Beşa Heştem
Hewlêr (Rûdaw) – Hunermenda navdar a Kurd Gulîstan Perwer, hemû êvarên roja Şemiyê li Radyoya Rûdawê dibe mêvana pêşkeşvana navdar Hêvîdar Zana. Herdu jinên ji Bakurê Kurdistanê, di vê bernameyê de gotûbêjeke balkêş dikin. Gulîstan Perwer bêyî sansûr ezmûna jiyana xwe ya taybet, a hunerî û siyasî vedibêje.
Gulîstan Perwer yek ji wan hunermendan e, ku salên dirêj ked û renceke giranbuha di jiyana hunerî de daye. Ji ber girîngiya hevpeyvînê, heftenameya Rûdawê jî her hefte, bi awayekî peryodîk, bi şêweyekî nivîskî wê belav bike.
Di beşa heftemîn de Gulîstan Perwer behsa xebata xwe ya di nava Koma Niştîman de li Almanyayê û çûna xwe ya Lûbnanê kiribû. Wê gotibû, ku wan di salên dawiya 1970an de bi giyanekî şoreşgerî kar dikir.
Di xeleka din de te gotibû, ku tu û mamoste Şivan Perwer ji bo 3 mehan çûne Lûbnanê, we li wir di nava Kurdan de konsert sazkirine û herwiha xebatên birêxistinkirina wan meşandiye. Di vê navberê de jî du ducan bûyî. Piştî 3 mehan hûn careke din vegeriyane Almanyayê. Di vegerê de we ji bo zarokê xwe ti guhertin di jiyana xwe de kir?
Bawer bike na, me ti guhertin û tedbîr wernegirtin. Ya rastî min fam nedikir û nedizanî ka ezê çawa bibim dayik, çawa berpirsiyariya zarokekî hilgirim. Şivan jî ne di wê hizrê de bû, ku dê zarokekî wî çêbibe û ewê berpirsiyariyê hilgire. Lê ew gelek bi xebata xwe ya hunerî ve mijûl bû. Çawa dê bikare straneke baş çêbike, çawa bikare konserteke baş çêbike, çawa xwe bigihîne konsertên li Parîs, London û bajarên din ên Ewropayê. Çawa xwe bigihîne Kurdên li seranserê Ewropayê. Zarokek dihat lê ji bo wî ti amadekarî tunebûn.
Hûn hê jî di wê mala yek odeyî de bûn?
Belê em hê jî di wê malê de bûn. Berî em zêde di malê de nediman lê piştî ez hinekî giran bûm, di mal de dimam. Şivan diçû kar û konsertan, ez bi tenê dimam.
Te pêwîstiyên xwe çawa dabîn dikir?
Wê demê ti kes jî nebû alîkariyê bide min. Dikanên tirkan hebûn, min pêwîstiyên xwarinê ji wan dikirî û dianî. Piştî demekê kurdekî wê derê ji min re got, “Em herin serlêdana şaredariyê bikin. Ji ber dê zarokekî te çêbibe, mafê te heye xaniyekê bidin te.” Min jî got, ku eger derfeteke wiha hebe dê gelek baş be.
Belgeyên we yên penaberiyê hebûn, mafê penaberiyê we wergirtibû?
Belê hebûn. Me serlêdana şaredariyê kir û hemû belgeyên xwe amade kir. Lê roja ku êdî ji bo çêbûna zarokî ez çûme nexweşxaneyê, Şivan hat û got, ku ji bo me xanî peyda bûye. Ez li nexweşxaneyê bûm. Şivan û hevalekî bi navê Xelîlê Kercosî bi hevre diçin xanî paqij dikin. Xelîlê Kercosî ji bo kar hatibû Almanyayê û di konsertan de ji me re karê teknîkî dikir û hevkar bû.
Piştî Serxwebûn hate dine heftiyekê ez çûme mala nû. Mal virt û vala bû, ti tiştek di mal de nebû. Zarokek di destê min de bû û ez hatime malekê rip û retal. Ez hê nexweş bûm, Serxwebûn digiriya û aciz dibû. Ez jî zarok bûm, temenê min 17 sal bû. Min nedizanî ka çi bikim. Di xaniyê me de telefon jî nebû.
Wê demê Xelîl bi hewara min ve hat. Min jê re got, ku di mal de ti ocaxek nine ez li ser avê bikelînim û ji Serxwebûn re xwarinê çêbikim. Ew çû tûp û ocaxek kirî û anî danî. Paşî Şivan jî hat hinek tişt anîn. Hêdî hêdî ez pê hesiyam ku ev mal dê bibe mala me û êdî Serxwebûn jî hatiye nav jiyana me.
Ji bo tejîkirina nav male dîsa Xelîl bixwe çû hinek tiştên destê duwem anî, doşek û qenepe anîn. Birastî jî dema Serxwebûn çêbû wî gelek alîkariya me kir û ew mal raxist. Dibe mesrefa malê pir ne zêde jî be û negihiştibe 300 markan.
Lê perê almanan wê demê bi nirx bû.
Belê. Heta çilê Serxwebûnê min xilas jî bû ez li mal mam. Şivan jî piranî li Bochumê dima. Ji ber ku ji bo Koma Nîştîman li wî bajarî salonek girtibûn û li gel birayê Ciwan Haco, Nayîf Haco, kar dikirin. Şivan dema dihate malê min jê re digot, ku li gel min bimîne lê wî digot, “ez nikarim bimînim.” Ez di mal de bi tenê dimam û ti kes jî bi ser min ve nedihat. Qaşo hevalên min hebûn, lê ti kesî ne dipirsî ka mir û ma, çi lê hat.
Çima hevalên te pişta xwe dane te. Digotin, ku êdî bûye dayik û kêrî me nayê?
Hema wesa difikirîn. Çimkî bi vî awayî ez kêrî wan nedihatim û rola min xilas bibû. Min tenê hiştin. Li gorî wan zarok anîn weke kêmasî û xeletî bû. Min çima zarok anî bû? Bi ya wan ev ne rast bû. Piştî demekê Şivan ji min re got, ku eger bixwazî beşdarî kar bibî em Serxwebûn bidin malekî da ku xwedî bike.
Ma kes hebû hûn Serxwebûn bidin?
Li Frankfurtê hevalekî Şivan hebû. Hevjîna wî alman bû. Şivan digot em Serxwebûn bidin wan bila ew lê binerin û tu jî were nav komê. Niha dema ez hizra wê demê dikim, êşeke pir mezin ê wijdanî dikişînim. Min çawa kurê xwe radestî malbateke biyanî kir. Hê çilê wî nû xilas bibû. Niha jî nizanim ka min bi çi hizrî zarokê xwe radestî malbateke biyanî kir. Ez ji bo vê xwe efû nakim. Birastî min xeletiyeke pir mezin kir.
Tu mecbûr bûyî yan te xwe mecbûr didît? Dibe guvaş li ser te jî hebin, çimkî te zarok anîbû û wan bi çavekî kêm li te dineriyan. Te jî dixwest xwe îspat bikî?
Belê. Qey ew psîkolojî bû. Nexwe çawa dibe dayikek zarokê xwe berde û here? Ez û Şivan li otomobîlê siwar bûn û em çûn me zarokê xwe radestî malbatekî kir. Ew bajar ji Bochumê 250 kîlometre dûr bû. Wê demê mirov 4 seetan de nedigihişte wir. Min kurê xwe danî cem jina alman.
Bi dilê wê jinê bû, ku te Serxwebûn da destê wê?
Ez nizanim lê wê qebûl kir.
Zarokên wê hebûn?
Belê zarokên wê hebûn. Min Serxwbûnê xwe danî cem wê û ez vegeriyame Bochumê nav komê û xebatê. Piştî mehek û 40 rojan telefona me kirin û gotin, ku me zarokê we rakiriye nexweşxaneyê.
Di wê navberê xwe we qet kurê xwe nedît?
Na, min qet nedît. Gotin niha kurê we li nexweşxaneyê hatiye razandin.
Wê kêliyê hasten te çawa bûn?
Wê kêliyê min xwest ez bimrim. Min ji xwe re digot, ku ev çi jiyane ez tê de, ez nebim çêtire. Ev çi hale ez ketime navde. Xwezî min ev zarok neanîba dinyayê.
Em rabûn û çûne nexweşxaneyê. Hemû cane wî kul bibû. Me çawa danîbû cem jinê wê qet zarok paqij nekiribû. Qet neşûştibû û ew pîsî hemû di laşê wî de mabû. Cane wî hemû kul û birîn bû. Xulase min kurê xwe girt û ez hatim.
We ji nexweşxaneyê derxist?
Erê. Min ew anî malê.
Şivan wê demê çi got, ji bo vê rewşê? An ku pê hesiya ku biryara wî xelet bû, ku ji te re got, Serxwebûn bihêle û were?
Nayê bîra min.
Ez dizanim bîranînên pir nexweş in. Niha dema tu dibêjî birastî kezeba min jî dişewite. Biryareke pir zehmet e, ku mirov zarokê xwe bicîh bihêle him jî wisa biçûk.
Her ku ev tişt tê bîra min ez xwe gunehbar û tawanbar dibînim. Bila Serxwebûnê min, min efû bike, ji min bibore.
Bêguman nayê bîra wî, ji ber ku pir biçûk bûye. Lê ez bawer dikim, ku eger te bibhîse dê te efû bike.
Min ev tişt qet jê re negotiye.
We kurê xwe bire Bochomê?
Na, ez çûme mala me ya li Kolnê. Carna diçûme Bochumê û min Serxwebûn jî bi xwe re dibir. Lê ez li wir pir nedimam.
Te giranî da xwedîkirina zarokê. Tu ji kar û komê jî hinek dûr mayî?
Belê.
Tu ji vê rewşê aciz dibûyî?
Ez gelek bi tenê dimam. Wê demê Kurd kêm bûn li wir û cîranên min ên Kurd nebûn. Otomobîl nebû, min zimanê almanî baş nedizanî. Ger tiştek pêwîst be ezê çawa herim bînim, zarok di destê min de ye? Hemû tiştek zehmet bû ji bo min.
Mamste Şivan çend rojan carekî dihate malê?
Baş nayê bîra min lê hema bêje heftiyê û 10 rojan carekî dihat.
Heta kengî vê rewşê wiha bedewam kir?
Piştî Serxwebûn bû 6 mehî, di navberê de ez çûme çend konsertan. Dema derdiketim ser dikê, li pişt dikê min Serxwebûn dida dest kesên li wir amade û heta min stranên xwe digot û vedigeriyam. Heta 2 salan jî me wiha berdewam kir.
Birastî te dixwest karê hunerî bikî yan hema karekî neçarî bû êdî.
Ez ji bot e bêjim Hêvîdar, tu jî dayikî û tu jî di vê riyê re derbas bûyî. Birastî di dilê min de tirsek hebû, ku ez werim redkirin. Ji ber ku yên li derdora me hemû ew kes in, ku di nava xebatê de ne. wek bêjî eger dest jê berdî tu dê bibî sıfır, ne ti tişt. Li malê rûnî û bibî dayik tu êdî tenê jina malê yî.
Min tiştek bihîs lê nizanim ka tenê îdîa an jî derew e. Wê demê Kesîre Ocalan (Kesîre Yildirim hevjîna Abdullah Ocalan) di nava xebata Ewropayê de bû û li Almanyayê bû. Serxwebûn hê yek salî bû. Kesîre gelek caran dihate cem me malê dima. Min bihîst ku Kesîreyê ji Şivan re gotiye, “Êdî dest ji Gulîstanê berde, ew bûye jina malan.” Bi gotina wê ez bûme jina klasîk. Herwiha gotibû, “Eger ji bo karê hunerî û li gel te derbikevin ser dikê, jin pêwîst be em dikarin 20 jinan bînin. Dest ji Gulîstanê berde. Wê dema xwe tije kir û nebû şoreşgerekê qewî û bihêz. Tişta me jê dixwest nekir.”
Dema mirov gotinên wiha dibihîse pir aciz dibe…
Ez jî gelek aciz bûm. Kesîre bixwe jinek bû, ku digot, “Ez şoreşger im û mafê jinan diparêzim. Dive jinên Kurd werin tevlî şoreşê bibin û di rêza şoreşê de cîh bigrin. Mafê xwe biparêzin.” Ew hizra ku dibêje, ew êdî bû jina malê, nikare xebatê bike, stranan bêje, min pir diêşîne.
Ji ber wê te dixwest bi çi awayî dibe bila bibe di nava xebatê de bî?
Erê. Ez bawerim ew tirs li cem min hebû, ku ez werim redkirin û hemû terka min bikin, tev Şivan jî. Nexwe ji bo çi di nava wan şert û mercên dijwar de zarokê min li ser mile min ez rabim bajar bi bajar bigerim, zarokê xwe daynim vî alî û wî alî, derkevim ser sehneyan û stranan bêjim, propaganda bikim û xelkê kom bikim? Heya Serxwebûn bû 3 salî jî em li Almanyayê man.
Ma derfet nebû tu herî qursan û fêrê almanî bibî?
Belê hemû derfetên vê yekê hebûn. Lê ez di nava qalibê xwe de mabûm û ji Kurdistanê çawa hatibûm wisa dijiyam. Min di çanda xwe de ti guhertinek nekiribû. Ti hewldaneke min nebû, ku ez xwe li gel civaka alman biguncînim. Hema di nava şerekî xwe îspatkirinê de bûm.
Peywendiyên te yên li gel malbatê jî bi temamî qut bibûn. We bi telephone jî ne diaxivî?
Na. Malbatê ez red kiribûm. Dayika min carna dengê xwe tomöar dikire kasetan dişandin. Jinek ji Holandayê çûbû û bi riya wê min jî dengê xwe di kasetekî de tomar kiribû û jê re şandibû. Wê demê mala bavê min jî di bin venêrîn û çavdêriyê de bû. Ti peywendiyeke me nebû. Hertişt pir zehmet bû, gotina “zemhet” jî ji bo pênaseya wê demê kêm e.
Paşî hûn çûne Swêdê. Jiyana we ya li xerîbiyê piranî li Swêdê boriye. Çawa we biryar da mala xwe bibin wî welatî? Hûn çima li Almanyayê neman?
Beriya Serxwebûn ji dayik bibe ez çûbûme Swêdê. Em çûbûne cem mamoste û helbestavê mezin ê Kurd Cegerxwîn. Em tev evîndarê helbestên wî ne, ez bi xwe jî bi helbestên wî fêrê kurdî bûm. Di jiyana min de cihê Seydayê Cegerxwîn taybet e. Ez bixwe jî bi stran û helbestên wî hatime naskirin. Beriya em herin Beyrûdê, çûbûne Swêdê cem wî. Ji bo bixêr hatina wî me şevek jî saz kir û li Stockholmê konserteke xweş saz kir.
Nivîskarê navdar ê Kurd Mehmûd Baksî jî li Swêdê dijiya û ew jî carna dihate mala me ya li Almanyayê. Wî rewşa me meyze kir û got, “Ya baş ew e hûn werin Swêdê. Li wir maf û hiqûqê penaberan zêdetir e. Ez dikarim alîkariyê bidim we da ku bikarin mafê penaberiyê werbigrin. Hun dikarin nasname û pasaport werbigrin û bi rehetî li hemû cîhanê bigerin.” Min xwest em herin wê derê. Şivan jî got, ku madem tu dixwazî em herin.
We mala xwe ya li Almanyayê bicîh hişt?
Belê me bicîh hişt lê Şivan dihat di mal de dima. Ez û Serxwebûn bi firokeyê çûne Swêdê. Em birin bajarê Upsalayê. Kurd gelek hebûn li wî bajarî. 60 kîlometreyan ji paytext Stockholmê dûr e. heval û nasên me yên li Swêdê ji me re bûn weke starekê û xwedî li me derketin. Ez çûm cem malbatekî ji mala Betê ya Kurdên Nisêbînê. Heta serdana min a penaberiyê hate qebûl kirin, dora meh û nîvekî ez li mala wan mam.
Mehmûd Baksî bi karê we re mijûl dibû?
Belê. Wê demê jêpirsîna penaberiyê ne mina yên niha dijwar bû. Kurdên li Swêdê ne mina yên Almnayayê bûn. Di hemû saziyên weke polis, ewlekarî, karên civakî û penaberan de Kurd hebûn. Kurdîaxêv bûn. Dewleta Swêdê maf dabû Kurdan û wergêrên kurdî hebûn ji bo penaberan. Lewma dema ez çûme Swêdê min zehmetî nekişand.
Emê hevpeyvîna xwe li vir bidawî bikin û di xelekeke din de berdewam bikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse