariyê û li aliyê din jî platform û rêxistinên serbixwe ketine pêşbaziyeke lidarxistina van çalakiyan û liv û tevgera berê li bajêr vedigerînin. Piştî contempory û bîenala Stenbolê, hunerhez vê carê derfeta wê yekê dibînin ku li berhemên curbecûr ên Mamût Art Project binerin. Çalakiya dawî, berhemên bi dehan hunermendan li xwe digire û xelk jî pir beşdar dibin.

Stenbol ku li cîhanê yek ji navendên serekeye di warê çalakî, bername û dîdarên hunerî û kulturî de, ew çend sal in di vê mijarê de hişkesaliyeke kûr dihewîne. Him pandemî û him jî rewş û atmosfera siyasî kir ku ew derfet kim û teng bibe, ta ji holê rabe. Lê ew çend meh in çalkiyên mezin careke din li bajêr vedigerin û ew xeml ji nû ve li bajêr tê. Herî dawîn Mamût Art Project, bi beşdariyeke navdewletî hezkiriyên hunerê li hev kom dike.

Dîrektora Mamût Art Project Seda Oznal li ser projeyê got, “Armanca Mamût Project ew e da wan hunermendên ku nekarîne bigihêjin çalakiyên mezin bigihine wan deran. Dema em li deh salên xwe yên çûyî dinêrin em dibînin ku gelek hunermendên ku li vir cîh girtine êdî li qatên jor in. Em jî dixwazin wan têxin nava wan toran.”

Di çarçoveya vê çalakiyê de ku berhemên hemçax li xwe digire 49 hunermend afirineriya xwe li vir him pêşkêşî xelkê dikin û him jî bo beşdariya mezintirîn çalakiyên hunerî derfeteke baş bidest dixin.

Hunermend Hasan Alveroglu anî ziman, “Min şahidiya teqîna li Beyrût Portê kir û berhemên min ên li vir jî ji wan bermahiyê wê teqînê pêk tên. Duyemîn teqîna mezin bû li cîhanê û 250 kes bûn qurbanî min jî xwest çîroka vî mekanî bi bermahiyên endustriyel vebêjim.”

Ew proje di heman demê de îsal dehemîn sala xwe pîroz dike him jî bo wan hunermendên ku nikarîne li çalakiyên din ên navdewletî cîh bigirin derdixe pêşberî aktorên wê derdorê jî. Bêhtir jî hunermendên ciwan lê cîh digirin.

Hunermend Ci Demi got, “Bi taybetî piştî pandemiyê lêvegera me ya jiyanê bi saya hunerê dibe û em dibînin ku niha di warê çalakiyên hunerî de jî reqabet û pêşbaziyek heye. Ew cihê kêfxweşiyê ye.”

Jurî ya vê çalakiya ku bo 5 rojan dê berdewam bike ji ekîbeke navdewletî pêk tê. Berhemên ku hatine hilbijartin jî bêhtir li ser temayên weke 'tenêtî, aidiyet û zayendê' ne. Berhemên çend hunermendên kurd jî lê cîh digirin ku li ser yekê jî dengê Qerapetê Xaço bilind dibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst